• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
07 KANÛN 2025
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Rojnameger: Divê ku yasayên entegrasyonê werin çêkirin

    Rojnameger: Divê ku yasayên entegrasyonê werin çêkirin

    Welatiyên Wanî: Berbelavbûna hişbirê encama şerê taybet e

    Welatiyên Wanî: Berbelavbûna hişbirê encama şerê taybet e

    Beşdarên Konferansa Navneteweyî: Azadiya Ocalan azadiya gelê Kurd e

    Beşdarên Konferansa Navneteweyî: Azadiya Ocalan azadiya gelê Kurd e

    ROJEVA 07ê KANÛNA 2025an

    ROJEVA 07ê KANÛNA 2025an

    Panela ‘Kurd, di xebatên derûnnasiyê de’ hat lidarxistin 

    Panela ‘Kurd, di xebatên derûnnasiyê de’ hat lidarxistin 

    Roja yekem a Konferansa Navneteweyî bi dawî bû

    Roja yekem a Konferansa Navneteweyî bi dawî bû

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Rojnameger: Divê ku yasayên entegrasyonê werin çêkirin

    Rojnameger: Divê ku yasayên entegrasyonê werin çêkirin

    Welatiyên Wanî: Berbelavbûna hişbirê encama şerê taybet e

    Welatiyên Wanî: Berbelavbûna hişbirê encama şerê taybet e

    Beşdarên Konferansa Navneteweyî: Azadiya Ocalan azadiya gelê Kurd e

    Beşdarên Konferansa Navneteweyî: Azadiya Ocalan azadiya gelê Kurd e

    ROJEVA 07ê KANÛNA 2025an

    ROJEVA 07ê KANÛNA 2025an

    Panela ‘Kurd, di xebatên derûnnasiyê de’ hat lidarxistin 

    Panela ‘Kurd, di xebatên derûnnasiyê de’ hat lidarxistin 

    Roja yekem a Konferansa Navneteweyî bi dawî bû

    Roja yekem a Konferansa Navneteweyî bi dawî bû

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

TJAyê bernameya çalakiyên 25ê Mijdarê aşkere kir

Navenda Nûçeyan / AW

7 MIJDAR 2025 - 18:58
Kategorî: JIN, MANŞET
A A
TJAyê bernameya çalakiyên ku di çarçoveya 25ê Mijdarê de dê di navbera 3yê Mijdarê û 10ê Kanûnê de bên lidarxistin, aşkere kir.

TJA dê çalakiyên 25ê Mijdarê, bi dirûşma “Bi civaka demokratîk ber bi jiyana azad a bê tundî ve” li dar bixe. TJA bi daxuyaniyek nivîskî bernameya çalakiyên ku dê di navbera 3yê Mijdarê û 10ê Kanûnê de li dar bixe, parve kir.

Hûrguliyên bernameyê wiha ne:

*Di 9ê Mijdarê de, starta 25ê Mijdarê dê bi meş û daxuyaniyekê li Mersîn û Êlihê bê dayîn.

*Komunên dijî-tundûtûjiyê yên TJA dê ji 3yê Mijdarê heta 10ê Kanûnê li gund, tax, kolan, mal, qehwexane û deverên din ên li seranserê hemî parêzgehan civîn, kombûn û rûniştinên perwerdeyê li dar bixin, hişyariyê zêde bikin û atolyeyên xweparastinê li dijî zêdebûna şîdeta li ser jinan, kuştina jinan, xwekuştin, tacîz û tecawizê li dar bixin.

*Komunên dijî-tundûtûjiyê yên TJA dê di çarçoveya 25ê Mijdarê de li deverên ku mêr lê serdest in çalakiyan jî li dar bixin. Ew ê pankart, poster û panoyên bi sloganên wekî “Jin jiyane jiyane nekuje” û “Gotinên me neqediyane, em ê bi hev re şîdetê rawestînin” hilgirin. Ew ê di çarçoveya 25ê Mijdarê de li qehwexaneyan atolyeyên hişyariyê û veguherîna mêran li dar bixin. Ew ê li ser avakirina civatek demokratîk a bêtundûtûjî nîqaş bikin.

*Li parka jinan a Rojîn Kabaîş a Amed, saziyên jinan ên ku ji hêla rêveberiyên herêmî yên demokratîk ve hatine damezrandin dê werin nasandin û polîtîkayên wan dê bi raya giştî re werin parvekirin.

*Di 16ê Mijdarê de, TJA dê li Meydana Azadiyê ya Bakırkoy a Stenbolê, bi beşdarbûna sosyalîstên çepgir, femînîst û jinên ji çand, huner û baweriyên cûrbecûr, platformek aştiyê ava bike. Ew ê deng û daxwazên jinan ên di derbarê pêvajoyê de bîne ziman. Jin dê azadiya Rêberê Gelê Kurd Ocalan bixwazin.

*Di 25ê Mijdarê de, TJA dê li Îzmîr, Stenbol, Enqere, Mersîn, Edene, Bursa, Mugla, Antalya, Kocaelî, Manîsa, Aydin, Hatay, Dîlok, Riha û Dêrsimê, bi rêxistinên jinan û tevgerên jinan ên femînîst re meşan li dar bixe.

*Di 25ê Mijdarê de, li Amed, Wan, Mêrdîn, Bedlîs, Mûş, Agirî, Colemêrg, Şirnex, Êlih, Erzirom, Sêrt û Îdirê, meş dê werin lidarxistin.

*Di 29ê Mijdarê de, rêxistina jinan a KESK dê beşdarî mîtîngekê li Wanê bibe.

*Di 29 û 30ê Mijdarê de, ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amed ve dê komxebatek were lidarxistin da ku çareserî, rêbaz û polîtîkayên di derbarê têkoşîna li dijî şîdeta li dijî jinan de ji perspektîfa jîneolojiyê ve werin nîqaşkirin.

*Di 1ê Kanûnê de, wekî beşek ji Tevgera Azadiyê li Îzmîrê, jin dê di civînek bi beşdariya sosyalîstên çepgir, femînîst û gelek derdorên çandî, hunerî û olî, deng û daxwazên xwe yên de têkildarê pêvajoya civaka demokratîk de biaxivin.

*Di çarçoveya Hefteya Mafên Mirovan a 10ê Kanûnê de, rêzeçalakî dê bi rêxistinên mafên mirovan re di çarçoveya mafê hêviyê de werin lidarxistin.

*Wekî TJA, em ê hem organîzator û hem jî beşdarên mîtînga mezin a jinan a li Enqerê di 28ê Kanûnê de, ku ji hêla rêxistinên jinan ve bi hev re tê organîzekirin, bin.

Etîket: 25ê MijdarêBernameÇalakîTJA
FacebookTweet

Nûçeyên Din

Ji bo piştgiriya gelê Lacanê çalakî hatin lidarxistin

Ji bo piştgiriya gelê Lacanê çalakî hatin lidarxistin

1 KANÛN 2025
Li dijî kana ku xwezayê wêran dike çalakî hat lidarxistin

Li dijî kana ku xwezayê wêran dike çalakî hat lidarxistin

30 MIJDAR 2025
Mewlûda gerîlayên ap û birazî hate dayîn

Mewlûda gerîlayên ap û birazî hate dayîn

27 MIJDAR 2025
Hatîmogullari: Divê edî komîsyon derbasî merhaleya qanûnî bibe

Hatîmogullari: Divê edî komîsyon derbasî merhaleya qanûnî bibe

25 MIJDAR 2025
Abdullah Ocalan: Me azadiya jinan ji xwe re esas girt

Abdullah Ocalan: Me azadiya jinan ji xwe re esas girt

25 MIJDAR 2025
Amed bi alên 25ê Mijdarê hat xemilandin

Amed bi alên 25ê Mijdarê hat xemilandin

24 MIJDAR 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foruma Hewselê tê guhertin: Dibe ku ji lîsteya UNESCOyê derkeve!

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan ji endamên Komîsyonê re got: Divê maf û hebûna Kurdan bê naskirin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Ocalan ji heyetê re got: Pêvajo di merhaleyeke krîtîk de ye divê bi hev re gav bên avêtin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foza Yûsif: Yekîtiya demokratîk a Kurdan çêbibe wê ev sedsal bibe sedsala Kurdan

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Keda 200 salî ya Hesinkarê Ermenî Xaço û hedatî

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • KANÛN 2025 (103)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne