Paltforma Tenduristiyê ya Amedê bi boneya 21ê Sibatê li pêşiya Nexweşxaneya Dewletê ya Selahattîn Eyûbî daxuyanî da. Li ser navê platformê, Rêveberiya Odeya Bijîşkan a Amedê Sabîre Aygun axivî û got: “Divê di qada tenduristiyê de zimanê zikmakî bê parastin.”
Bi pêşengtiya Paltforma Tenduristiyê ya Amedê li pêşîya Nexweşxaneya Dewletê ya Selahattîn Eyûbî ji bo 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê daxuyanî dan. Nûner û rêveberên Sendîkaya Kedkarên Tenduristiyê û Xizmeta Civakî (SES) a Şaxa Amedê, Odeya Tabîban a Amedê, Odeya Bijîşkên Diranan a Amedê, Komeleya Derûnnasên Mezopotamyayê (DER-MEZ) ku pêkhateyên Platformê ne û kedkarên tenduristiyê tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankartên bi nivîsa, “Bê zimanê dayikê tenduristî nabe” hildan û dirûşmên “Bê ziman jiyan nabe” berz kirin.
Rêveberiya Odeya bijîşkan a Amedê Sabîre Aygun daxuyanî xwend û wiha got: “Bi rêya zimên nasname, kesayetî, xwebûn û çand ava dibe, pêş dikeve, mirov bi zimanê xwe yê zikmakî hest û ramanên xwe tînin zimên. Wek ku Celadet Elî Bedirxan di Kovara Hawarê de gotiye ‘Ziman şertê heyînê yê pêşîn e’. Polîtîkayên qirkirina çandî û tunekirina hebûnê di sed salên dawî de bi rêya qedexekirina zimên ve tê kirin. Ev polîtîka bi xwe, li ber xwe gihandina xizmetên tenduristiyê jî astengî ava dike.”
Rêveberiya Odeya bijîşkan a Amedê Sabîre Aygun anî ziman ku ew daxwaza xizmeta tenduristiyê ya bi zimanê zikmakî parek ji mafê tenduristiyê, mafê tedawiyê, mafê nexweş û mafê jiyanê yê bingehîn e û wiha got: “Ji bo xizmeteke wekhev û hêja divê di warê tenduristiyê de zimanê zikmakî bê bikaranîn, astengiyên zimên divê werin kêmkirin ku di navbera nexweş û kedkarên qada tenduristiyê de têkilî, ragihandin û bawerî çêbe. Xala herî sereke ya qada tenduristiyê zirar nedayina nexweşan e. Bêyî femkirina nexweş û zimanê wan çawa pêkan dibe ku zirarê nedin nexweşan? Bi rê girtin, binpêkirina mafê bikaranîna zimanê zikmakî re zirara yekem pêk tê. Ji bo ku rê li ber zirardayinê bigirin û xizmetên tenduristiyê werê dayîn divê cudahî nekin navbera nijad, netewe, ziman, zayend, bawerî û çînê. Lê belê li Tirkiyeyê ji bo cudakariyê di qada tenduristiyê de tune bikin, tu gaveke fermî nayê avêtin.”
Sabîre Aygun, destnîşan kir ku di mafê tenduristiyê de, heta niha ji bo zimanê neteweyên ku li Tirkiyeyê dijîn guhertinek nîne û wiha berdewam kir: “Bûyereke herî dawî ku li Sêrtê pêk tê, Fatma Surmelî ji ber ku Tirkî nizane nayê tedawîkirin û hewl didin ku sewkî nexweşxaneyeke bajarê din bikin. Ev kirin û biryar bixwe cudakariya navbera netewe û zimanan nîşan dide. Li gel vê yekê li gellek nexweşxaneyên bajarên ku kurd lê dijîn ji bo şewirmendiyê bi xwe jî derfeta wergerê nîne. Ji ber ku bi rêya wergerê xizmeta tenduristiyê dayîn, taybetiya di navbera nexweş û xebatkarên tenduristiyê de bin pê dike divê li nexweşxaneyên ku li herêmên ku kurd lê dijîn xebatkarên tenduritiyê yên ku bi kurdî bizanin bixebitin.”
Sabîre Aygun herî dawî da zanîn ku ji bo di qada tenduristiyê de pirsgirêka zimanê zikmakî çareser bikin, divê perwerdeya bi zimanê zikmakî di hemû astên perwerdeyê de fermî bibe û wiha bi dawî kir: “Divê di her qadê de bi zimanê zikmakî jiyîn, di her qadê de bê parastin. Wekî sazî û rêxistinên tenduristiyê em xizmeteke wekhev, hêja, bêpere û bi zimanê zikmakî diparêzin. Ji ber 21ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cihanê em dixwazin astengiyên li ber bikaranîna zimanê zikmakî werin rakirin û her kes karibe bi zimanê xwe xizmeta tenduristiyê bibîne.”