• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
20 GULAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Leşkerên tirk li Dirbêsiyê 3 sivîl birîndar kirin

    Leşkerên tirk li Dirbêsiyê 3 sivîl birîndar kirin

    600 koçberên din gihîştin Efrînê

    600 koçberên din gihîştin Efrînê

    Heval û hogirên wî serdana gora Huseyîn Aykol kirin

    Heval û hogirên wî serdana gora Huseyîn Aykol kirin

    Rejîma Îranê cenazeyên girtiyên Kurd nade malbatan

    Rejîma Îranê cenazeyên girtiyên Kurd nade malbatan

    Ji Kobanê 623 malbatên Efrînî vegeriyan warê xwe

    Ji Kobanê 623 malbatên Efrînî vegeriyan warê xwe

    Rejîma Îranê di mehekê de zêdeyî 350 kes darve kir!

    Li 56 girtîgehên Îranê banga mezinkirina têkoşînê

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Leşkerên tirk li Dirbêsiyê 3 sivîl birîndar kirin

    Leşkerên tirk li Dirbêsiyê 3 sivîl birîndar kirin

    600 koçberên din gihîştin Efrînê

    600 koçberên din gihîştin Efrînê

    Heval û hogirên wî serdana gora Huseyîn Aykol kirin

    Heval û hogirên wî serdana gora Huseyîn Aykol kirin

    Rejîma Îranê cenazeyên girtiyên Kurd nade malbatan

    Rejîma Îranê cenazeyên girtiyên Kurd nade malbatan

    Ji Kobanê 623 malbatên Efrînî vegeriyan warê xwe

    Ji Kobanê 623 malbatên Efrînî vegeriyan warê xwe

    Rejîma Îranê di mehekê de zêdeyî 350 kes darve kir!

    Li 56 girtîgehên Îranê banga mezinkirina têkoşînê

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Pirtûka Arvînê derket: Armanca gel a azadiyê vedibêje

Fexredîn Kiliç / AW

26 COTMEH 2025 - 09:00
Kategorî: ÇAND
A A
Amed – Rojnameger Rohat Bûlût ku li 9emîn Pêşengeha Pirtûkan a Amedê pirtûka xwe ya bi navê “Arvîn” îmze kir, derbarê pirtûkê de wiha got: “Xwîner di vê pirtûkê de nasnameya xwe, têkoşîna gelê xwe, serpêhatî û armanca gelê xwe ya azadiyê dibîne.”

9emîn Pêşengeha Pirtûkan a Amedê ku bi hevkariya YEW-KURD, Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, DTSO û TUYAP Fûarcilikê di 18ê Cotmehê de li Navenda Kongre û Fûarê ya Mezopotamyayê ya Navneteweyî dest pê kir îro bi dawî dibe. Di pêşangehê de 32 weşanxaneyên Kurd, saziyên ziman, çanda Kurdî û gelek nivîskarên Kurd jî cih digirin. Yek ji nivîskarê ku li pêşengehê pirtûka xwe îmze dike jî rojnameger Rohat Bûlût e. Pirtûka Rohat Bûlût a bi navê “Arvînê” ji Weşanên Aryenê derket.

Rohat Bûlût di pirtûka xwe de serpêhatiya jina ciwan Arvînê ku bi eslê xwe ji Nisêbînê ye, li Îzmîrê mezin dibe û berê xwe dide berxwedana xwerêveberiyên cewherî yên di sala 2015an li bakurê Kurdistanê hate ragihandin vedibêje. Rohat Bûlût wiha qala Arvînê dike: “Arvîn êdî ferq dike ku ji bona gelê Kurd, nasnameya Kurdî lazim e bi awayekî tev li vê têkoşînê bibe. Û ji Îzmîrê berê xwe dide Nisêbînê, Kurdistanê. Di nava xwerêveberiya cewherî de cih digire, tê Sûrê, Amedê. Piştî bidawîbûna wan şer û pevçûnan rêya azadiyê ya di qadên cudatir de hildibijêre.”

Rohat Bûlût ku derbarê pirtûka de ji ajansa me re axivî, têkildarî pêvajoya nivîsandina pirtûka xwe ev tişt gotin: “Dema min dest bi Arvînê kir, armanceke min a ez bikim pirtûk nebû. Lê ev yek hebû; li bakurê Kurdistanê xwerêveberiyek hate ragihandin. Li Bakur şer û pevçûnek hebû, têkoşînek dihate meşandin. Weke rojnamegerekî min hewl da geşedanên wê demê rojane binivîsim. Min bi vê mebestê dest bi nivîsandinê kir.”

‘Heke neyê nivîsandin dîrok tê ji bîr kirin’

Rohat Bûlût da zanîn ku pêvajoya nivîsandina pirtûkê du salan berdewam kir û wiha domand: “Lehengên ku têkoşîn didan meşandin, kesên ku di xwerêveberiyên cewherî de cih digirtin… Ez bi xwe hem şahidê wê berxwedanê bûm. Ji ber vê yekê hem aliyekî wê yê dîrokî hebû hem jî aliyekî wê berxwedan û têkoşîna azadiyê hebû. Lehengên ku ev têkoşîn dimeşandin hebûn. Bêguman şehadet hebûn. Êş û azar hebûn. Pêvajoyek bû, nêzî deh sal bi ser re derbas dibin. Lê heke neyê nivîsandin dîrok tê ji bîr kirin. Min jî weke rojnamegerekî xwe ji vê yekê berpirsyar dît. Nasîna me ya wan lehengan bû sedem ku ew têkoşîn, berxwedan û keda wan bê nivîsandin û dîtin. Arvîn navê xwe ji lehengên têkoşînê digire. Ne pirtûkeke çêkeriye an jî xeyalî ye. Bûyerên rasteqîn bi lehengên wan re bi zimanekî romanî min nivîsî.”

‘Ji bo ku neyê ji bîr kirin min ev dîrok nivîsand’

Rohat Bûlût bi lêv kir ku Arvîn berhema wî ya yekemîn e û wiha pê de çû: “Biryareke ku ez bikim pirtûk nebû. Lê dosyayeke bi vî rengî di destê min de bû, dîrokek min nivîsî bû, bi pêşniyarên hevalan me got bila bibe pirtûk û were ragihandin. Gelê me, xwînerên me, qet nebe ji dîroka xwe ya nêz haydar be. Min hewl da bi zimanekî romanî vê derxim pêş û ji bo ku neyê ji bîr kirin vê dîrokê binivîsim. Di vê berhemê de keda hemû xebatkarên Aryenê heye.”

‘Diviyabû berhem bibûya Kurdî’

Rohat Bûlût, nivîsandina pirtûka xwe ya bi zimanê Kurdî jî bi van gotinan vegot: “Çima Kurdî? Ez bi xwe rojnamegerekî Kurd im. Civaka lê dijîm civaka Kurd e. Zimanê me Kurdî ye. Diviyabû berhem jî bibûya Kurdî. Ez bi zimanekî din an bi Tirkî nefikirîm. Têkoşîna ji bo nasnameya Kurdî tê dayîn, têkoşîna ji bo gelê Kurd tê dayîn. Bêguman wê ev berhem jî bi Kurdî be. Ez rojnamegerekî Kurd im. Hemû nivîsên min bi Kurdî ne. Lewre jî hem ji ber têkoşîna ji bo Kurdî hem ji ber ji ber zimanê me, zimanê pirtûkê bi Kurdî ye.”

‘Xwîner di vê pirtûkê de serpêhatiya gelê xwe dibîne’

Rohat Bûlût axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Me got pirtûkeke dîrokî ye. Xwîner di vê pirtûkê de dîroka xwe, nasnameya xwe, têkoşîna gelê xwe, serpêhatiya gelê xwe dibîne û di heman demê de armanca gelê xwe ya azadiyê dibîne. Ji bona vê yekê divê çi bê kirin; lehengê ku li vir têkoşîyaye ji xwe re bikin mînak, ji bona azadiya xwe nasnameya xwe dikare çi bike. Rê û rêbazên têkoşînê di vê pirtûkê de hatiye nivîsîn. Hem zimanê wê sivik e hem jî herikbar e. Loma jî divê xwînerek bi dilekî rehet bixwîne.”

Etîket: 9emîn Pêşengeha Pirtûkan a AmedêPirtûka ArvînWeşanên AryenêZeynel Bûlût
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Pêşengeha pirtûkan berdewam dike: Xwendekaran eleqeyeke zêde nîşandan

Pêşengeha pirtûkan berdewam dike: Xwendekaran eleqeyeke zêde nîşandan

23 COTMEH 2025
Îlhan Dayan: Divê her malek ji bo zimanê Kurdî weke dibistanekê be

Îlhan Dayan: Divê her malek ji bo zimanê Kurdî weke dibistanekê be

23 COTMEH 2025
Bi cil û berg û bilûra xwe bala pêşengehê dikişîne

Bi cil û berg û bilûra xwe bala pêşengehê dikişîne

22 COTMEH 2025
‘Weşanên Kurdî nas bikin, pirtûkên Kurdî bistînin û bixwînin’

‘Weşanên Kurdî nas bikin, pirtûkên Kurdî bistînin û bixwînin’

21 COTMEH 2025
Weşangerên Kurd li benda xwînerên xwe ne

Weşangerên Kurd li benda xwînerên xwe ne

21 COTMEH 2025
Pêşengeha Pirtûkan ya Amedê dest pê kir

Pêşengeha Pirtûkan ya Amedê dest pê kir

18 COTMEH 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Weqfa Mezopotamyayê Ferhenga Rastnivîsê çap kir

    Weqfa Mezopotamyayê Ferhenga Rastnivîsê çap kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Heyeta DEM Partiyê ev 53 roj in bi Abdullah Ocalan re hevdîtin nekiriye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 19ê GULANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Kurdan hilbijartinên Şamê red kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Kargeha Hunerê ya Yektayê hat vekirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Heval û hogirên wî serdana gora Huseyîn Aykol kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Agiriyê 20 kes tahliye bûn

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Kongoyê 118 kes ji şewbeya Ebolayê mirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Kongreya Azadî ya Îranê 13 endamên konseyê hilbijart

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Goristana Gaziyê bernemeya bîranînê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • GULAN 2026 (512)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne