* Li bajaroka Dêrgulê Reşît Benzer 18 donum zeviya xwe ya kuncî lê çandine li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo komunê veqetand û li bendê ye komuna çandiniyê were avakirin.
* Zeviyên firingiyan ên li navçeya Payîzava têne çandin ji ber nexweşiyê, bi tonan firingî di nava zeviyan de riziyan. Ji ber nexweşiya ku ji nişka ve derket holê, cotkaran hemû berhemên xwe di nava zeviyê de hiştin.
* Nûnerên Platforma Saziyên Demokratîk ên Amedê banga tevlibûna meşa 9ê Cotmehê ya Amedê kir û wiha got: “Werin em bi hev re civakeke azad û demokratîk ava bikin.”
* Rêxistinên sivîl û rêxistinên ekolojiyê yên Amedê û rêveberiyên xwecihî dê li tijî talankirina xwezayê li Otogara Amedê daxuyaniyê bidin çapemeniyê (12.15)
* Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamya (MKG) dê merasîma xelatdayîna Rojnamegeriya Jinan a Gurbetelli Ersoz li Navenda ÇandAmedê bide xwediyê wan (19.00)










