Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Fuad Husên bi serdaneke fermî gihîşt paytexta Sûriyeyê Şamê.
Wezareta Karên Derve yê Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand ku Wezîrê Karên Derve Fuad Husên li ser vexwendina Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Esed El Şeybanî bo serdaneke fermî gihîşt Sûriyeyê.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku wezîr dê hevdîtinan bi rayedarên Sûriyeyê re bike da ku li ser rêyên xurtkirina têkiliyên her du welatan û pêşxistina hevkariya hevbeş di warên siyasî, ewlehî, aborî û bazirganiyê de, gotûbêj bikin.













