• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
18 GULAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li Îzmîrê panela 15ê Gulanê: Divê xwedî li Kurdî bê derketin

    Li Îzmîrê panela 15ê Gulanê: Divê xwedî li Kurdî bê derketin

    Li 3 navçeyên Stenbolê şehîdên meha Gulanê hatin bîranîn

    Li 3 navçeyên Stenbolê şehîdên meha Gulanê hatin bîranîn

    Egîtîm Sen a Îzmîrê Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir 

    Egîtîm Sen a Îzmîrê Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir 

    Ji kampusan ber bi jiyana azad ve: KODER vebû

    Ji kampusan ber bi jiyana azad ve: KODER vebû

    Xwendekarên Îzmîrê Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir

    Xwendekarên Îzmîrê Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir

    Şaxa ÎHDê ya Îzmîrê: Windakirina di bin çavan de sûcekî li dijî mirovahiyê ye

    Şaxa ÎHDê ya Îzmîrê: Windakirina di bin çavan de sûcekî li dijî mirovahiyê ye

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Li Îzmîrê panela 15ê Gulanê: Divê xwedî li Kurdî bê derketin

    Li Îzmîrê panela 15ê Gulanê: Divê xwedî li Kurdî bê derketin

    Li 3 navçeyên Stenbolê şehîdên meha Gulanê hatin bîranîn

    Li 3 navçeyên Stenbolê şehîdên meha Gulanê hatin bîranîn

    Egîtîm Sen a Îzmîrê Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir 

    Egîtîm Sen a Îzmîrê Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir 

    Ji kampusan ber bi jiyana azad ve: KODER vebû

    Ji kampusan ber bi jiyana azad ve: KODER vebû

    Xwendekarên Îzmîrê Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir

    Xwendekarên Îzmîrê Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir

    Şaxa ÎHDê ya Îzmîrê: Windakirina di bin çavan de sûcekî li dijî mirovahiyê ye

    Şaxa ÎHDê ya Îzmîrê: Windakirina di bin çavan de sûcekî li dijî mirovahiyê ye

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Tûncer Bakirhan: Em ê Newroza 2025an bikin Newroza azadiyê

Amed / AW

11 ADAR 2025 - 13:28
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan diyar kir ku Newroza 2025an ji bo gelan aştî û têkoşînê gelekî girîng e û destnîşan kir ku dê Newroza 2025an bikin Newroza aştiyê.

Bi beşdariya Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, Hevserokên Giştî yên DBPê Keskîn Bayindir û Çîgdem Kiliçgun Uçar, Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, aktîvîstên TJAyê, parlamenterên DEM Partiyê Mehmet Kamaç û Sînan Çîftyurek li ber sûrên Amedê li Deriyê Mêrdînê deklarasyona Newroza 2025an hat eşkerekirin.

Ji bo deklarasyonê li derve civîna çapemeniyê hat lidarxistin. Nûner û rêveberên Partiya Însan û Azadiyê (PÎA), Partiya Azadî, Partiya Komunist a Kurdistanê (KKP), DDKDê û gelek saziyên sivîl ên civakî tev li civînê bûn.

Piştî Hevserokê KCDê Berdan Ozturk deklarasyona Newrozê xwend, axaftin hatin kirin.

‘Agirê Newrozê çiqas geş bibe rola jinên têkoşer ku bedel dane gelek mezin dibe’

Aktîvîsta TJAyê Hulya Alokmen Ûyanik a li vir axivî behsa xebatên TJAyê kir. Hulya Alokmen Ûyanik bal kişand ser peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wiha got: “Nameya birêz Ocalan ji bo jinan bi rê kiribû li qada hate xwendin. Ev name ji aliyê jinan ve bi coşeke mezin hate pêşwazîkirin. Ji aliyê jinan ve xwedî derketinek û rêxistinkirinek mezin nebe ev pevajo an ku aştî û demokrasi pêk nayê. Newroz hem ji bo kurdan hem jî ji bo gelên Rojhilata Navîn cejneke girîng e. Em dizanin agirê Newrozê çiqas geş bibe rola jinê têkoşer ku heta îro bedel dane gelekî mezin e. Em hîna li ser şopa Zekiye, Rehşan Ronahî û Bêrîvanan in. Ên ku bedena xwe bi vînek mezin kirine agirê Newrozê.
Bi van hestan em bang li hemû jinan dikin ku biryarbûna coşa ku di 8ê Adarê de derket holê divê em li qadên Newrozê jî berdewam bikin û bilind bikin. Em ê bi rengên xwe cil û bergên xwe, bi gotin û stranên xwe, bi tilîlî û coşa xwe li qadên Newrozan bin.”

‘Navê Newrozê berxwedan e’

Pişt re Hevseroka Giştî ya DBPê Çîgdem Kiliçgun Ûçar axivî. Çîgdem Kiliçgun Ûçar diyar kir ku îsal bi “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” ber Newrozê ve diçin û wiha got: “Navê Newrozê ji bo me berxwedan e, agirê wê ronahî ye. Ev berxwedan ji bo rêber e.” Çîgdem Kiliçgun Ûçar di berdewama axaftina xwe de ev tişt gotin: “Kawa çi kiribe îro gelê kurd wê dike. Mazlûm Doganan, Zekiye Alkanan ew kirin. Van kesan mizgînî dane me. Mizginiya azadiyê dane me. Ev mizgînî bi banga aştî û civaka demokratîk mezintir dibe. Birêz Ocalan dibêje ku ‘Berxwedan û têkoşînê ji xwe re bikin rêber. Siyaset û civaka demokratîk bi destê xwe ava bikin’.”

‘Newroza 2025an ji bo gelan gelekî girîng e’

Dû re Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan axivî. Tûncer Bakirhan diyar kir ku Newroza 2025an ji bo gelan aştî û têkoşînê gelekî girîng e û destnîşan kir ku dê Newroza 2025an bikin Newroza aştiyê.

Tuncer Bakirhan got ku “Em ê li Tirkiye û Kurdistanê ji Birêz Ocalan re bibêjin ku ‘em ê xwedî li banga te derkevin’ û ev tişt gotin: “Em ê di Newrozê de bi awayekî xurt xwedî li vê banga dîrokî derkevin, ji vir heta Îmraliyê daxwaza aştî û demokrasiyê ya kurdan, tirkan, bindestan ragihînin em ê berpirsyartiya xwe bi cih bînin. Ev bang di heman demê de banga ji Newrozê re ye. Divê em bi layiqê vê bangê tevli Newrozê bibin. Em bi awayekî xurt xwe bi rêxistin bikin.”

‘Mûtabaqata li Sûriyeyê hate kirin gelekî girîng e’

Bakirhan, bal kişand ser peymana di navbera rêveberiya Sûriyeyê û HSDê de pêk hat û wiha bi lêv kir: “Duh bangek jî ji Sûriyeyê hat. Mûtabaqata li wir hate kirin gelekî girîng e, li gorî banga birêz Ocalan e. Mûtabaqeteke ku hemû gel bikarin bi hev re bijîn hate îmzekirin. Ev dê ji banga birêz Ocalan re bibe bersivek. Di wî metnî de çiqas kurd hebin, ewqas elewî jî hene, xirîstiyan û ereb hene. Hemû rengên Sûriyeyê hene.”

‘Beriya her tiştî divê em miletê kurd bibin xwe’

Serokê Giştî yê Partiya Azadî Ayetullah Aştî yê pişt re axivî jî wiha got: “Wextê mirovek ne bi xwe be nikare azad bike û şiyar bike. Newroz heqîqet e ku beriya her tiştî xwedî li xwe derkeve, kesê xwe nas neke di hemû awayê jiyanê de weke xwe nebe, bi zimanê xwe nejî ew nebûye xwe. Beriya her tiştî divê miletê kurd em bibin xwe. Bi ziman cil û berg, kevneşopiya xwe bijîn. Em ji xwebûna xwe fedî nekin. Heke em bixwazin ser bikevin û em azad bibin divê em pêşî bibin xwe.

Piştî axaftinan, beşdaran agirê Newrozê pêxist. Piştre girseyê li ber def û zirneyê demekî dirêj li dora agirê Newrozê govend gerand. Deklerasyon bi coşeke mezin bi dawî bû.

 

Etîket: Abdullah OcalanDEM PartîNewrozNewroza 2025anRêbertiya Azad Civaka Demokratîk
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Îzmîrê panela ‘Em ber bi ku ve diçin?’ hat lidarxistin

Li Îzmîrê panela ‘Em ber bi ku ve diçin?’ hat lidarxistin

17 GULAN 2026
Atîlla Yenîsoy: Heta ke Serek Apo azad nêbo, aştî şaşitî ya

Tevî ku astengdar e jî aştî û azadiyê qîr dike: Divê dewlet zû gavan biavêje

17 GULAN 2026
Li Stenbolê konferansa ‘Komun şaredarî ye, şaredarî komun e’ hate lidarxistin

Li Stenbolê konferansa ‘Komun şaredarî ye, şaredarî komun e’ hate lidarxistin

17 GULAN 2026
Li Sêrtê meşa ji bo aştiyê: Dem dema gavavêtinê ye

Li Sêrtê meşa ji bo aştiyê: Dem dema gavavêtinê ye

16 GULAN 2026
Li Enqereyê meşa ji bo aştiyê: Aştî gavên werêkî dixwaze

Li Enqereyê meşa ji bo aştiyê: Aştî gavên werêkî dixwaze

16 GULAN 2026
Li Cizîra Botan bi hezaran kes ji bo aştî û azadiya Ocalan meşiyan

Li Cizîra Botan bi hezaran kes ji bo aştî û azadiya Ocalan meşiyan

16 GULAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Otomatik taslak

    KOM Muzîkê bersiv da îdiayên Mem Ararat

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Hevalê Çaran ê zindanê: Hewcehiya me bi ruhê Zindana Amedê heye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Xwendekarên Îzmîrê Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Şehîdên meha Gulanê em ji tunebûnê anîn hebûnê’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Sempozyûma Zimanê Kurdî bi dawî bû: Kurdî bikin zimanê bazirganiyê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 17ê GULANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Komxebata ‘Ji nû ve Avakirina Bajaran a bi Zarokan re’ dest pê kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Zimanzanên Kurd: Divê Kurdî bibe zimanê serwer, perwerde û hunerê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Em ji bo Kurdî statuyê dixwazin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • GULAN 2026 (464)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne