• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
28 HEZÎRAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mitînga Wanê ya bi heybet bi dawî bû

    Mitînga Wanê ya bi heybet bi dawî bû

    Li Stenbolê êrişa polîsan: 2 ciwan birîndar bûn û 6 ciwan hatin binçavkirin

    Li Stenbolê êrişa polîsan: 2 ciwan birîndar bûn û 6 ciwan hatin binçavkirin

    Ciwanan ji bo “Mitînga Azadiyê” banga tevlibûnê kir

    Ciwanan ji bo “Mitînga Azadiyê” banga tevlibûnê kir

    Li Esenlerê bangawaziya Mitînga Azadiyê

    Li Esenlerê bangawaziya Mitînga Azadiyê

    Tulay Hatîmogullari: Ev pêvajo divê bi aştiyê tacîdar bibe  Çetîn Arkaş: Em dixwazin ku Rêber Apo demildest bê berdan

    Tulay Hatîmogullari: Ev pêvajo divê bi aştiyê tacîdar bibe
    Çetîn Arkaş: Em dixwazin ku Rêber Apo demildest bê berdan

    Sebahat Tuncel: Wê deriyên Îmraliyê gel veke, ne dewletKeskîn Bayindir: Em ê dawiya dawî bigihêjin statu û mafê xwe

    Sebahat Tuncel: Wê deriyên Îmraliyê gel veke, ne dewlet
    Keskîn Bayindir: Em ê dawiya dawî bigihêjin statu û mafê xwe

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Mitînga Wanê ya bi heybet bi dawî bû

    Mitînga Wanê ya bi heybet bi dawî bû

    Li Stenbolê êrişa polîsan: 2 ciwan birîndar bûn û 6 ciwan hatin binçavkirin

    Li Stenbolê êrişa polîsan: 2 ciwan birîndar bûn û 6 ciwan hatin binçavkirin

    Ciwanan ji bo “Mitînga Azadiyê” banga tevlibûnê kir

    Ciwanan ji bo “Mitînga Azadiyê” banga tevlibûnê kir

    Li Esenlerê bangawaziya Mitînga Azadiyê

    Li Esenlerê bangawaziya Mitînga Azadiyê

    Tulay Hatîmogullari: Ev pêvajo divê bi aştiyê tacîdar bibe  Çetîn Arkaş: Em dixwazin ku Rêber Apo demildest bê berdan

    Tulay Hatîmogullari: Ev pêvajo divê bi aştiyê tacîdar bibe
    Çetîn Arkaş: Em dixwazin ku Rêber Apo demildest bê berdan

    Sebahat Tuncel: Wê deriyên Îmraliyê gel veke, ne dewletKeskîn Bayindir: Em ê dawiya dawî bigihêjin statu û mafê xwe

    Sebahat Tuncel: Wê deriyên Îmraliyê gel veke, ne dewlet
    Keskîn Bayindir: Em ê dawiya dawî bigihêjin statu û mafê xwe

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

2yemîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya Dusseldorfê dest pê kir

Navenda Nûçeyan / AW

24 NÎSAN 2025 - 11:15
Kategorî: ÇAND Û HUNER
A A
Festîvala Fîlmên Kurd a Dusseldorfê ya 2yemîn doh êvarê li bajarê Dusseldorf ê Elmanyayê destpê kir. Bi dehan derhêner, lîstikvan û fîlmçêker beşdarî merasîma destpêkirinê bûn.

Festîvala Fîlmên Kurd a Dusseldorfê ya 2’yemîn doh êvarê bi nîşandana fîlmê ‘The Virgin and Child’ ê Binevşa Bêrîvan destpê kir. Bi dehan derhêner, lîstikvan, fîlmçêker, derhênerên dîmenan û derhênerên hunerê beşdarî merasîma destpêkirinê bûn.

Sînemager doh ji saet 17:00 û pê ve li Sînema ufa Palastê li hev kom bûn. Derhêner Binevşa Bêrîvan, Hawraz Mohamed, Olmo Couto û Alî Kemal Çinar jî amade bûn.

Her wiha hunermend Şemdîn, Berfîn Emektar, Cewad Merwanî, Yûnis Behram, Hekîm Sefkan, Bermal Çem, Sosin, Hakan Akay, Canê, Diyar, Yilmaz Beyazgul, Sirri Ayhan û Serhad Çarnewa jî di nav de bi dehan hunermend, nivîskar, şanoger, folklorîst, helbestvan û muzîsyen jî beşdar bûn.

Salona destpêkê ya Sînemaya Ufa Palastê bi rengên Kurdistanî xemilî.

Festîvalê saet di 20:00an de bi nîşandana fîlmê ‘The Virgin and Child’ dest pê kir. Beriya nîşandan fîlm, bi navê rêveberiya festîvalê axaftineke kurt hate kirin û wiha hate gotin: “Di festîvalê de wê 40 fîlmên dirêj û kurt, her wiha dokûmanter bêne nîşandan.”

Fîlmên ku dê îro bên nîşandan

Di Festîfvala Fîlman a Dusseldorfê ya 2yemîn de îro li sînemaya Ufa Palast 2, li sînemaya Metropol 10 fîlmên dirêj û kurt wê bêne nîşandan. Her wiha ji bo Bavê Teyar wê li sînemaya Metropol nîşandaneke taybet hebe.
Bernameya îro bi vî rengî ye:

Li Ufa Palastê

Saet 20:00: Fîlmê ‘Beriya Şevê’ wê were nîşandan. Fîlmê derhêner Alî Kemal Çinar 60 deqeyan dewam dike ku salên dawî bi fîlm û karakterên xwe balê dikişîne.

21:50: Dokûmantera ‘Asadur’ wê bê nîşandan ku ji aliyê Onûr Guler ve hatiye kişandin û 50 deqeyî dewam dike.

Bernameya li Sînemaya Metropolê jî bi vî rengî ye:

Saet 16:00: 2 dokûmanterên li ser Qirkirina Enfalê wê li pey hev bê nîşandan. Dokûmanterên ‘980’ û ‘Unseen Photos Of Anfal’ her yek ji wan wê 27 deqe be. Derhênerê ‘Unseen Photos Of Anfal’ Hawraz Mohamed wê amade be.

Saet di 17:00 de li Sînemaya Metoropolê wê îro li pey hev kurte fîlm bêne nîşandan. Kurtefîlmên bêne nîşandan bi vî rengî ne:

Ziman: 8 deqe

A Coffin For Life: 13 deqe

Sorin: 13 deqe

Zerya: 12 deqe

Wahit Dream: 10 deqe

Distant: 17 deqe

Ezda: 14 deqe

Saet 19:20

Dokûmantera ‘Serê Kaniyê’ ya derhêner Olmo Couto wê 60 deqeyan dewam bike. Dokûmanter wê promiyera cîhanê bike.

Saet 21:00

Saet di 21:00an de jî wê ji bo bîranîna şanoger Bavê Teyar nîşandaneke taybet bê kirin ku Bavê Teyar li Bendava Tişrînê şehîd bû. Ji bo bîranîna Bavê Teyar wê sê fîlmên kurt bêne nîşandan. Ew fîlm jî bi vî rengî ne:

Hat Nehat: 5 deqe

Xweş Xeber: 4 deqe

Kurmê Darê: 21 deqe.

Etîket: Festîvalfilm
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Hunermendê mezin Kadîr Înanir: Li vê axê dê aştiyek mezin serwer bibe

Hunermendê mezin Kadîr Înanir: Li vê axê dê aştiyek mezin serwer bibe

26 HEZÎRAN 2026
Festîvala Çanda Kurd a Parîsê bi çalakiyên rengîn dewam dike

Festîvala Çanda Kurd a Parîsê bi çalakiyên rengîn dewam dike

30 GULAN 2026
Fîlma ‘Heval Kekê Min’ hat kişand

Fîlma ‘Heval Kekê Min’ hat kişand

11 GULAN 2026
11emîn Festîvala Şanoya Navneteweyî ya Amedê bi resepsiyonê dest pê kir

11emîn Festîvala Şanoya Navneteweyî ya Amedê bi resepsiyonê dest pê kir

22 NÎSAN 2026
Li Îzmîrê Festîvala Fîlman a Penaberan a Navneteweyî dest pê kir

Li Îzmîrê Festîvala Fîlman a Penaberan a Navneteweyî dest pê kir

14 NÎSAN 2026
Li Wanê panela ekolojiyê hat lidarxistin

Li Wanê panela ekolojiyê hat lidarxistin

4 NÎSAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Konferansa Zimanê Kurdî dest pê kir: Divê her kesên ji xwe re dibêjin welatparêz bi Kurdî biaxivin

    Konferansa Zimanê Kurdî dest pê kir: Divê her kesên ji xwe re dibêjin welatparêz bi Kurdî biaxivin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Cenazeyê rojnameger Bayram Balci hate veşartin: Em ê xwedî li têkoşîna te derkevin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Mitîngên Azadiyê li Wan û Mêrsînê bi coşek mezin destpê kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Werin em tev li mitînga azadiya Serokatî û girtiyên azadiyê bibin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Êlihê dîmenên nû yên îşkenceyê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 27ê HEZÎRANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Konferansa ziman didome: Divê zimanê me bi qanûnan were mîsogerkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Konferansa Zimanê Kurdî bi niqaş û axaftinan didome

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ciwanan ji bo “Mitînga Azadiyê” banga tevlibûnê kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Xizmên Windayan: Parastina kujeran hevkariya sûc e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • HEZÎRAN 2026 (756)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne