• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
15 GULAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Ji Baroya Wanê ji bo Kurdî gaveke girîng

    Ji Baroya Wanê ji bo Kurdî gaveke girîng

    Li Stenbolê Cejna Zimanê Kurdî hate pîrozkirin

    Li Stenbolê Cejna Zimanê Kurdî hate pîrozkirin

    Kadîr Înanir rakirin çavdêriya awarte

    Kadîr Înanir rakirin çavdêriya awarte

    Bazîd ji bo Kurdî bi meşaleyan meşiya

    Bazîd ji bo Kurdî bi meşaleyan meşiya

    Konsera Cejna Zimanê Kurdî: Ne rojeke her roj Kurdî

    Konsera Cejna Zimanê Kurdî: Ne rojeke her roj Kurdî

    Li Mêrdînê Komeleya Ziman a Mezopotamyayê hat vekirin

    Li Mêrdînê Komeleya Ziman a Mezopotamyayê hat vekirin

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Ji Baroya Wanê ji bo Kurdî gaveke girîng

    Ji Baroya Wanê ji bo Kurdî gaveke girîng

    Li Stenbolê Cejna Zimanê Kurdî hate pîrozkirin

    Li Stenbolê Cejna Zimanê Kurdî hate pîrozkirin

    Kadîr Înanir rakirin çavdêriya awarte

    Kadîr Înanir rakirin çavdêriya awarte

    Bazîd ji bo Kurdî bi meşaleyan meşiya

    Bazîd ji bo Kurdî bi meşaleyan meşiya

    Konsera Cejna Zimanê Kurdî: Ne rojeke her roj Kurdî

    Konsera Cejna Zimanê Kurdî: Ne rojeke her roj Kurdî

    Li Mêrdînê Komeleya Ziman a Mezopotamyayê hat vekirin

    Li Mêrdînê Komeleya Ziman a Mezopotamyayê hat vekirin

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Welatiyên Sêrtê: Ev zilm e

Mahmût Altintaş / AW

29 ÇILE 2025 - 17:56
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Sêrt – Welatiyên Sêrtê ku li dijî tayinkirina qeyûm, li pêş şeredariyê di çalakiyê de ne bertek nîşanî tayinkirina qeyûm dan û gotin: “Em ê li dijî qeyûm li vir bin. Ew çi dikin bila bikin. Banga me li gelê kurd û gelê Sêrtê ew e ku xwedî li şeredariya xwe derbikevin.”

Wezareta Karên Navxweyî yê Tirk qeyûm tayinî şeredariya Sêrtê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) kir. Piştî qeyûm tayinî şeredariyê kir, hevşeredar Sofya Alagaş û Mehmet Kaysî ji pêywîrê hatin dûrxistin û li şûna wan Waliyê Sêrtê Kemal Kizilkaya pêywîrdar kirin. Piştî tayinkirina qeyûm gelê Sêrtê herikîn pêş şeredariyê û li wir qeyûm protesto dikin. Me jî mîkrofonê xwe dirêjî çalakvanên li ber şeredariyê kir. Ji çalakvanan dayika 80 salî Komrî Kaçar bertek nîşanî tayinkirina qeyûm da û got: “Me şeredarî bi ked û vîna xwe bi dest xist. Ew çend meh in em li ser şeredariya xwe bûn. Ew birçî bûne. Ji bo bidizin careke din qeyûm tayinî şeredariyê dikin. Em ê dîsa li ber xwe bidin û şeredariya xwe bistînin. Xwedê vê yekê qebûl nake.”

‘Çi dikin bila bikin em ê li vir bin’

Çalakvanê bi navê Sadik jî anî ziman ku ew ê li ber şeredariyê çalakiya xwe bidomînin û got: “Qeyûm diz in. Vîna me dizîn. Bi hilbijartinê şeredarên me hatin hilbijartin. Daxwaza me ew e ku dawî li vê sepanê bînin. Qeyûm zilm e. Em ê jî li dijî vê yekê li vir bin. Çi dikin bila bikin.”

Ji çalakvanan Aydin Şen jî bertek nîşanî tayinkirina qeyûm da û wiha axivî: “Qeyûm li dijî hiqûqî ye. Bi vîna me hevşeredar hatin hilbijartin. Ew yek nayê qebûlkirin. Em vê zilme qebûl nakin. Banga me li gelê kurd ew e ku rabin li ser pîyan.”

Ji çalakvanan Leyla Çaprak jî li dijî tayinkirina qeyûm ew bang li gelê Sêrtê kir: “Ew zilm e. Heqeret e. Me bi vîna xwe stand. Em jî li dijî vê yekê ji bo şeredariya xwe hatin vir. Em vê yekê qebûl nakin. Banga me li gelê kurd û gelê Sêrtê ew e ku xwedî li şeredariya xwe derbikevin.”

Etîket: QeyûmŞaredarîsêrtSofiya Alagaş
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Êlih û Sêrtê Cejna Zimanê Kurdî hat pîrozkirin

Li Êlih û Sêrtê Cejna Zimanê Kurdî hat pîrozkirin

15 GULAN 2026
Berxwedana 223 karkerên di roja 289an de ye: Li dijî vîna gelê Wanê heqaret e

Berxwedana 223 karkerên di roja 289an de ye: Li dijî vîna gelê Wanê heqaret e

13 GULAN 2026
Li Sêrt û Êlihê 1ê Gulanê bi girseyî hate pîrozkirin

Li Sêrt û Êlihê 1ê Gulanê bi girseyî hate pîrozkirin

1 GULAN 2026
Li Êlih û Sêrtê banga tevlibûna 1ê Gulanê hate kirin

Li Êlih û Sêrtê banga tevlibûna 1ê Gulanê hate kirin

29 NÎSAN 2026
Li Sêrtê banga 1ê Gulanê: Em bibin yek û li ber zextan rabin

Li Sêrtê banga 1ê Gulanê: Em bibin yek û li ber zextan rabin

29 NÎSAN 2026
Qeyûmê berê yê Xelfetiyê sewqî edliyeyê kirin

Qeyûmê berê yê Xelfetiyê sewqî edliyeyê kirin

27 NÎSAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Şoreşgerê penûsê: Celadet Elî Bedirxan

    Şoreşgerê penûsê: Celadet Elî Bedirxan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Kurd bi ‘arşîva dîjîtal’ navên gund û bajarên xwe diparêzin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Nivîskar Yildiz Çakar li Balafirgeha Stenbolê hat binçavkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bakirhan: Heta Kurdî nebe zimanê perwerdehiyê pêvajo nagihîje encamê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Enqereyê dibistana zimanê Kurdî: ANKA-DER

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 15ê GULANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Bi banga Abdullah Ocalan rihê parastina zimanê kurdî xurt bû’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Xebatên ji bo Kurdî têrê nakin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Polîs pêşwazîkirina Hîkmet Akbaş asteng kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Kovara Vînê dest bi weşanê kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • GULAN 2026 (404)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne