Şaredariya Erxeniyê ya Amedê dê di navbera 7 û 10ê Gulanê de li Park Ormanê ya Erxeniyê 2yemîn Rojên Pirtûkan li dar bixe.
Di pêşengtiya Şaredariya Erxeniyê de di navbera 7 û 10ê Gulanê de bi hevkariya Yekitiya Weşangerên Kurd (YEWKURD) û Şaxa Egîtîm Sen a Hejmara 3yemîn a Amedê li Park Ormanê ya Taxa Yenîşehîrê ya navçeya Erxeniyê 2yemîn Rojên Pirtûkan a Şaredariya Erxeniyê dê bê lidarxistin. Di pêşengeha ku zêdetirî 60 weşanxane û 100 nivîskar dê tev li bin de gelek panel, gotûbêj û aktîvîteyên cuda dê bên lidarxistin.
‘Ji bo ku bibin parçeyek ji civatek têgihiştî herkesê vedixwînin’
Şaredariya Erxeniyê di vexwendnameya ku ji bo rojên pirtûkan amadekirî de wiha got: “2yemîn Rojên Pirtûkan ku ji hêla Şaredariya Erxeniyê ve tê organîzekirin, bi hevdîtinek çandî ku nivîskar û xwendevanan tîne cem hev, dê pêk bê. Em her kesê ku baweriya xwe bi hêza ku zanînê ronî dike û ruhê pirtûkan kul i hev dicivîne tîne, ji bo ku bibin parçeyek ji civatek demokratîk û têgihiştî vedixwînin.”
Şaredariya Erxeniyê her wiha vîdeoyeke ku qala girîngiya Rojên Pirtûkan dike belav kir.












