• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
30 HEZÎRAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Ciwanên Niştimanperwer: Li Pawe 2 cerdevan hatin cezakirin

    Ciwanên Niştimanperwer: Li Pawe 2 cerdevan hatin cezakirin

    OHD: Dadgeha Bilind cezayê kujerê muzîkjen Aymaz erê kir

    OHD: Dadgeha Bilind cezayê kujerê muzîkjen Aymaz erê kir

    Li Paweyê 2 pasdarên Îranê hatin kuştin

    Li Paweyê 2 pasdarên Îranê hatin kuştin

    ‘Em ê bibin şopdarên 17 biryarên ku me girtine’

    ‘Em ê bibin şopdarên 17 biryarên ku me girtine’

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 30yê HEZÎRANA 2026an

    Li Siwêdayê pevçûn

    Li Siwêdayê pevçûn

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Ciwanên Niştimanperwer: Li Pawe 2 cerdevan hatin cezakirin

    Ciwanên Niştimanperwer: Li Pawe 2 cerdevan hatin cezakirin

    OHD: Dadgeha Bilind cezayê kujerê muzîkjen Aymaz erê kir

    OHD: Dadgeha Bilind cezayê kujerê muzîkjen Aymaz erê kir

    Li Paweyê 2 pasdarên Îranê hatin kuştin

    Li Paweyê 2 pasdarên Îranê hatin kuştin

    ‘Em ê bibin şopdarên 17 biryarên ku me girtine’

    ‘Em ê bibin şopdarên 17 biryarên ku me girtine’

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 30yê HEZÎRANA 2026an

    Li Siwêdayê pevçûn

    Li Siwêdayê pevçûn

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Zeydan: Ev êrişek li dijî vîna gel e
Şedal: Vîna gel ji AKPê mezintir e

Bazîd Evren / AW

11 SIBAT 2025 - 15:36
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Wan – Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Wanê Abdullah Zeydan û Neslîhan Şedal ji ajansa me re axivîn û diyar kirin ku biryar êrişek li dijî vîna gelê Wanê ye û gotin: “Vîna gelê Wanê ji AKPê û polîtîkayên wê mezintir e.”

Danişîna 8emîn a doza Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan li 5emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat lidarxistin. Dadgehê daxwaza taloqkirina danişînê ya parêzeran red kir û 3 sal û 9 meh cezayê girtîgehê li Abdullah Zeydan birî. Li dijî vê biryarê gel berê xwe da ber Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê û biryara dadgehê protesto dikin. Gel ji bo xwedîderketina li vîna xwe li ber şaredariyê dest bi nobetê kiriye.

Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Wanê Abdullah Zeydan û Neslîhan Şedal derheqê biryara dadgehê de ji Ajansa Welat re axivîn.

Abdullah Zeydan biryara dadgehê weke êrişêk li dijî vîna gelê Kurd û gelê Wanê pênase kir û wiha got: “Ev dozên em pê tên darizandin hemû jî pûç in û bingeha wan nîn e. Desthilat talîmat daye darazê. Dixwazin ev cezayên dadgeh dide me ji bo xwe bikin sedema qeyûman. Ev yek li dijî vîna gelê Kurd bê tehamuliyek e. Ji bo xwe li hincetan digerin ku vîna gelê Wanê ya aştîxwaz desteser bikin. Gelê me di 31ê Adarê de bersiveke xurt û dîrokî da desthilatê. Li ser rêya rewa û demokrasiyê nekarîn vîna gelê Wanê desteser bikin û niha dixwazin bi lîstikên darazê vê yekê pêk bînin.”

‘Em nahêlin careke din qeyûm diziya gel bike’

Abdullah Zeydan da zanîn ku ew pratîka qeyûman ji nêz ve dizanin û bûne şahidê pratîka qeyûman û got ku qeyûm li dijî hebûna gelê Kurd êrişek siyasî ye. Abdullah Zeydan anî ziman ku qeyûm dizî û talan e û ev yek anî ziman: “Ji ber vê yekê gelê Wanê her 14 şaredarî jî teslîmî partiya xwe kirin û dan me. Kesên ku li ser sindoqê nekarîn îradeya gelê Wanê têk bibin, teşebus kirin ku mazbataya me desteser bikin. Li dijî vê yekê gelê Wanê berxwedaneke pîroz nîşan da û gelên Tirkiyeyê yên aştîxwaz jî piştgiriya me kirin. Wê îro jî li dijî lîstikên daraz û desthilatê gelê me xwedî li vîna xwe derbikeve û nahêlin ku careke din qeyûm were mal, milk û çavkaniyên wan talan bikin û bidizin.”

‘Em xwedî vîn in û vîn rûmet e’

Abdullah Zeydan bi bîr xist ku ew xwedî vîn in û vîn jî rûmeta gelan e. Adullah Zeydan diyar kir ku ew dê heta dawiyê li cem gelê xwe bin û got ku tevî sermayê jî gelê Wanê ji bo xwedîderketina vîna xwe li ber şaredariyê ye. Abdullah Zeydan bi domdarî wiha got: “Me roja ewil sozek daye vî gelî, çawa wan vîna xwe parastiye, em jî dê bedela wê çibe bila bibe li cem gelê xwe ne. Em destûr nadin ku memûrekî/ê bînin danin ser vîna milyonek û 200 hezar mirovan ku dizî û talanan bikin. Heta dawiyê em ê vîna xwe, demokrasiyê û edaletê biparêzin. Em bi gelê xwe bi bawer in, gelê Wanê sekneke dîrokî nîşan daye û wê bide. Wê dîsa xwedî li vîna xwe derbikeve. Em niha li ber şaredariya xwe ne, xelkê kom bi kom tê vir û xwedî li îradeya xwe derdikeve. Em bang li gelê xwe dikin, mafê wan e ku li vîna xwe û demokrasiyê xwedî derbikevin. Gel destûrê nade dizan û talankaran. Em bang li tevahiya gelên Tirkiyeyê jî dikin ku ev êriş û bêhiqûqî tenê li dijî me nayê kirin, li dijî 85 milyon mirovan tê kirin. Bila ew jî piştevaniya gelê Wanê û Kurd bikin. Em mazlûm in, hûn jî li gel mazlûman bin ku em li dijî vê bêhiqûqiyê serbikevin.”

‘Ev demên dawî yên AKPê ne’

Hevşaredar Neslîhan Şedal jî diyar kir ku desthilat ev demeke dirêj e li dijî vîna gelê Kurd û gelên Tirkiyeyê polîtîkayên qirêj dimeşîne. Neslîhan Şedal destnîşan kir ku desthilat naxwaze bi vîna gelê Kurd bajêr bên birêvebirin û got: “Lewra îro jî dixwazin vîna gelê Kurd tune bihesibînin. Li dijî vê yekê têkoşîna gelê Kurd ev demeke dirêj e didome, lê em dibînin ku AKP xwe li ser desteserkirina vîna gel li ser pêya digire. Ev demên dawî yên AKPê ne, lewma dixwaze di demên xwe yên dawî de Kurdan hedef bigire û vîna wan binpê bike. Lê em dibînin ku weke her car gelê me îro jî bi me re ye û xwedî li vîna xwe derdikeve.”

‘Vîna gel em in ne qeyûm e’

Neslîhan Şedal anî ziman ku wateya qeyûman tunehesibandina gelê Kurd e, zimanê gelê Kurd e û çand û nasnameya gelan e. Neslîhan Şedal da zanîn ku îro jî dixwazin bi vê teşebusê polîtîkayên xwe yên qirêj li ser gel bimeşînin. Neslîhan Şedal diyar kir ku pirsgirêkên bajar pir in û desthilat naxwaze ev pirsgirêk bi pêşengiya rêveberiyên xwecîhî bên çareserkirin û wiha domand: “Dixwazin vê jiyana bêrûmet bikin jiyana gelê Wanê. Doza hevaşerdarê me Abdullah Zeydan hincet e ji bo qeyûm. Îro biryara qeyûm nîn e, lê teşebus heye. Vîna gel em in, ne qeyûm e.”

‘Vîna gel ji AKPê mezintir e’

Neslîhan Şedal bal kişand ser bandora qeyûman a li ser bajaran û polîtîkayên qeyûman weke alav û amûrên şerê taybet nirxand. Neslîhan Şedal anî ziman ku wan di 9 salên dawî de dîtiye ku qeyûman exlaq û nirxên civakê binpê kirine û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Hemû hêmanên ku civakê dike civak binpê kirin e, zimanê me, çanda me nas nekirin e û navendên ku ji bo ciwan afirandinekê bikin, hînî çand û zimanê xwe bibin girtin e. Qadên jinan ku me li dijî tundiya li ser jinan vekiribûn, hatibûn girtin û weke navendên asîmîlasyonê hatibûn bikaranîn. Me bi gelê xwe re di nava 9 mehan de xizmetek pêş ve bir û me rengê jinan di nava taxan de ava kir. Navendên ciwanan û kreşên zarokan ên pirzimanî me vekirin. Bêtehemuliya desthilatê ew bû ku gel jî tev li vê pêvajoya xizmeta me bûbû. Hezkirinek û qebûlkirinek gelek mezin heye ji aliyê gel ve. Vîna gelê me ji polîtîkayên AKPê û AKPê bi xwe jî mezintir e. Em bang dikin ku gelê me tev li nobeda me bibe.”

 

 

Etîket: Abdullah ZeydancezaHevşaredarên WanêNeslîhan ŞedalQeyûmŞaredariya Bajarê Mezin a Wanê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

OHD: Dadgeha Bilind cezayê kujerê muzîkjen Aymaz erê kir

OHD: Dadgeha Bilind cezayê kujerê muzîkjen Aymaz erê kir

30 HEZÎRAN 2026
Cezaya li Ayşe Gokkan hatî birîn li Îzmirê hat şermezarkirin

Cezaya li Ayşe Gokkan hatî birîn li Îzmirê hat şermezarkirin

26 HEZÎRAN 2026
DAKAPê cezayê li Ayşe Gokkan hatiye birîn şermezar kir

DAKAPê cezayê li Ayşe Gokkan hatiye birîn şermezar kir

20 HEZÎRAN 2026

Li Tûşbayê ‘Rojên Wêje û Pirtûkan’ dest pê kir

18 HEZÎRAN 2026
24 sal û 9 meh ceza li tecawizkar hat birîn

24 sal û 9 meh ceza li tecawizkar hat birîn

17 HEZÎRAN 2026
Zeydan: Em ê bi civakek demokratîk layîqî nirxên xwe bimînin

Zeydan: Em ê bi civakek demokratîk layîqî nirxên xwe bimînin

9 HEZÎRAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Beşdarên Konferansa Zimanê Kurdî: Statuya ziman dê aştiya civakî pêk bîne

    Beşdarên Konferansa Zimanê Kurdî: Statuya ziman dê aştiya civakî pêk bîne

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Em ê bibin şopdarên 17 biryarên ku me girtine’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Gora Şêx Seîd û hevalên wî eşkere, îtîbara wan teslîm bikin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 30yê HEZÎRANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji bo bîranîna cangoriyên 14ê Tîrmehê berhemeke nû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Komeleya Şêx Seîd: Mîrateya wan bûye bingeha têkoşîna azadiya gelê me

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • KCKê Şêx Seîd û hevalên wî bi bîr anî

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Amedê panela ji bo Şêx Seîd: Têkoşîna wî têkoşîna hebûn û tunebûnê bû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Serhado: Repbêjî di eslê xwe de çîrokbêjî û dengbêjî ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Konferansa Ziman: Konfederasyona/Komuna Saziyên Zimanê Kurdî bê avakirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • HEZÎRAN 2026 (814)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne