Balyozê DYAyê yê Enqereyê Tom Barrack ku di Gulana 2025an de weke Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê hatibû wezîfedarkirin, li gorî daxuyaniya Wezîrê Derva yê Amerîkayê, Barrack ji wezîfeyê hate girtin. Lê paşê dema wezîfeya Barrack hate dirêjkirin û nûnertiya taybet a Iraqê jî li wezîfeya wî hate zêdekirin. Tom Barrack ji Gulana 2025an ve ne weke dîplomatek lê bêtir weke “karsazekî bazarê” tevgeriyaye. Siyaseta Barrack ji aliyê gelên herêmê ve weke mînakeke herî rût û bêexlaq a pragmatîzma Amerîkayê tê pênasekirin.
Siyaseta derva ya DYAyê ya li hemberî Sûriyeyê û peymankariyên nû yên li herêmê, di bin sîwana “Berjewendiyên Amerîkayê” de rûyê xwe yê qirêj û pragmatîk nîşan dide. Balyozê DYAyê yê Enqereyê Tom Barrack ku di gulana 2025an de weke Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê hatibû wezîfedarkirin, li gorî daxuyaniya Wezîrê Derva yê Amerîkayê Marco Rubio ji wezîfeya xwe ya fermî hate girtin. Lê paşê dema wezîfeya Barrack hat dirêjkirin û nûnertiya taybet a Iraqê jî li ser wezîfeya wî hat zêdekirin. Pêngavên Barrack ên di navbera destpêkirin û niha ya wezîfeya wî de, ji aliyê gelê Kurd ve weke “dagirkeriya serdemî” û hewldana tasfiyekirina destkeftiyên şoreşê tê nirxandin.
Bazarên siyasî yên li Enqere û Şamê
Tom Barrack ji meha gulanê ve ne weke dîplomatek lê bêtir weke “karsazekî bazarê” tevgeriyaye. Barrack di hevdîtinên xwe yên taybet ên li Enqereyê yên bi Wezîrê Derva yê Tirk Hakan Fîdan re, daxwazên ewlehiyê û polîtîkayên dij-Kurd ên dewleta Tirk rênîşander girtine û ji bo vê yekê jî destkeftiyên gelê Kurd kiriye qada muzakereyê. Tê diyarkirin ku di bin navê “Çarçoveya Sêalî ya DYA-Tirkiye-Sûriye” de, li ser lawazkirin û tunekirina xweseriya herêmê lihevkirin hatiye çêkirin.
Li gorî Helwesta Barrack Kurd ne hevkar in, karta bazarê ne
Di vê pêvajoyê de helwesta Tom Barrack a li hemberî Kurdan bi temamî li ser nêzîkatiyeke kolonyalist û amûriyan ava bûye. Ji bo Barrack û tîma wî, vîna siyasî ya Kurdan û modela Rêveberiya Xweser ne “rêveberiyeke rewa”, lê tenê weke “maddeyeke bazirganiyê” ya ku dikare ji bo razîkirina Enqere û Şamê bibe qurban, hatiye dîtin. Barrack, tevî hemû qurbaniyên Kurdan ên di şerê li dijî DAIŞê de, helwesteke sar û pragmatîk nîşan da û Kurd weke “hêzeke demkî ya ku wezîfeya xwe qedandiye” pênase kir. Ev nêzîkatî nîşan dide ku felsefeya Barrack a li hemberî Kurdan, li ser bingeha “bikaranîn û avêtinê” hatiye avakirin.
Hevdîtinên li pişt perdeyê û plana entegrekirinê
Li gorî agahiyên ku ji herêmî hatine girtin, bi navbeynkariya rasterast a Barrack, di navbera rêveberiya nû ya Şamê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk de peymaneke pêngav bi pêngav a entegrasyonê hatiye ferzkirin. Her çend di vê peymanê de hin mafên çandî yên şiklî û mafê hemwelatîbûnê weke “pûşekî” hatibin nîşandan jî, armanca sereke girêdana QSDyê ya bi Wezareta Navxweyî ya Şamê ye. Ev pêngav, hewldana rasterast a tunekirina pergala Konfederalîzma Demokratîk û modela jiyana hevpar e.
Xetên sor ên Kurdan
Li hemberî van zextên dîplomatîk û hewldanên ferzkirina entegrasyoneke şiklî ya bi Şamê re, vîna siyasî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê “xetên xwe yên sor” bi biryardarî datîne holê. Çavkaniyên nêzî Rêveberiya Xweser û Meclîsa Sûriyeya Demokratîk destnîşan dikin ku rûniştina li ser maseya muzakeran nayê wateya teslîmiyetê. Li gorî helwestên siyasî yên herêmê, sê xalên bingehîn weke xetên sor ên ku nayên nîqaşkirin hatine destnîşankirin.
Parastina statûya QSDê: Hêzên Sûriyeya Demokratîk tu carî weke polîsekî herêmî yê girêdayî Wezareta Navxweyî ya Şamê nayê qebûlkirin. Kurd daxwaz dikin ku QSD weke artêşeke taybet û qanûnî, bibe parçeyekî parastina Sûriyeya federal a paşerojê lê xweseriya xwe ya fermî û fermandariya xwe biparêze.
Parastina modela Rêveberiya Xweser: Sîstema kantonan, qanûna bingehîn a herêmî saziyên ku bi keda şoreşê hatine avakirin, qada muzakereyê nîn in. Şam divê qebûl bike ku rêveberiya herêmî mafekî destûrî yê gelan e.
Zimanê dayikê û perwerdehî: Di sîstema perwerdehiyê ya ku bi kurdî, erebî û suryanî hatiye avakirin de, paşve nayê gavavêtin û guhertina wê bi sîstema navendî ya Baasê re nayê pejirandin.
Plana parçekirina hevsengiya Kurd-Ereban

Bazarên siyasî yên ku li Enqere û Şamê bi destê Barrack dihatin meşandin, rîskeke herî mezin li ser hevsengiya civakî ya herêmê ava dike. Rêveberiya Xweser di nava 10 salên borî de karîbû bi felsefeya “Neteweya Demokratîk” Kurd, Ereb, Suryan û Tirkmenan di bin sîwaneke hevpar de bîne cem hev, bi taybetî li herêmên mîna Dêrezor, Reqa û Minbicê ku piraniya wan Ereb in. Lê belê, plana tasfiyeyê ya ku ji aliyê Enqere û Şamê ve tê sêwirandin, rasterast van rîskên li jêr derdixe pêş.
Fitneyên qewmî û eşîrtî: Enqere û Şam dixwazin eşîrên ereb li dijî rêveberiya kurd sor bikin û herêmê bixin nava şerekî qewmî. Bi vê rêyê, dixwazin nîşan bidin ku “Kurd nikarin herêmên ereban bi rê ve bibin”.
Zemîna ji bo vegerandina DAIŞê: Ger sîstema ewlehiyê ya hevpar a Kurd û Ereban lawaz bibe, şaneyên razayî yên DAIŞê dê vê valahiyê bi kar bînin. Ev rewş metirsiya şerekî nû û hov ê navxweyî li herêmên ereb-nişîn zêde dike.
Polîtîkayên tolhildanê yên Şamê: Vegera rejîma Şamê ya bê şert û merc ji bo van herêman, nayê wateya îstîqrarê. Berevajî vê, xelkê herêmê (bi taybetî ciwanên ereb ên ku tevli şoreşê bûne yan ji leşkeriya rejîmê reviyane) dê rûbirûyî girtin, îşkence û tolhildana saziyên îstîxbaratî (Muxaberat) yên Şamê bibin. Ev yek bixwe sedema serhildan û şerên nû ye.
Şantajên li ser girtiyên DAIŞ’ê û amadekariya ‘herêma dagirkeriyê’
Yek ji biryarên herî krîtîk ku bi daxwaza Enqereyê û bi destê Barrack hatî girtin, ragihandina “miada QSDyê ya li dijî DAIŞê qediya ye” ye. Bi vê biryara qirêj re, ragirtina girtiyên DAIŞê û kontrola kampên xeter ên mîna Holê gav bi gav ji QSDyê tê girtin û radestî navenda Şamê tê kirin. Ev rewş weke “polîtîkayên fedakirin û xiyanetê yên Washingtonê xayîna ne” di rojevê de cih digire. Her wiha bi dûrxistina hêzên herêmî ji sînor re, ji bo projeya Enqereyê ya dagirkeriyê ya bin navê “Herêma Bêteror” zemîn tê amadekirin. Barrack bi vê helwesta xwe, bi zanabûn gefa DAIŞê li ser serê Kurdan weke şantajeke siyasî bi kar anî.
Kedxwariya li ser hesabê gelan
Nirxandinên çavkaniyên herêmî radixin ber çavan ku nasnameya karsaziyê ya Barrack û têkiliyên wî yên kûr ên bi welatên Kendavê re, ji bo jinûve avakirina Sûriyeyê weke fersendeke sermayeyê û talanê tê bikaranîn. Di dema ku cezayên li ser Sûriyeyê di gulana 2025an de hatibûn rakirin, li ser hesabê keda gelên herêmê, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo sermayeya navneteweyî, Kendav û Tirkiyeyê weke laboratuvareke aborî û qada mêtingehbûnê tê sêwirandin. Barrack bi daxwaza desteserkirina serwetên bin erdê yên herêmê, rûyê xwe yê herî rût ê li dijî aboriya serbixwe ya Kurdan nîşan daye.
Lîstik dê li pişt perdeyê berdewam bike
Her çend Wezîrê Derva Marco Rubio daxuyand be ku erka Barrack a fermî ya Nûnertiya Sûriyeyê bi dawî bûye jî, hate destnîşankirin ku Barrack weke Balyozê Enqereyê dê li pişt perdeyê lîstika xwe ya qirêj a li ser dosyayên Sûriye û Iraqê bidomîne. Siyaseta Barrack ji aliyê gelên herêmê ve weke mînakeke herî rût û bêexlaq a pragmatîzma Amerîkayê tê pênasekirin. Atmosfera li herêmê nîşan dide ku li dijî van planên tasfiyeyê û helwesta bêtolerans a Barrack a li hemberî destkeftiyên neteweyî, berxwedana gelan dê bibe bersiva sereke.













