• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
21 HEZÎRAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mahfuz Guleryuz: Dibêjin beriya batlaneyê çerçove qanûn dê were rojeva meclise

    Mahfuz Guleryuz: Dibêjin beriya batlaneyê çerçove qanûn dê were rojeva meclise

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 21ê HEZÎRANA 2026an

    ‘Yek li qesrê û yek jî li zindanê be nabe’

    ‘Yek li qesrê û yek jî li zindanê be nabe’

    Li gelek navçeyên Stenbolê amedekariyên Mitînga Azadiyê

    Li gelek navçeyên Stenbolê amedekariyên Mitînga Azadiyê

    Înîsiyatîfa Malbatên Pîrsûsê: Em ê tu carî dev ji doza edaletê bernadin

    Înîsiyatîfa Malbatên Pîrsûsê: Em ê tu carî dev ji doza edaletê bernadin

    ‘Polîtîkayên koçberiyê ji perspektîfa mafên mirovan dûr dikevin’

    ‘Polîtîkayên koçberiyê ji perspektîfa mafên mirovan dûr dikevin’

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Senatorê Amerîkî gefa sûîkastê li rejima Îranê xwar

Navenda Nûçeyan / AW

7 ÇILE 2026 - 09:15
Kategorî: CÎHAN, MANŞET
A A
Senatorê Amerîkî yê partiya Komarperestan Lîndsey Graham diyar kir ku Îran êrişên li ser çalakgeran bidomîne dê Serokdewletê Amerîkayê Donald Trump biryara sûîkasta Serokê Olî yê Îranê Elî Xamaney bide. Balyozxaneya Sanal a Îranê ya DYAyê jî bi daxuyaniyekê diyar kir ku Îranê êrişî nexweşxaneyan dike.

Çalakiyên gelên Îranê bi boneya krîza aborî û daxwaza azadiyê dane despêkirin, ket roja 11emîn. Çalakî her ku li tevahiya Îranê berbelav û zêde dibin. Êrişên rejîma Îranê yên li dijî çalakiyan jî berdewam dikin. Li dijî êrişên Îranê yên li ser gel, bertekên ji derveyî jî zêde dibin. Senatorê Amerîkî yê Partiya Komarperestan Lîndsey Graham parvekirinek têkildarî çalakiyan li ser hesaba xwe ya Xê weşand.

Di parvekirinê de Graham balê dikişîne ser çalakiyên gelê û êrişên Îranê yên li dijî çalakgeran. Di parvekirinê de wiha hate gotin: “Êdî divê mirovên xirab bizanibin ku dema Serok Trump tiştek got dê bi rastî jî bi cih bîne. Li gorî min Ayetûllah û mirovên wî mirovên herî xirab in. Ew Nazîyên oldar ên gelê xwe terorîze dikin e. Bêyî ferq û cudahiyê gelê jiyanek baştir dixwaze, dikujin. Bi dehan sale Îran terorîzma herî mezin a dewletê dimeşîne.”

‘Ji Îranê re alîkarî tê’

Graham di mûlakata xwe ya bi Fox Newsê re de jî bal kişand ser mezinbûna çalakiyan û wiha got: “Dive gelê Îranê bizanibe ku em piştgiriya wan dikin. Trump ne Obama ye. Ew piştgiriya we dike.” Graham bang li Alî Hamaney jî kir û wiha domand: “Divê hûn bizanibin ku ger hûn gelê jiyanek baştir dixwaze û ji bo vê derketiye kolanan bikujin, Donald Trump jî dê we bikuje. Li Îranê guherîn pêk tê. Ev guherîn dê gelan ji rejîma Nazî xilas bike û bibe guherîna herî mezin a Rojhilata Navîn. Ji Îranê re alîkarî tê.”

Rejîmê êrişî nexweşxaneyek din kir

Balyozxaneya Sanal a Îranê ya DYAyê jî têkildarî pêşketinan li ser hesaba xwe ya fermî ya Xê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku rejîma Îranê êrişên xwe yên li hemberî sivîl û wargehên sivîl berdewam dike. Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn: “Piştî êrişa li hemberî nexweşxaneya li Îlamê, niha jî li Tehranê nexweşxaneyek rastî êrişê hat. Êrişên li hemberî nexweşxaneya ku tekane peywira wan e ku nexweşxan tedawî bike, hovîtî, bêrêzî û bêrûmetiya rejîma Komara Îranê ya li hemberî gel û mafan nîşan dide. Divê wargehên tenduristiyê hedef neyên girtin. Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê van êrişan şermezar dike û bang li rejîma Îranê dike ku van êrişan rawestîne.

Etîket: AmerîkaDonald TrumpRejîma Îranê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Îranê li Iraqê komên veşartî ava kirine

Îranê li Iraqê komên veşartî ava kirine

19 HEZÎRAN 2026
Hêzên rejîma Îranê 7 jinên Belûç birîndar kir û 3 jinan binçav kir

Hêzên rejîma Îranê 7 jinên Belûç birîndar kir û 3 jinan binçav kir

18 HEZÎRAN 2026
Bîlançoya şerê DYA û Îranê: Hezar û 500 kes mirin û 3 milyon kes jî koçber bûne

Bîlançoya şerê DYA û Îranê: Hezar û 500 kes mirin û 3 milyon kes jî koçber bûne

18 HEZÎRAN 2026
Berdevkê Dîplomasiyê yê PJAKê: Lihevkirina Amerîka û Îranê demkî ye

Berdevkê Dîplomasiyê yê PJAKê: Lihevkirina Amerîka û Îranê demkî ye

17 HEZÎRAN 2026
Sê Kurd ji aliyê rejîma Îranê ve hatin binçavkirin

Sê Kurd ji aliyê rejîma Îranê ve hatin binçavkirin

15 HEZÎRAN 2026
Rêxistina Efûyê bang li rejîma Îranê kir: Darvekirinan rawestîne

Rêxistina Efûyê bang li rejîma Îranê kir: Darvekirinan rawestîne

14 HEZÎRAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Abdullah Ocalan: Avakirina Komînan divê teqez bê pêşxistin

    Abdullah Ocalan: Avakirina Komînan divê teqez bê pêşxistin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Mehmet Kamaç: Gel amade ye divê partiyên Kurdan jî amade bin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Bedlîsê cerdevanan zêdetirî 100 pezên gundiyan kuşt

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Mîrateyek ji bîra aborî û çandî ya Amedê hildiweşe

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ÎHD: Rasul Kocaturk û Resûl Baltaci demildest berdin!

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Welat û Aram kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan: Ol ji pergala exlaqî û jiyana civakî hatiye dûrxistin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 20ê HEZÎRANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Xizmên Windayan: Heya aştî pêk neyê winda jî nayê dîtin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Serlêdanên ji bo Kargehên KASEDê dê heta 16ê Tîrmehê bidomin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • HEZÎRAN 2026 (584)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne