Stenbol – Aktîvîstên TJAyê bi dirûşma “Bijî Serok Apo” ji Stenbolê ber bi Gemlîkê ve bi rê ketin.
Tevgera Jinên Azad (TJA) dê îro ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi diruşmeya “Niha dema azadiya Rêber Apo û dema jinan e” li navçeya Gemlîkê ya Bursayê meşekê li dar bixe. Aktivîstên TJAyê li navçeya Kartal, Semta Yenîbosna a navçeya Bahçelîevler û pêşiya avahiya DEM Partiyê ya navçeya Beyogluyê kom bûn û ber bi Gemlîkê ve bi rê ketin.
Jin berî ku rêbikevin dirûşmên “Bijî Serok APO” û “Jin Jiyan Azadî” berz kirin.













