• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
29 HEZÎRAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mitînga Amedê bi dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû

    Mitînga Amedê bi dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû

    Ciwanê birîndar hîn jî di bin çavan de tê girtin

    Ciwanê birîndar hîn jî di bin çavan de tê girtin

    Rapbêj Serhado bi stranên xwe girse coşand

    Rapbêj Serhado bi stranên xwe girse coşand

    Veysî Aktaş: Em ê destûrê nedin aştî veguhere teslîmiyetê

    Veysî Aktaş: Em ê destûrê nedin aştî veguhere teslîmiyetê

    Çîgdem Kiliçgun Uçar: Divê êdî Abdullah Ocalan azad bibe

    Çîgdem Kiliçgun Uçar: Divê êdî Abdullah Ocalan azad bibe

    Gelê Amedê bi girseyî diherike Qada Îstasyonê

    Gelê Amedê bi girseyî diherike Qada Îstasyonê

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Mitînga Amedê bi dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû

    Mitînga Amedê bi dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû

    Ciwanê birîndar hîn jî di bin çavan de tê girtin

    Ciwanê birîndar hîn jî di bin çavan de tê girtin

    Rapbêj Serhado bi stranên xwe girse coşand

    Rapbêj Serhado bi stranên xwe girse coşand

    Veysî Aktaş: Em ê destûrê nedin aştî veguhere teslîmiyetê

    Veysî Aktaş: Em ê destûrê nedin aştî veguhere teslîmiyetê

    Çîgdem Kiliçgun Uçar: Divê êdî Abdullah Ocalan azad bibe

    Çîgdem Kiliçgun Uçar: Divê êdî Abdullah Ocalan azad bibe

    Gelê Amedê bi girseyî diherike Qada Îstasyonê

    Gelê Amedê bi girseyî diherike Qada Îstasyonê

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Konferansa PENa Kurd dest pê kir: Divê Kurdî bibe zimanê fermî

Amed / AW

10 GULAN 2025 - 12:27
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
PENa Kurd bi piştevaniya PENa Navneteweyî li Amedê konferansa bi serenavê “Ji bo bicîkirina benden manifestoya gîronayê” li dar dixe. Konferansa du rojan dê bidome, dest pê kir. Gelek zimanzan, nivîskar û mamoste tev li konferansê bûn.

PENa Kurd bi piştevaniya PENa Navneteweyî û Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bi rasthatina 15ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî dê bi serenavê “Ji bo bicîkirina bendên manîfestoya gîronayê” li Çand Amedê konferansek du rojan li dar dixe. Konferansê îro dest pê kir û dê sibê bi dawî bibe.

Di konferansê de Hevşaredarê Bajarê Mezin a Amedê Dogan Hatun, zimanzan, nivîskar, mamoste, rêverberên DEM Partiyê, DBPê, nûnerên rêxistinên sivîl û gelek kes beşdar bûn.

Konferans bi axaftina Hevserokê Navenda PENa Kurd Omer Fîdan dest pê kir.

‘Ev der nexşa Kurdan û Kurdistanê ye’

Omer Fîdan diyar kir ku ev konferans pêkhatina xewna Kurdan e û wiha got: “Îro mêvanên me ji gelek cihên cuda hatine vir. Tevahî Kurd li vir in. Ev der nexşa Kurdan û Kurdistanê ye. Em hatine qonaxekî gelek girîng, gavên em îro diavêjin gelek girîng in. 15ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî ji bo me pîroz e û divê em piştgiriya vê rojê bikin. Li Bakur û Rojhilatê Kurdistanê li ser Kurdan û pêkhateyan qirkirin heye. Divê em dengê Kurdistanê li her derî berz bikin, ji bo şer bê rawestandin. Divê nivîskar û rewşênbîr jî di nav xebatan de bin.”

‘Hêviyên me xurt dibin’

Paşê peyama Serokê Rûmetê yê Navenda PENa Kurd Dr. Zerdeşt Haco bi rêya sînevîzyonê hat temaşekirin. Zerdeşt Haco diyar kir ku ev konferans gelek girîng e û wiha got: “Em îro di nava qedexekirin û bişaftina zimanê Kurdî de dijîn. Ji bo vê ev konferans gelek girîng e. Em bicîkirina bendên manîfestoya Gîronayê diparêzin. Em îro di nav pêvajoyek girîng de ne. Em hêvî dikin ku zimanê Kurdî azad bibe û azad bijî.”

Piştî axaftinan danişîna yekemîn a konferansê dest pê kir.

Di danişîna yekemîn de Serokê PENa Navneteweyî Bûrhan Sonmez li ser mijara “Navneteweyî Avanî û Xebatên PENa Navneteweyî, Girîngiya Rêxistinbûna/Rêxistinbûnên Navneteweyî” axivî.

Seroka Rûmetê ya Navenda PENa Kurd Dr. Bêrîvan Doskî jî bi mijara “Ji Bo Bidestxistina Mafên Zimanî Girîngiya Bikaranîna Rêyên Dîplomatîk” gotar pêşkêş kir.

Berpirsa Karên Asya û Ewropayê ya PENa Navneteweyî Aurelia Dondo jî li ser mijara “Di Raya Rewşenbîrî ya Navneteweyî de Kurd Dikarin Kîjan Gavan Biavêjin” axivî.

Sonmez: Divê Kurdî bibe zimanê fermî

Burhan Sonmez bi rêya vîdeoyê beşdarî konferansê bû. Burhan Sonmez behsa dîroka PENa Navneteweyî û Kurdî kir û diyar kir ku ew dixwazin li welatê xwe bi Kurdî rabin û rûnên û bi Kurdî bijîn. Sonmez anî ziman ku divê zordariya li ser Kurdî were rakirin û got: “Pêwîst e zimanê Kurdî bibe zimanê fermî.”

‘Divê em di nav xebatan de bin’

Paşê peyama Seroka Rûmetê ya Navenda PENa Kurd Dr. Bêrîvan Doskî hat xwendin. Peyam wiha ye: “Roja zimanê Kurdî silav dikim. PENa Kurd xizmeta zimanê Kurdî dike. Ji bo zimanê Kurdî xebatên gelek giring pêk aniye. Zimanê me nasmeya me ye. Dema zimanê me diçe hebûna me diçe û rastî bişaftinê dimîne. Başûr û Rojava îro zimanê me azad e lê li Bakurê Kurdistanê îro ketiye nav metirsiyê. Ji bo zimanê Kurdî bi milyonan Kurd li ber xwe dan. Divê em di nav xebatan de bin û zimanê xwe azad bikin. Dîplomasiya Kurdî çalakiyan pêk bîne”

‘Têkoşîna Kurdan û Baskê wek hev e’

Paşê peyama Berpirsa Karên Asya û Ewropayê ya PENa Navneteweyî Aurelia Dondo hat xwendin. Aurelia Dondo diyar kir ku ev konferans ji bo Kurdî pîroz e.

Paşê peyama Serokê Giştî yê Komîteya Mafê Ziman û Wergerê ya PENa Navneteweyî û Serokê PENa Baskê Urtzî Urrutîkoetxea hat xwendin. Urtzî Urrutîkoetxea diyar kir ku ew lêborîna xwe dixwaze ku îro ne di nav beşdarên konferansê de ye. Urtzî Urrutîkoetxea da zanîn ku gelê Kurd û Baskê ji hev fam dikin ji ber ku têkoşîn û daxwazên wan wekhev in.

Piştî xwendina peyaman danişîna yekemîn bi dawî bû.

Konferans wê bi danişînên din berdewam bike.

Etîket: 15ê Gulanê Roja Cejna Zimanê KurdîkonseransOmer FîdanPENa KurdPENa NavneteweyîZimane Kurdi
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Konferansa Ziman: Ji bo ziman divê rêveberiyên xwecihî pêşengiyê bikin

Konferansa Ziman: Ji bo ziman divê rêveberiyên xwecihî pêşengiyê bikin

28 HEZÎRAN 2026
Konferansa Zimanê Kurdî bi niqaş û axaftinan didome

Konferansa Zimanê Kurdî bi niqaş û axaftinan didome

27 HEZÎRAN 2026
Konferansa ziman didome: Divê zimanê me bi qanûnan were mîsogerkirin

Konferansa ziman didome: Divê zimanê me bi qanûnan were mîsogerkirin

27 HEZÎRAN 2026
Şaredariya Sûrê ji bo karmendên xwe dest bi kursa Kurdî kir

Şaredariya Sûrê ji bo karmendên xwe dest bi kursa Kurdî kir

26 HEZÎRAN 2026
Di konferansê de ligel ziman gelek mijarên esasî werin niqaşkirin

Di konferansê de ligel ziman gelek mijarên esasî werin niqaşkirin

24 HEZÎRAN 2026
Ji bo Zimanê Kurdî cih û wareke nû: Zimanxane

Ji bo Zimanê Kurdî cih û wareke nû: Zimanxane

19 HEZÎRAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Rika li ber bayê zordariyê nehatiye çemandin: Kadîr Înanir

    Rika li ber bayê zordariyê nehatiye çemandin: Kadîr Înanir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Botanî bi dîlana azadiyê ber bi Amedê ve ketin rê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Konferansa Ziman: Ji bo ziman divê rêveberiyên xwecihî pêşengiyê bikin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan ji bo wefata Kadîr Înanir peyama sersaxiyê şand

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Mitîngên Azadiyê yên Amed û Stenbolê dest pê kirin ZINDÎ

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Konfenransa Ziman: Divê zarok ji zimanê xwe dûr nekeve

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Yek mûhattap heye ew jî birêz Abdullah Ocalan e’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Veysî Aktaş: Em ê destûrê nedin aştî veguhere teslîmiyetê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Wanî: Keştiya Serokatî bi bawer e û li benda gel e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Çîgdem Kiliçgun Uçar: Divê êdî Abdullah Ocalan azad bibe

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • HEZÎRAN 2026 (786)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne