* Endamê Komîsyona Girtîgehan a OHDê Ferat Goçeroglû têkildarî binpêkirinên li girtîgehan, rewşa girtiyên nexweş û mafê hêviyê ji ajansa me re axivî.
* Berdevka DEM Partî Ayşegul Dogan a ku li nexweşxaneya Sirri Sureyya Onder tê dermankirin dimîne anî ziman ku li gor agahiyên bijîşkan parvekirine di rewşa Sirri Sureyya Onder de başbûnek heye û got: “Xwesteka wî aştiyeke bi rûmet û mayînde ye. Em bi hêvî ne ku bigihîje xeyalên xwe.”
Kirmanckî
* Dayîka Dêrsimije Haskar Tuncele wextê terteleyê Dêrsimî de hema doman bîya. Aye ma rê behsê meseleya Usivê Xidê Qoncî kerd ke terteleyê Dêrsimî de ameyo kiştiş. Haskar Tuncele seba ey wina vana: “Vaje ximalo şêr o, şêrê cimatan o.”
* Projeya hafizeya çandî ya navneteweyî “Raborî Pêşeroj e” dê li Çand Amedê di roja sêyemîn de berdewam bike. (13.00)
* Geşedanên têkildarî tedawiya Sirri Sureyya Onder dê bên şopandin û serdanên ji bo wî jî dê îro li avahiya rêxistina DEM Partiyê ya Stenbolê pêk werin.