Amedspor îsal bi serkeftin û têkoşîneke dîrokî bû şampiyon û derket Super Lîgê. Pîrozbahiya Amedsporê ya serkeftinê li Qada Newrozê ya Amedê dest pê kir.
Tîma futbolê Amedspor îsal bi piştgiriya alîgirên xwe ve tevî hemû êrişên nijadperest û astengiyan serkeftinek dîrokî bi dest xist, bû şampiyon û derket Super Lîgê. Amedspor vê serkeftina xwe bi sed hezaran aligirên xwe yên ji Amed, bajarên derdorê wê, çar parçeyên Kurdistanê û derve hatine dê heya saetên dereng Qada Newrozê ya navçeya Yenîşehîr a Amedê pîroz dike. Di çarçoveye pîrozbahiyan li gel Serokê Amedsporê Nahît Eren, rayedarên, gelek mêvan dê biaxivin. Di çarçoveya pîrozbahiyan de dê gelek hunermend derkevin ser dikê. Herwiha dê lîstikvanê Amedsporê Kupaya Şampiyontiyê rakin.
Daxuyaniya teqemeniyan
Amedspor bi daxuyaniyekê ji alîgirên xwe xwest fîşekên hewayî, maytap û teqemeniyan neynin li qada pîrozbahiyê. Ji 7 saliyê heta 70 saliyê sed hezaran alîgir bi pankar, forma û dovîzên xwe ve ji niha ve Qada Newrozê tije kirin. Pîrozbahî bi derketina Dj Ramazan Karakaş dest pê kir. Bi sed hezaran kes li qadê alên Amedsporê bilind kirin û govend gerandin. Piştre tîma bê asteng a Amedsporê ya ku di beşa basketbolê bi ser ket û ew jî di beşa xwe da derket Super Lîgê bi Dayika Aştiyê Nezahat Teke re kupa rakir.
Pîrozbahî bi konsera Beser Şahîn berdewam dike.














