• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
07 HEZÎRAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    ‘Em li hemberî darvekirinan bêdeng namînin’

    ‘Em li hemberî darvekirinan bêdeng namînin’

    Girtiyê nexweş Yilmaz Çerçel piştî 33 salan hate Amedê

    Girtiyê nexweş Yilmaz Çerçel piştî 33 salan hate Amedê

    Bayik û Karayilan: Hewcedarî bi guherîna hişmendiyê heye

    Bayik û Karayilan: Hewcedarî bi guherîna hişmendiyê heye

    DEM Partiyê giliyê Rahmî Koç kir

    DEM Partiyê giliyê Rahmî Koç kir

    Şaxa ÎHDyê ya Îzmîrê: Demildest Abdulhalîk Orak berdin

    Şaxa ÎHDyê ya Îzmîrê: Demildest Abdulhalîk Orak berdin

    ‘Divê Adnan Oztel ê nexweş tavilê bê berdan û dermankirin’

    ‘Divê Adnan Oztel ê nexweş tavilê bê berdan û dermankirin’

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    ‘Em li hemberî darvekirinan bêdeng namînin’

    ‘Em li hemberî darvekirinan bêdeng namînin’

    Girtiyê nexweş Yilmaz Çerçel piştî 33 salan hate Amedê

    Girtiyê nexweş Yilmaz Çerçel piştî 33 salan hate Amedê

    Bayik û Karayilan: Hewcedarî bi guherîna hişmendiyê heye

    Bayik û Karayilan: Hewcedarî bi guherîna hişmendiyê heye

    DEM Partiyê giliyê Rahmî Koç kir

    DEM Partiyê giliyê Rahmî Koç kir

    Şaxa ÎHDyê ya Îzmîrê: Demildest Abdulhalîk Orak berdin

    Şaxa ÎHDyê ya Îzmîrê: Demildest Abdulhalîk Orak berdin

    ‘Divê Adnan Oztel ê nexweş tavilê bê berdan û dermankirin’

    ‘Divê Adnan Oztel ê nexweş tavilê bê berdan û dermankirin’

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Komxebata Yekrêziya kurdî bi dawî bû

Navenda Nûçeyan / AW

20 GULAN 2025 - 20:29
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Di komxebata ‘Yekrêziya kurdî: Awayên xurtkirina wê û asoyên paşerojê ku Navenda Firatê ya Lêkolînan li dar xist, bi dawî bû. Di komxebatê de girîngiya xurtkirina yekitiyê û rola Kurdan a li Sûriyeyê hatin nîqaşkirin.

Komxebata “Yekrêziya kurdî: Awayên xurtkirina wê û asoyên paşerojê” li Baxçeyê Azadî yê Qamişloyê ku ji hêla Navenda Firatê ya Lêkolînan ve hatibû birêxistinkirin, bi dawî bû.

Di komxebatê de rewşenbîr, nivîskar, lêkolîner, wêjevan, rojnamevan û hunermendên Kurd, çalakvan, nûnerên ji partiyên siyasî yên li Rojavayê Kurdistanê, Rêveberiya Xweser a Kantona Cizîrê û ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Meclisa Malbatên Şehîdan, Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) û Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) amade bûn.

Di komxebatê de mijarên “Girîngiya xurtkirina yekrêziya kurdî”, “Aliyê neteweyî yê belgenameya konferansa yekrêziya kurdî” û “Rola Kurdan li Sûriyeyê û vebijêrkên destûrî” hatin nîqaşkirin.

Piştî aşkerakirina bernameya komxebatê û axaftina hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehmed, rûniştinên komxebatê dest pê kir.

Di rûniştina yekemîn a “Girîngiya xurtkirina yekrêziya kurdî” de, nivîskar û endamê Nivîsgeha Siyasî ya Partiya Demokrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyeyê Faris Osman, serokê Encûmena Nîştimanî ya Kurd li Sûriyeyê (ENKS) Mihemed Îsmaîl û lêkolînera Navenda Firatê ya Lêkolînan Çinar Salih axivîn û ji aliyê rêveberê Navenda Çav a Rapirsînan Silêman Ilyas ve hate birêvebirin.

Kurd ji her tiştî dûr hatin xistin

Faris Osman behsa mijara dîroka Kurdan li Sûriyeyê kir û diyar kir ku gelek dîroknasên zane Kurd wek xwediyê Sûriyeyê pênase kirine. Cara yekemîn sala 1932yan Kurd ji bo doza mafê xwe bikin, belgeyeke fermî radestî hikumeta Fransayê kir. Bi vekişîna Frans ji Sûriyeyê ked û karê kurdan li Sûriyeyê têk çû, piştî hatina partiya Baasê bi nerîneke şovenî li Kurdan hate nêrîn û kurd ji her tiştî dûr hatin xistin. Kurdan sala 2004`an karîbûne li hemberî rêjîmê derkeve heta 2011`an Kurd êdî bûne beşeke ji Sûriyeya nû.

Pirsgirêka kurd li Sûriyeyê neyê çareserkirin aramî pêk nayê

Mihemed Îsmaîl jî behsa rewşa siyasî ya heyî li ser asta xwecihî û herêmî kir û da zanîn ku niha rêveberiya li Sûriyeyê di qonaxa ku pêwîst dike nêzî pêkhateyan be de ye, tevî ku dewletên erebî ji rêveberiyê dilgiranin jî têkiliyên xwe yên baş pê re ava dikin. Li Sûriyeyê Amerîka roleke girîng dilîze, helwesta Rûsyayê hîn derneketiye lê ciheke wê ya girîng heye û wiha got: “Hikumeta Sûriyeyê dixwaze bi şêwazê xwe yê navendî saziyan ava bike, gelê li Sûriyeyê bi hemû pêkhateyan dixwazin pêdiviyên xwe ji saziyan bigirin û ew sazî li ser esasê nepaşguhkirina pêkhateyan bên avakirin. Heke pirsgirêka kurd li Sûriyeyê neyê çareserkirin aramî pêk nayê û heke li Sûriyeyê istiqrar nebe wê li herêmên derdorê jî ti istiqrar çê nebe.”

Çinar Salih xala yekrêziya kurdî û bandora wê li paşeroja doza kurdî li Sûriyeyê nirxand û destnîşan kir ku ev mijar ji bo gel di cihekî girîng de ye, wek peyv yekitî li cihekî ku lê nakokî hene tê gotin. Rojavayê Kurdistanê li gorî Kurdistanê biçûk bû, lê şoreşa wê hişt ku roleke balkêş li cîhanê bigire û lê xebateke mezin û dîrokî bê lidarxistin. Pirbûna partiyan dihêle ku nakokî derkevin.

Beşderan diyar kir ku divê gelê Kurd belgeyên ku Kurd li Sûriyeyê ji pêkhateyên resen in li ser ragihandinê belav bikin û Yekrêziya Kurdî esasyeke gelek xurte wê gavên girîng li ser bên avêtin.

Di rûniştina duyemîn a “Aliyê neteweyî yê belgenameya konferansa yekrêziya kurdî” de, lêkolînerê Navenda Firatê ya Lêkolînan Fadil Mihemed, ji Rêveberiya Cîbicîkar a Rêxistina Şemis Nûra Xelîl û rêveberê Saziya Nûdem a Ragihandinê Mesûd Hamid axivîn û rûniştin ji aliyê endezyar Ekrem Hisên ve hate birêvebirin.

Fadil Mihemed bal kişand ser kêmaniyên ku di belgenameya giştî ya konferansa yekrêziyê de derketin û diyar kir di xalên pênaseya dewleta Sûriyeyê de zelalbûn tune bû û di şîrovekirina rêbaza birêvebirinê de jî lawazî heye.

Gelê kurd gihaştine asta avakirina tifaqan

Nûra Xelîl behsa rola civaka sivîl a kurdî, ciwan, jina û çalakiyên sivîl kir û da zanîn ku piştî 2011`an saziyên civaka sivîl ji bo warê niştimanî, mirovahî û belgekirina bûyerên ku rastî sivîlan dihatin, hatin avakirin. Rola ciwanên Kurd rola herî sereke ye, îro ew bi saya wan gelê kurd gihaştine asta avakirina tifaqan. Ji bo xurtkirina rola civaka sivîl divê rê li ber xebatên wan bê vekirin.

Mesûd Hamid jî rola ragihandinê di destekdayîna naveroka belgenameyê û xurtkirina yekrêziya Kurdî nirxand û diyar kir ku dezgehên ragihandinê heta astekê hişt ku Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî li Rojavayê Kurdistanê bibe rojev, lê mijara şîrovekirin û zelalkirina naverokê baş nehate şopandin. Dezgehan dikarîbû ji medya dijîtal sûd werbigire, li ser mijara konferansê pêwîste bername bên çêkirin.

Beşdaran da zanîn ku wesîqeya ku ji konfernasê derketiye ne destûreke, ew çend xal in ji bo danûstendina bi desthilata Şamê re ye. Di wesîqeyê de nerîna kurdan heye û kêm nayê dîtin, divê dezgehên çapemeniya kurd li gorî asta gavên dîrokî yên ku niha di nava civaka kurd tên avêtin, bin.

Di rûniştina sêyemîn a “Rola Kurdan li Sûriyeyê û vebijêrkên destûrî” de berpirsê Nivîsgeha Têkiliyên Giştî ya MSD`ê Hesen Mihemed Elî, hevserokê Desteya Aborî ya Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Mihemed Şewqî Mihemed û parêzer Mûsa Mûsa axivîn û ji hêla hevseroka Meclisa Têkiliyên Dîplomatîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Nûrşan Hisên ve hate birêvebirin.

Konferansa yekrêziya Kurdî rola Şamê girtiye ser xwe

Hesen Mihemed Elî behsa aliyê niştimanî yê belgenameyê û rola Kurdan di Sûriyeya paşerojê de kir û destnîşan kir ku 16 xal di asta Sûriyeyê ya neteweyî de û 11 din ê Kurdî di wesîqeyê de hene, beşa mezin bal dikşîne ser asta Sûriyeyê û mafê hemû pêkhateyan dixwaze. Kongra ku li Şamê hate çêkirin ti pêkhate xwe de te nedît, Konferansa yekrêziya Kurdî rola kongra li Şamê girtiye ser xwe û rola wê lîstiye.

Mihemed Şewqî Mihemed sîstema navendî û nenavendî li Sûriyeyê şîrove kir û da zanîn ku di dema rêjîma Baasê de sîstemeke navendî siyasî hebû her tişt di bin kontrola wê de bû, ji ber vê sîstemê gelê Kurd gelek zehmetî dîtin, sîstema navendî ya îdarî, hiştibû ku hemû sazî di bin desthilata saziyên ewlehiyê yên hikumeta Şamê de bin. Mafê gel ê hilbijartina tişta dixwazin tune bû, tevî hebûna sîstema hilbijartinê jî, lê ew yek jî şeklî bû. Dewleta navendî destê xwe datîne ser mijarên aborî jî û li gorî siyasetên xwe bikartîne. Li vir hate xuyakirin ku tecrubeya Rêveberiya Xweser a nenavendiya ya herî rast e.

Mûsa Mûsa jî di xala misogeriyên destûrî ji Kurdan û pêkhateyên din re da zanîn ku li Sûriyeyê gelek qanûn ku ne weke destûrê derdikevin, di pêvajoya destûrî ya cîhanê de jî pêwîste aliyê siyasî ku wê misoger bike, hebe. Divê meclisa destûrî û dadgeha destûrî bê çêkirin, ji bo wê jî sîstema parlemanî ya herî guncawe.

Beşdaran xuya kir ku heke itîfaq di navbera Rêveberiya Xwesera û desthilata Şamê de çê bibin, divê bi misogeriyeke navneteweyî bên pêkanîn.

Komxebat bi belavkirina spasnameyan li kesayetên ku cihê xwe di rûniştinan de girtibû, bi dawî bû.

Etîket: KomxebatKurdyekrêzî
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Platforma Saziyên Demokratîk: Darvekirinên li dijî gelê Kurd demildest rawestînin

Platforma Saziyên Demokratîk: Darvekirinên li dijî gelê Kurd demildest rawestînin

3 HEZÎRAN 2026
Festîvala Çanda Kurd a Parîsê bi çalakiyên rengîn dewam dike

Festîvala Çanda Kurd a Parîsê bi çalakiyên rengîn dewam dike

30 GULAN 2026
TUÎKê daneyên welidînê nûkirin: Ligel ketina rêjeyê li lûtkeyê bajarên Kurdistanê hene

TUÎKê daneyên welidînê nûkirin: Ligel ketina rêjeyê li lûtkeyê bajarên Kurdistanê hene

21 GULAN 2026
Ji PJAKê peyama Newrozê: Ev Newroza diyarkirina çarenûsa azad e

Berdevka PJAKê Ewrîn: Trump çek dabe kî bila eşkere bike

21 GULAN 2026
GABB komxebata ‘Aborî, komun û kooperatîfan’ li dar dixe

GABB komxebata ‘Aborî, komun û kooperatîfan’ li dar dixe

20 GULAN 2026
Komxebata zarokan bi peyama ‘Gotina me, li gel gotina zarokan e’ dawî bû

Komxebata zarokan bi peyama ‘Gotina me, li gel gotina zarokan e’ dawî bû

18 GULAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Gelo çima siyasetmedar û rewşenbîrên Kurd, hesabên medyaya Kurdî naşopînin?

    Gelo çima siyasetmedar û rewşenbîrên Kurd, hesabên medyaya Kurdî naşopînin?

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan: Mezinkirina yekîtiyê berpirsiyariya me hemûyan a hevpar e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Konferansa ‘Veguherîna Komara Demokratîk’: Divê hemû kes bibe xwediyê pêvajoyê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan ji bo ku xitimîn derbas bibe hin pêşniyar kirine

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Derbarê Rahmî Koç de lêpirsîn hat destpêkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 6ê HEZÎRANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Rahmî Koç heqaret li jinên Kurd kir: Divê lêborînê ji gelê Kurd bixwaze

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Mûrat Aba: Karê dewletê yê ewil ew e ku qanûnan amade bike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bayik û Karayilan: Hewcedarî bi guherîna hişmendiyê heye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Konferansa Jinan a Rêveberiyên Herêmî: Divê bajarên azad bên avakirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • HEZÎRAN 2026 (155)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne