• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
29 NÎSAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Welatê 8 salî ku di çem de winda bû sê roj in nehatiye dîtin

    Cenazeyê Welatê 8 salî hat dîtin

    ROJEVA 5ê KANÛNa 2025an

    ROJEVA 29ê NÎSANA 2026an

    Endama OGKê Sila Bayram hate girtin

    Endama OGKê Sila Bayram hate girtin

    Iraq dê tezmînatê bide Herêma Kurdistanê

    Iraq dê tezmînatê bide Herêma Kurdistanê

    Rêxistina AKPê ya Şemzinanê ji ber ‘gendeliyê’ hat fesixkirin

    Rêxistina AKPê ya Şemzinanê ji ber ‘gendeliyê’ hat fesixkirin

    Berxwedana karkerên madenê bi ser ket

    Berxwedana karkerên madenê bi ser ket

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Welatê 8 salî ku di çem de winda bû sê roj in nehatiye dîtin

    Cenazeyê Welatê 8 salî hat dîtin

    ROJEVA 5ê KANÛNa 2025an

    ROJEVA 29ê NÎSANA 2026an

    Endama OGKê Sila Bayram hate girtin

    Endama OGKê Sila Bayram hate girtin

    Iraq dê tezmînatê bide Herêma Kurdistanê

    Iraq dê tezmînatê bide Herêma Kurdistanê

    Rêxistina AKPê ya Şemzinanê ji ber ‘gendeliyê’ hat fesixkirin

    Rêxistina AKPê ya Şemzinanê ji ber ‘gendeliyê’ hat fesixkirin

    Berxwedana karkerên madenê bi ser ket

    Berxwedana karkerên madenê bi ser ket

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Ji Kantona Cizîrê peyama seferberiyê: Em ê destkeftiyên şoreşê biparêzin

Navenda Nûçeyan / AW

19 ÇILE 2026 - 14:16
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Rêveberiya Xweser a Kantona Cizîrê ragihand ku ew amade ye destkeftiyên Şoreşa Rojava biparêze û banga tevlêbûna seferberiya neteweyî ku ji hêla HSDê ve hatibû daxuyandin.

Rêveberiya Xweser a Kantona Cizîrê li ser sefreberiya neteweyî ku ji aliyê Rêveberiya Xweser a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve duh hatibû ragihandin, daxuyaniyek da çapemeniyê. Daxuyanî li pêşiya avahiya Meclîsa Rêveber a Bajarê Qamişloyê bi amadebûna endamên meclisên rêveber, gelan û edaletê pêk hat. Hevserokên Meclîsa Rêveber a Kantona Cizîrê Viviyan Beho û Hesen Şero daxuyanî xwendin û ragihandin ku bi her awayî tev li seferberiya neteweyî edibin û banga mezinkirina berxwedanê hate kirin.

‘Tevlêbûna seferberiyê erkek neteweyî ye’

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Em bi serbilindî û şanazî berdêlên ku şehîdên me yên leheng dane bi bîr tînin. Di heman demê de em têkoşîna tevahî pêkhateyên gelê me silav dikin ku di rewşên zehmet de ku bi hev re ezmûneke demokratîk a pêşeng a xwe dispêre îradeya gelan, jiyana hevbeş û edaleta civakî ava kirine. Em tevlêbûna xwe ya seferberiya giştî radighînin. Ji bo parastin gelên me û şoreşa me, ji bo xurtkirina rihê berxwedanê û parastina ax û rumetê ev seferberî erkekî neteweyî û exlaqî ye. Her wiha bi nêzîkbûna salvegera 13`mîn ya damezrndina Rêveberiya Xweser re divê ev erk veguhere hişmendî, rêxistinbûyîn û berpirsyariyeke giştî.”

‘Aştî ancax bi xweparastinê pêkan e’

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku wekî Rêveberiya Xweser dê heta dawiyê girêdayî nirxên şoreşê bin û destkeftiyan biparêzin. Hevserokan balkişand ser van xalan: “Her wiha em radighînin ku em aliyekî çalak û daîmî di her hewldaneke ji bo çareserkirina tevahî pirsgirêkên ku Sûriyeyê tê re derbas dibe bimînin. Ev yek ji baweriya me ya bi diyalogê tê ku vebijêrekeke stratejîk a çareseriyasî siyasî ya demokratîk û nenavendî ku mafên hemû pêkhateyan mîsoger bike û aştî û aramiyê pêk bîne. Em teqez dikin ku em banga aştiyê dikin. Di heman demê de em radighînin ku aştiya rasteqîn bêyî xweparastin pêk nayê. Lê eger şer li ser me were ferzkirin û hebûn û mafên gelê me werin hedefkirin, em teqez dikin ku em amade ne parastina xwe bikin û em ê li hemberî çi gefên ku li ser ewlehiya herêmên me werin kirin bisekinin.”

‘Mafên me ne mijara bazarê ne’

Di berdewama daxuyaniyê de hate gotin ku mafên gelan ên rewa û zagonî ne mijara bazarê ne û wiha hate domandin: “Em teqeziyê li ser mafên rewa yê destûrî yê tevahî pêkhateyên herêmê dikin, ji ber mafekî esîl ku nabe were înkarkirin an bazar li ser wê were kirin. Ji bo vê jî em dixwazin ku ev maf di destûrekê ya di çarçoveya Sûriyeya demokratîk a pirrengî ku wekhevî û edaletê ji bo tevahî gelê wê garantî bike werin bicihkirin. Ji kantona Cizîrê careke din em teqez dikin ku hêza me di yekitiya pêkhateyên Kurd, Ereb, Asur û Suryan de bû û dê wisa bimîne. Di dîrokê de em bi hev re jiyan, di siberojê de jî em ê bi hev re bijîn. Xwîna şehîdên me li ser vê axê tev li hev bû. Hemûyan mil bi mil ji bo parastina azadî, rûmet û jiyana hevbeş berdêl dan. Careke din em doz didin gelê xwe ku em wefadarên rêgezên Rêveberiya Xweser bin. Em ê seferberiyê bidomînin ta rewşa herêmê aram bibe.”

Etîket: Rêveberiya Xweser a Kantona Cizîrêseferberîseferberiya li Rojava
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Partiyên Kurd li Kerkûkê ji bo Rojava kom bûn

Partiyên Kurd li Kerkûkê ji bo Rojava kom bûn

25 ÇILE 2026
Kerboranê silav da Rojava: Em ê ji bo Rojava her dem li ser pêyan bin

Kerboranê silav da Rojava: Em ê ji bo Rojava her dem li ser pêyan bin

25 ÇILE 2026
Li Başûr seferberî: Xwendekar li dibistanan, mamoste li zanîngehan, gel li qadan e

Li Başûr seferberî: Xwendekar li dibistanan, mamoste li zanîngehan, gel li qadan e

25 ÇILE 2026
Rêveberiya Xweser: Agirbest dirêj bû lê gefên leşkerî didomin

Rêveberiya Xweser: Agirbest dirêj bû lê gefên leşkerî didomin

25 ÇILE 2026
Li Rojava hişyariya agirbestê û banga mezinkirina seferberiyê

Li Rojava hişyariya agirbestê û banga mezinkirina seferberiyê

25 ÇILE 2026
Binê dorpêçkerdene de mitîng

Kurdan ji Stenbol bang kir: Ne îro be em ê kengê rabin

25 ÇILE 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Nedîm Orûç: Her çiqas karê me wekî sûc bibînin jî em ê rastiyê ragihînin

    Nedîm Orûç: Her çiqas karê me wekî sûc bibînin jî em ê rastiyê ragihînin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Aldar Xelîl: Şam ne bi feraseta çareseriyê lê bi hişmendiyeke aloziyan kûrtir dike tevdigere

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Rojava kedkarên sînemayê ji bo serdemek nû civiyan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • DÎSSA bi lîstika ‘Aştî’ derket pêşberî şanohezan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê li dijî kuştina jinan rabûn

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 29ê NÎSANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Tulay Hatîmogullari: Desthilat ji bo pêvajoyê bi helwestek tirsonek radibe

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Amedê rojeva firehkirina rê û veguheztina daran: Kî çi dibêje?

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Siyaset xwend lê sewalkariyê dike: Heke demokrasî tune be aborî jî nabe

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Cenazeyê Welatê 8 salî hat dîtin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • NÎSAN 2026 (1000)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne