Komên çeteyan ên xwe dispêrin Tirkiyeyê bi balafireke xwekuj careke din êrişî bajarê Reqayê kir.
Nûçegihanên Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) ragihand ku balafireke xwekuj a girêdayî komên çete yên xwe dispêrin Tirkiyeyê nêzî pira nû ya Reqayê bombebaran kir. Çavkaniyan diyar kirin ku balafireke xwekuj jî li ser herêmê digere. Der barê encamên bombebaranê de agahî nehatin bidestxistin. Di nava rojê de dîsa balafireke xwekuj a çeteyan, êrişî devereke nêzî bajarê Reqayê kiribû.