• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
15 GULAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    NÛÇE TV di Roja Cejna Zimanê Kurdî de dest bi weşanê dike

    NÛÇE TV dest bi weşanê kir

    Daxuyaniyên 15ê Gulanê: Em jiyanê bi Kurdî bixemilînin HATE NÛKIRIN

    Daxuyaniyên 15ê Gulanê: Em jiyanê bi Kurdî bixemilînin HATE NÛKIRIN

    Li Amedê dê komxebata ji bo zarokan bê lidarxistin

    Li Amedê dê komxebata ji bo zarokan bê lidarxistin

    Li Enqereyê dibistana zimanê Kurdî: ANKA-DER

    Li Enqereyê dibistana zimanê Kurdî: ANKA-DER

    ‘Xebatên ji bo Kurdî têrê nakin’

    ‘Xebatên ji bo Kurdî têrê nakin’

    Kurd bi ‘arşîva dîjîtal’ navên gund û bajarên xwe diparêzin

    Kurd bi ‘arşîva dîjîtal’ navên gund û bajarên xwe diparêzin

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    NÛÇE TV di Roja Cejna Zimanê Kurdî de dest bi weşanê dike

    NÛÇE TV dest bi weşanê kir

    Daxuyaniyên 15ê Gulanê: Em jiyanê bi Kurdî bixemilînin HATE NÛKIRIN

    Daxuyaniyên 15ê Gulanê: Em jiyanê bi Kurdî bixemilînin HATE NÛKIRIN

    Li Amedê dê komxebata ji bo zarokan bê lidarxistin

    Li Amedê dê komxebata ji bo zarokan bê lidarxistin

    Li Enqereyê dibistana zimanê Kurdî: ANKA-DER

    Li Enqereyê dibistana zimanê Kurdî: ANKA-DER

    ‘Xebatên ji bo Kurdî têrê nakin’

    ‘Xebatên ji bo Kurdî têrê nakin’

    Kurd bi ‘arşîva dîjîtal’ navên gund û bajarên xwe diparêzin

    Kurd bi ‘arşîva dîjîtal’ navên gund û bajarên xwe diparêzin

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Li Amedê dê komxebata ji bo zarokan bê lidarxistin

Gulîzar Turkoz / AW

15 GULAN 2026 - 11:08
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Amed – Bi pêşengtiya Komeleya Berî Her Tiştî Zarok û bi tevlibûna gelek saziyên sivîl ên ji bajarên heremê dê di 17-18ê Gulanê de li Amedê Komxebata ‘Ji nû ve Avakirina Bajaran a bi Zarokan re” bê lidarxistin. Endama Komeleyê Hîvran Tîmûr destnîşan kir ku armanca wan ew e ku li ser maf, perwerde û zimanê zarokan perspektîfeke hevpar ava bikin.

Komeleya Berî Her Tiştî Zarok bi hevkariya Zarok TV, Konseya Bajêr a Amedê, Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Weqfa Koçberiyê dê di 17 û 18ê Gulanê de li Parka Sumerê ya Amedê “Komxebata Ji nû ve Avakirina Bajaran a bi Zarokan re” li dar bixe. Dê ji Amedê û ji gelek bajarên bakurê Kurdistan saziyên sivîl tev li komxebatê bibin.

Komxebata ku dê saet di 09:30an de dest pê bike bi armanca ku ji bo mafên zarokan, beşdariya jiyana bi hev re ya li bajaran û veguherîna demokratîk zemîna hizirîn û hilberîneka pardar ava bike tê lidarxistin.

Saziyên ku komxebatê li dar dixin banga tevlibûnê kirin û wiha gotin: “Em ji xwe ra dikin armanc ku bi beşdarên ku dê ji dezgeh û dîsîplînên cuda werin bahev, pêşnîyazên polîtîkayan yên şênber geş bikin û gavên wisa biavêjin ku dikarin bên sepandin.
Em bawer dikin ku tecrubeyên me, xebat û danehevên me yên dezgehî û perspektîfên me parçeyên jêneger yên vê qonaxê ne.

Lewra kapasîteya afirandina veguherîneka mayinde û bimana; bi tenê dikare bi hewldaneka kolektîf ava bibe ku failên cuda tên gelhev û hev xurt dikin.
Em dê gelekî dilxweş bibin ku em di komxebatê de we di nav xwe da bibînin.”

Endama Komeleya Berî Her Tiştî Zarok Hîvran Tîmûr derbarê vê komxebatê de axivî.

‘Pêwîstî piştî hevdîtina bi 525 zarokan re derket holê’

Hîvran Tîmûr da zanîn ku fikra lidarxistina vê komxebatê piştî raporeke wan a ku salek berê hatibû amadekirin derketiye holê û wiha got: “Salek berê me li 5 bajaran raporek amade kir. Di vê xebatê de nêzîkî 623 kes amade bûn û me bi 525 zarokan re hevdîtinên rû bi rû pêk anîn. Me pirsên xwe rasterast ji zarokan pirsîn. Di encamê de me dît ku li qadê gelek binpêkirinên mafên zarokan hene. Piştî bersivên zarokan û tespîtkirina van binpêkirinan, bi referansa vê raporê pêwîstiya vê komxebatê derket holê.”

‘Ev komxebat ji bo hemû herêmê ye’

Hîvran Tîmûr bal kişand ser rola Amedê ya di xebatên zarokan de û destnîşan kir ku Amed di qada mafên zarokan de xwedî tecrubeyeke gelekî mezin e. Hîvran Tîmûrê diyar kir ku wan xwestiye vê tecrubeyê bi herêmê re parve bikin û got: “Me jî xwest bi rêya van tecrubeyan em hev bibînin lê ne tenê weke saziyên ku li Amedê dixebitin, me xwest ev komxebat ji bo hemû herêmê be. Em bêjin ji Agirî, Colemêrg, Wan, Mêrdîn û Mûşê jî dê nûnerên saziyên sivîl tev li vê komxebatê bibin. Armanc hinekî ew e ku di dawiya vê komxebatê de em perspektîfeke hevpar derxînin holê. Di 17 û 18ê Gulanê de em ê li Amedê, li Parka Sumerê bin.”

‘Dê mêvanê me ji Katalonyayê jî amade bin’

Hîvran Tîmûrê diyar kir ku heya niha 55 kesan serî li komxebatê daye û dê nêzîkî 30 saziyên sivîl jî beşdar bibin, lê ji ber ku wan giranî daye nûnertiya profesyonel a saziyan, komxebat ji bo beşdariya girseyî ne vekirî ye û wiha domand: “Di organîzasyona komxebatê de ji bilî Komeleya Berî Her Tiştî Zarok; Zarok TV, Konseya Bajar a Amedê, Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Weqfa Koçê cih digirin. Her wiha bi rêya projeyekê piştgirî ji Katalonyayê jî hatiye girtin ku Ajansa Katalanî û hevalên wan ên ji Katalonyayê jî dê di komxebatê de amade bin.”

‘Armanc perspektîfeke hevpar a li ser perwerde û ziman e’

Hîvran Tîmûrê di dawiya axaftina xwe derbarê armanca sereke ya komxebatê wiha got: “Bi hatina nûnerên ji hemû herêmê, em dixwazin di derheqê jiyana zarokan, mafên wan û bi taybetî li ser perwerde û ziman perspektîfeke hevpar derkeve holê. Armanca me ew e ku em vê perspektîfa hevpar biafirînin û ji niha pê ve xebatên xwe bi vî rengî, bi hev re bimeşînin.”

Etîket: Komelaya Berî Her Tiştî ZarokKomxebata 'Ji nû ve Avakirina Bajaran a bi Zarokan re”
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

’20 Mijdarê Roja Mafên Zarokan ji bo welatê me girîng û watedar e’

’20 Mijdarê Roja Mafên Zarokan ji bo welatê me girîng û watedar e’

19 MIJDAR 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Şoreşgerê penûsê: Celadet Elî Bedirxan

    Şoreşgerê penûsê: Celadet Elî Bedirxan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Kurd bi ‘arşîva dîjîtal’ navên gund û bajarên xwe diparêzin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Navçeya Girê Sor bû deryaya kulîlkên sor

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 15ê GULANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Polîs pêşwazîkirina Hîkmet Akbaş asteng kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • 15ê Gulanê: Cejna Zimanê Kurdî û têkoşîna hebûnê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Tirkiye li ser sînorê Rojava xendekê dikole

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Xebatên ji bo Kurdî têrê nakin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Siyasetmedaran ji bo meşa ‘Gavek ji bo aştiyê’ banga tevlibûnê kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Enqereyê dibistana zimanê Kurdî: ANKA-DER

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • GULAN 2026 (381)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne