Li seranserê Başûrê Kurdistanê bi çalakiyên cihêreng qurbaniyên Komkujiya Enfalê, di 38emîn salvegera destpêkirina qonaxa sêyemîn a vê qirkirinê de, hatin bîranîn. Tevî ku ji ber rewşa aloz a herêmê îsal merasîmên girseyî û fermî nehatin lidarxistin jî, malbatên qurbaniyan û nûnerên saziyan serdana bîrdariyan kirin û banga peydakirina cenazeyan û dayîna tazmînatê kirin.
Li seranserê Başûrê Kurdistanê bi çalakiyên cihêreng qurbaniyên Komkujiya Enfalê, di 38emîn salvegera destpêkirina qonaxa sêyemîn a vê qirkirinê de, hatin bîranîn. Li navçeya Çemçemalê ya Silêmaniyê ku yek ji navendên herî zêde pêla Enfalê lê rabibû, xizmên enfalkiriyan serdana Bîrdariya Enfaliyan kirin. Malbatan tacegul danîn ber bîrdariyê û daxwaz kirin ku xizmeteke baştir ji bo wan bê kirin û cenazeyên zarokên wan bên peydakirin.
Bi danîna tacegulê qurbanî bi bîranîn

Di heman çarçoveyê de Komeleya Hêvî jî ji bo piştgiriya malbatan tacegul danî ber bîrdariyê. Endamê Komeleyê Îbrahîm Mihemed li cihê çalakiyê daxuyanî da û bal kişand ser encamên wêranker ên şer. Mihemed got, “Ev Enfala ku em îro bi bîr tînin, encama şerekî nerewa bû. Mixabin heta roja me ya îro jî şer dewam dike. Heta ku şer dewam bike wê malwêranî û koçberî jî hebe. Em dixwazin mirov ji şer dûr bin û di nava aştiyê de bijîn.”
Kêmasiya arşîvkirin û muzexaneyan hat nîqaşkirin

Di çarçoveya çalakiyên bîranînê de, li Peymangeha Teknîkî ya Kurdistanê ya li Silêmaniyê bi sernavê “Jenosîd, Enfal, Rexneya li Xwe û yên Din” panelek hat lidarxistin. Di panelê de ku akademîsyen û xwendekar amade bûn, tecrubeyên gelên din ên Cihû, Ermen û Ruwandayê di warê arşîvkirina jenosîdan de hatin nîqaşkirin.
‘Arşîvek baş tune ye’
Axaftvanê panelê Mihemed Heme Salih destnîşan kir ku tevî ew qas qurbanî hatine dayîn jî, li Herêma Kurdistanê hêj muzexane û arşîveke baş a ku hûrgiliyên Enfalê bigihîne nifşên nû û cîhanê, nîne. Salih got, “Nifşekî ciwan ber bi pîrbûnê ve diçe, lê hêj agahiyeke hûr û zanistî li ser pêvajoya Enfalê tune ye.”
‘Baasê jî wekî Naziyan hincet afirandin’
Mamosteyê Zanîngehê û Rojnamevan Edalet Ebdullah jî bal kişand ser polîtîkayên dewletên dagirker û diyar kir ku rejîma Baasê jî mîna Naziyan, ji bo rewakirina komkujiyên xwe hincetên derewîn diafirandin.
Serokkomarê Iraqê daxwaza tazmînatê kir

Serokkomarê Iraqê Nîzar Amedî jî bi boneya 38emîn salvegera Enfalê peyamek weşand. Amedî bi bîr xist ku di vê komkujiyê de zêdetirî 182 hezar Kurd bûne qurbanî û ev yek ji tawanên herî hovane yên dîroka nûjen e. Amedî bang li Hikumeta Federal a Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku hewldanên xwe yên ji bo lêgerîna gorên komî, peydakirina û radestkirina cenazeyan ji bo malbatan zêde bikin. Her wiha Amedî daxwaz kir ku tezmînata madî û manewî ji malbatên qurbaniyan re bê dayîn û herêmên ku ji Enfalê bandor bûne ji nû ve bên avakirin.













