Waliyê Hewlêrê Omed Xoşnaw, Waliyê Dihokê Elî Teter û Waliyê Soran Helgurd Şêx Necîb serdana rêxistina DEM Partiyê ya Wanê kirin û li ser pêvajoyê axivîn.
Waliyê Hewlêrê Omed Xoşnaw, Waliyê Dihokê Elî Teter û Waliyê Soran Helgurd Şêx Necîb bi şandeyeke ji Herêma Kurdistanê pêk tê, serdana rêxistina DEM Partiyê ya Wanê kirin. Şandeya Herêma Kurdistanê ji bo tev li çalakiyên Roja Taştê ya Cîhanê ku Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Wanê (VATSO) ve tê lidarxistin bibin, hatin bajarê Wanê. Şande, ji hêla parlamenter, rêveber û endamên DEM Partiyê ve hatin pêşwazîkirin.
Di serdanê de li ser rewşa siyaseta giştî ya Kurdan û pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” axaftin hatin kirin û aliyan kêfxweşiyên xwe yên ji bo pêvajoyê anîn ziman.









