• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
28 SIBAT 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Hevdîtina jinan a DEM Partiyê hate betalkirin

    Hevdîtina jinan a DEM Partiyê hate betalkirin

    Trump: Me operasyoneke berfireh da destpêkirin

    Trump: Me operasyoneke berfireh da destpêkirin

    Ji 27ê Sibatê heta Îro: PKKê rastiya Kurd bi dostan da nasîn û bi dijminan da qebûlkirin -4

    Welatiyên Wanî: Bila tu kes ji aştiyê netirse, aştî dewlemendiyeke cîhanê ye

    Şaredarê Boluyê Tanju Ozcan hate binçavkirin

    Şaredarê Boluyê Tanju Ozcan hate binçavkirin

    OHD: Azadiya fizîki ya Abdullah Ocalan azadiya civaka Kurd e

    OHD: Azadiya fizîki ya Abdullah Ocalan azadiya civaka Kurd e

    ROJEVA 28ê KANÛNA 2025an

    ROJEVA 28ê SIBATA 2026an

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Hevdîtina jinan a DEM Partiyê hate betalkirin

    Hevdîtina jinan a DEM Partiyê hate betalkirin

    Trump: Me operasyoneke berfireh da destpêkirin

    Trump: Me operasyoneke berfireh da destpêkirin

    Ji 27ê Sibatê heta Îro: PKKê rastiya Kurd bi dostan da nasîn û bi dijminan da qebûlkirin -4

    Welatiyên Wanî: Bila tu kes ji aştiyê netirse, aştî dewlemendiyeke cîhanê ye

    Şaredarê Boluyê Tanju Ozcan hate binçavkirin

    Şaredarê Boluyê Tanju Ozcan hate binçavkirin

    OHD: Azadiya fizîki ya Abdullah Ocalan azadiya civaka Kurd e

    OHD: Azadiya fizîki ya Abdullah Ocalan azadiya civaka Kurd e

    ROJEVA 28ê KANÛNA 2025an

    ROJEVA 28ê SIBATA 2026an

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Ji 27ê Sibatê heta Îro: PKKê rastiya Kurd bi dostan da nasîn û bi dijminan da qebûlkirin -4

Serdar Altan / AW

28 SIBAT 2026 - 09:18
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Navenda Nûçeyan – Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27ê Sibata 2025an de bangek dîrokî kir ku em niha di salvegera wê bangê de ne. Piştî fesihkirina rêxistinê û bi dawîanîna têkoşîna çekdarî, Abdullah Ocalan dest bi lêgerînek ji bo çareseriyek radîkal ji bo pirsgirêka Kurd û pirsgirêka bi Tirkiyeyê re kir. Di Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk de, Abdullah Ocalan çareseriya gelek pirsgirêkan bi teoriya “Civaka Demokratîk” vedibêje. Wekî din, ew koka pirsgirêkê bi çarçoveya dîrokî ya têkiliyên Kurd-Tirk şîrove dike û çareseriyek bi rêya entegrasyona demokratîk pêşniyar dike. Abdullah Ocalan destnîşan dike ku pirsgriêka Kurd û Tirkan bi înkarê destpêkiriye û PKKê înkar ji holê rakiriye û rastiya Kurd bi herkesê daye naskirin.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan salek berê banga Aştî û Civaka Demokratîk kir, helbet gelek nîqaşên kûr jî bi xwe re anî. Ev nîqaş hem di nava Kurdan de hebû, hem jî di nava Tirkan de. Her wiha qada navnetewî jî ji van nîqaşan bêpar nema. Gelo Abdullah Ocalan vê meseleya ji sedsalî zêdetir dê çawa çareser bikira? Ev 26 sal e di zindanê de ye û di bin tecrîdekî giran de ye. Gelo ev hêz û qeweta wî heye? Giraniya wî li ser rêxistin û civakê çiqas e? An dê çiqas karibe gotina xwe bi ser desthilata Tirkiyê bixe? Vê pêk bîne jî dê ev yek li qada navnetewî çawa bê pêşwazîkirin?

Cudahiya vê pêvajoyê çiye?

Ev pirsên li jor her yek mijareke girîng ya serbixwe ye lê belê bi tevahî mirov dikare di çarçoveya çareseriya pirsgirêka Kurd de binirxîne. Dema em li gotin û nirxandinê Abdullah Ocalan dinêrin vê carê ji her demê bêtir ji bo çareseriyê bi hêvî xuya dike. Ji ber ku di vê pêvajoyê de gelek rewşên cuda hene. Em dikarin bêjin ku cara yekem e dewlet bi awayekî komplîke tev li muzakereyên bi Abdullah Ocalan re dibe. Her wiha partiya herî nijadperest ya Tirkiyeyê MHP û serokê wê Devlet Bahçelî yekser di nava meseleyê de ne. Dîsa cara yekem e ku pirsgirêk di bin banê parlamentoyê de hate nîqaşkirin. Dewlet û siyaset cara yekem e ku bi awayekî fermî Ocalan muxatab digire û hevdîtinan pê re dike. Ya herî girîng rêxistina ku ev 50 sal in têkoşîna rizgariya gelê Kurd dimeşîne di encama van hevdîtinan de xwe fesih kir û deklare kir ku dê dev ji şerê çekdarî berde. Dibe ku ev yek ji mezintirîn sedeman be ku çima danûstandin vê carê bi bandortir bûne.

Ji ber vê yekê, Ocalan di sala borî de çareseriyek çawa pêşkêş kiriye û gelo rewş bi têra xwe hatiye fêmkirin? Di vê beşa rêzedosyeyê de em ê bi giranî li ser “Ocalan li çareseriyê digere” bisekinin û hewl bidin ku pêvajoya ew dixwaze pêk bîne bi tevahî lêkolîn bikin. Wekî beşên berê, em ê ji Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk û hevdîtinên Abdullah Ocalan ên bi Heyeta Îmraliyê re sûdê werbigirin.

Ev pêvajo kombûnek Kurdî ye

“Çima dewletê ev mase danî û em çawa û çima karin we li ser vê maseyê kom bikin? Ev kombûnek cidî ye. Ew kombûnek Kurdî ye û em ji pêvajoyekê tên ku dewletê heta peyva ‘Kurd’ jî bi tundî ceza dikir. Ew wateyên pir cihêreng dihewîne. Em dinirxînin ka meriv çawa wê pêk bîne. Ez ew kes im ku herî baş dizane ka em çawa gihîştine vir û me çawa ji bo wê têkoşîn kiriye.” Ev gotinên ji manîfestoyê bi rastî rave dike ka Abdullah Ocalan çawa nêzîkî bûyeran dibe. Abdullah Ocalan, dema ku xalên girîng ên rastiya Kurd û pirsgirêka Kurd eşkere dike, ji rastiya dîrokî dest pê dike. Mimkûn e ku ev rastî vegere civaka xwezayî. Paşê, xirabûna têkiliyên civakî û pêşveçûna, paşê ya pergalên kastîk û veguherîna wan bo formeke koletiyê, girîngiya civakîbûnê bêtir ronî dike. Abdullah Ocalan vê yekê bi têgîna “kujerê kastîk” pênase dike. Veguherîna civakan di serdema şaristaniyê û piştre de bo hebûnên şerker li dora pergal û rêveberiyên ku çêbûne, dikare wekî pêvajoyek ceribandinî were hesibandin. Lêbelê, ev me ji rastiyê venaqetîne. Di dawiyê de, rastiya ku mirov hebûnên civakî ne, bi hêzek avahîsaziyê ve tê temamkirin ku di civakîbûnê de îfadeya xwe dibîne. Helbet pirsgirêka Kurd nikare ji vê rastiyê veqetandî were nirxandin. Ji ber vê yekê, Abdullah Ocalan vê girêdanê pir bi xurtî saz dike. Paşê, avakirina pergalan, pirsgirêka şaristaniyê, guhertinên ku bi derketina kapîtalîzmê re hatine jiyîn, forma dewleta neteweyî ya ku ji hêla kapîtalîzmê ve hatî afirandin û di dawiyê de rastiya Rojhilata Navîn wekî faktorên bingehîn ên ku bingeha pirsgirêka Kurd pêk tînin derdikevin holê.

‘Hevpeymana dîrokî ya Kurdan bi Tirkan re’

Abdullah Ocalan, di şirovekirina mijarê de, qonaxa ku di înkar û wêrankirinê de gihîştiye, tevlêbûna PKKê wekî tevgereke serhildanê, û temamkirina mîsyona vê hêzê piştî zêdetirî 50 sal têkoşînê, di vê çarçoveyê de dinirxîne. Rêberê Gelê Kurd, mijara têkiliyên Kurd-Tirk ên ku pir nîqaş li ser tên kirin di vê xalê de şîrove dike: “Erdnîgariya Kurdistanê pêşî ji hêla Sumeriyan ve wekî ‘Kurd, Hûrî, Ural’ hatiye wesifandin. Ev pênaseya yekem a fezayî ye. Her çend li tu deverek din a cîhanê pênaseyeke welat tune bû jî, ev cih pêşî ji hêla Sumeriyan ve hatiye destnîşankirin. Paşê, di dîroknivîsiya Yewnanî de wekî ‘Kurdia’ xuya dibe. Nêzîkî nîvê dîroka Herodotus ji rastiya Kurdistanê re hatiye veqetandin. Civaka Yewnanî ji Medan bi bandor bûye, heta mirov dikare bêje teqlida Medan e. Wan demokrasiya xwe ji vê hesasiyetê wergirt. Di Serdema Navîn de, bi şoreşa Îslamî ya Ereban re, têgeha Kurdistanê bi tevahî hate damezrandin. Selçûkî yekem kes bûn ku têgeha Kurdistanê kirin diyardeyek siyasî. Sultan Sencer, dema ku navenda xwe wekî Hemedan (Ekbatan) bi nav dikir, welatê ku navenda wê li Ekbatanê ye wekî Kurdistan bi nav kir. Kurdistan cara yekem wekî navê yekîneyeke îdarî bi Sultan Sencer re hate behs kirin. Xanê Tirk Kurdistan ava kir. Encama ku ez ji vê digihîjim ev e: Gelo sultanê Selçûkî ne Sultanekî Kurd be? Navenda wê li Ekbatanê ye, ew ji wezîrê xwe Nizamülmülk re dibêje ‘biçe, malbata min biparêze,’ û heta dibêje, ‘Ger ez têk biçim, em ê vekişin Hemedanê.”

‘Baş e hûnê çi bikin?’

Piştî vê çavdêriyê, Abdullah Ocalan têkiliya di navbera Selçûkiyan û Kurdan de, ku bi Şerê Melazgirê dest pê dike, hevpeymaniya Kurd-Osmanî di dema serweriya Yavuz Sultan Selim de û di dawiyê de rastiya ku Mustafa Kemal bi saya Kurdan Şerê Serxwebûnê qezenc kiriye, wekî delîlên vê têkiliyê nîşan dide. Ew heta rewşê bi meselekê di hevdîtinek bi şandeyê re di Tebaxa 2025an de kurteber dike: “Çîrokek li ser Hefsa Sultan, dayika Kanûnî Sultan Silêman hebû, divê te ew xwendibe. Ew ji kurê xwe Silêman re dibêje: ‘Kurê min, te ewqas erd fetih kiriye. Tu dê çawa van axan biparêzî?’ Cihê ku ew behsa wê dike sînorê Îranê û Herêma Kurdistanê ye. Silêman bersiv dide: ‘Min ji Kurdan qesr û dîwar ava kirine.’ Ez jî vê dibêjim: Niha, heke hûn tiştekî ava dikin, pirs derdikeve holê: hûn ê pê çi bikin?”

‘Kurd hatin înkar kirin PKKê înkar têk bir’

Dûv re Ocalan têkiliya ku ji ber înkarê xera bûye û çawa PKK ev siyaseta înkarê têk biriye bi van gotinan vedibêje: “Kurd, ku damezrînerên eslî yên Komarê bûn, salek piştî damezrandina Komarê hatin paşguhkirin; nasnameya Kurd hate qedexekirin. Bi vî awayî, Kurd, ku hebûna wan ji Sumeriyan ve di tomarên dîrokî de hatiye tomarkirin, bi Komarê re hatin paşguhkirin. PKK bi berxwedanek mezin ev înkar têk bir; wê rastiya nasnameya Kurd ji perspektîfek dîrokî û civakî eşkere kir. Ev rastî hem bi dost û hem jî bi dijmin da qebûlkirin.”

Em bi bîr bêxin ku di beşa duyemîn a rêzenivîsa me de gelo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan PKK çima fesix kir me bi berfirehî nirxandibû. Rastiya herî girîng a ku pêvajoya aştiyê daye destpêkirin li vir veşartî ye. Werin em dîsa ji manîfestoyê guhdarî bikin: “Kurd dê bi neteweyek demokratîk, eko-aborî û komunalîteyê xwe azad bikin, jiyanek mayînde ava bikin û xurt bikin. Bê guman, ev ê bi têkoşîna ji bo avakirin û xwe-afirandinê were bidestxistin. Li dijî êrîşên ji derve jî serkeftinek bidest hatiye xistin. Yek ji sedemên hilweşîna PKK-ê serkeftina wê di berxwedana li dijî zexta derve de ye. Ji niha û pê ve, berxwedan û têkoşîn dê ber bi hundir ve bin. Serdema pêş de dê bibe serdema xwe-avakirinê. Ev yek civatek aştiyane û demokratîk hewce dike. Em niha li keviyekê ne.”

‘Têkilî di 200 salên dawî de xirab bû’

Bi rastî, manîfesto bi berfirehî behsa pênasekirina pirsgirêkê û rêyên çareserkirina wê dike. Lêbelê, Ocalan di gelek hevdîtinên xwe yên bi şanda Îmraliyê re piştî 27ê Sibatê de vê mijarê didomîne. Di Gulana 2025an de, Ocalan li ser têkiliyên Tirk-Kurd û rewşa wan a xirab bi vî awayî diaxife: “Cewhera têkiliyên Tirk-Kurd bi tevahî cuda ye; tiştê ku xirab bûye têkiliyek biratiyê ye. Bira dikarin şer bikin, lê yek bêyî yê din nikare hebe. Ev têkiliyên bi aloz û tevlihev in. Belê, dused salên dawî xirabûye; emperyalîzma Brîtanî û modernîte bûne sedema vê xirabûnê, polîtîkayek ‘ji kêvroşkê bêje bireve, ji tajiyê re bêje bigire’ hatiye bi rê ve birin. Ne em tene. her kes ket vê xafikê. Divê em van xefik û mayînan yek bi yek paqij bikin û rê û pirên xerabûne tamîr bikin. Em vê dikin. Ti îdiayên ‘tawîz têne kirin’, an ‘Peymana Lozanê winda dibe!’ tune ne. Ev xelet in. Me biryara xwe daye. Çek qediyan. Me şer rawestand; fikra avakirina dewletek bi çekan qediya ye. Ger mebesta me xapandin bûya, em dikarin çend çekan bînin û bavêjin ber we. Lê mesele ne ew e. Têkiliyek xirabûyî heye.”

‘Hûnê çi bidin birayê xwe yê we ji bîr kiriye?’

Ocalan, dîsa di hevdîtina meha Gulanê de li ser sedemên xirabûna têkiliyan û tiştên ku divê werin kirin disekine û wiha dibêje: “Ez li vir sosyolojiya dîrokî didim axaftin. Ne wekî ku hûn tenê çîrokan dibêjin. Ez vê yekê ji perspektîfa Tirkiyeyê jî dibêjim. Hûn ê çi bidin birayê xwe yê ku we ji bîr kiriye? Ger komîsyon avabibe û werin vir, ez ê vê yekê jî ji wan re bêjim. Pirsgirêka Kurd di salên 70an de li ber me hat danîn; Min ew di nav dewa xwe de dît. Ew gogeke ji agir bû. Niha min ev gogeke agir girt û avêt. Ez ev 50 sal in vê yekê didomînim. Bi hezaran caran ew nifiran li min dikin. Ev neheqî ye. Lê Bahçelî ac yek fêm kiriye. Ez van tiştan dibêjim da ku hişê we vebe. Ev 200 sal in gogeke ji agir afirandine. Ji tişta ku jê re dibêjin ‘Tirkîtî’ tiştek nemaye. Di destpêkê de, ez di vê mijara biratiyê de jî pir kûr nebûm. Lê min paşê ew qebûl kir. Ji salen 90î ve ez hewl didim ku wê derbas bikim. Pêwîst e ku bi têgihîştina vê yekê tevbigerin. Ger bi vî rengî were nîqaşkirin, dê hemî parametre werin danîn.”

‘Tenê ez dikarim vê bikim’

Di hevdîtinekê de bi şandeyê re di meha Hezîranê de, Ocalan rave dike ku ev aştî çima pêwîst e û ew ê çawa were bi destxistin: “Bi vê înîsiyatîfê, ez çekê ji dewrê derdixim. Ev paqijkirina rê ye. Kesekî din nikaribû vê bike, tenê ez dikarim. Her kes vê dizane. Lê piştî paqijkirinê dê çi şûna wê bigire? Her kes meraq dike ka bersiva vê çi ye. Rewşa ku dê di 11ê Tîrmehê de pêk were piştrastkirina vê yekê ye. Wekî ku tê dîtin, armanc ne hilweşandina komarê ye. Biryara Rêbertî di 27ê Sibatê de daxuyaniyek eşkere ya vê yekê ye. Em bi tevahî girseyek mezin in, Bakur, Sûriye, Îran û derveyî welêt dihewîne. Lêbelê, pirsgirêkek me ya entegrasyonê heye. Tê gotin ku 100,000 kes winda bûne.”

Abdullah Ocalan hişyarî dide: Tişta tê kirin baş fam bikin

Wekî ku tê zanîn, di 11ê Tîrmehê de, PKKê çekên xwe di merasîmekê de şewitandibû. Di hevdîtineke piştre de, Ocalan bal dikişîne ser vê rewşê û hişyarî dide aliyê dewletê: “Pêdivî ye ku em rast fêm bikin ka em li vir hewl didin çi bikin. Min însiyatîf girt ku wê heta vê derê bînim, hewl didim ku rêyek ji têkiliyên Tirk û Kurdan re vekim, ku ew rêya xetimiye. […] Hemû amadekariyên PKKê ber bi sala 2025an ve bûn. Digotin ku ew ê bi tundî pêş bikevin, mîna Xezzeyê, mîna ya ku di sala 2015an de qewimî, şerê teknîkî li bejahiyê, wan amadekariyên xwe li gorî wê kiribûn. Eşkere bû ku sala 2025an dê veguhere salekî şer. Min tam di wê gavê de mudaxele kir. Dewlet, rayedarên rêzdar jî beşdarî vê yekê bûn, lê min ew heta vê derê anî. Ji ber ku min ev gav avêt, sala 2025an bi aramî derbas bû. […] Serdema têkoşîna çekdarî bi dawî bû, stratejîk, taktîkî û pratîkî. Min PKK damezrand, min ew fesih kir. Bila ew nîşanî min bidin ka leşkerek an rayedarek li ser navê me tê gulebarankirin. Lê heke ew hewl bidin ku wê bi gotina ku wan çekên xwe danîne, hwd. vala tevbigerin, ez hişyarî didim we, ew qediya. Tişte tê kirin baş fam bikin […] Wateya civîna li Silêmaniyê ku duh pêk hat ev e: Çek bi dilxwazî hatine danîn. Besê kesayetiyek bi rûmet e, ew garantî ye; biryar bi nivîsa ku wê xwend hatiye dayîn, qediya. Heta ku em bijîn, li ser çekan nîqaş nayê kirin.”

Abdullah Ocalan ji israra ‘gavek nû bavê’ ya dewletê hêrs dibe

Ligel gavên Abdullah Ocalan û PKK diavêje jî dewlet tiştên dikevin ser berê wan nake. Ev yek Abdullah Ocalan pir bi hêz dike. Dema em tên meha Cotmehê, Ocalan bertek nîşanî gavneavêtina dewletê ku tiştekî berbiçav nekirine dide: “Divê were fêmkirin ka Apo çawa dixebite. Ew dibêjin, ‘Bangekê bikin, bila gavek din bavêjin.’ Ew dibêjin, ‘Bangekê bike bila HSD vê yekê bike.’ Bi ya min, wan rolên xwe lîstin. Qendîlê xwe fesih kir. Ne dewleta Tirk, cîhan bibûya yekê nedikaribû rêxistinek wisa têk bibe. Min ew fesih kir. Ev gavek samîmî bû. Hûn jî nikarin vê yekê bi têra xwe rave bikin. Ev ji bo min bêhempa ye û bi qîmet e. Di çarenûsa Komara Tirkiyeyê de diyarker e.”

‘Min serhildanên Kurdan ji sêdarê anî maseya muzakereyê’

Dema ku Ocalan peyamên xwe ji dewletê re dişîne, dem bi dem peyamên cûrbecûr ji rêxistinê re jî dişîne. Di hevdîtinekî di meha Mijdarê de, teqez dike ku gavên wî avêtine çiqas rastîn û girîng in: “Min serhildanên Kurdan û siyaseta Kurdan ji sêdarê anîn maseya muzakereyê. Em vê yekê cara yekem dikin. Ji Harpagos heta roja îro, serhildan bi darvekirinê û li ser sêdarê bi dawî bûn. Ez yekem kes im ku wê tînim ser maseyê. Anîna vê mijarê li ser maseyê dîrokî ye. […] Bi rastî, mijara bingehîn a ku ew hewce ne ku fêm bikin ev e; sosyalîzm bi çekan nayê damezrandin. Mao dibêje, ‘desthilat di serê lûleya çekê de ye.’ Ez vê yekê rast nabînim. Ez dibêjim ku civakek sosyalîst bi dewletek neteweyî nayê afirandin. […] Sosyalîzm di bin siya çekan de nayê avakirin. Em di bin bandora reel sosyalîzmê de bûn, çi qewimî? Ew hilweşiya û derbas bû.”

‘Habîtûsek heye, dixwaze destwerdanê bike’

Wekî ku tê zanîn, endamên Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê ya ku di Parlamentoyê de hatibû damezrandin di 24ê Mijdara 2025an de çûn giravê û bi Ocalan re hevdîtin kirin. Piştî vê hevdîtinê, ku atmosferek erênî afirand, nebûna pêşketinek berbiçav û nîqaşa giştî ya germ jî di rojeva Ocalan de bûn. Ocalan, bi taybetî biryara CHPê ya nedana endaman ji bo şandeyê nirxand, sedemên vê yekê û faktorên ku bandorê li biryarê dikin pirsî. Di hevdîtina meha Kanûnê de ku piştî serdana şandeya komîsyona Meclîsê pêk hat, Ocalan hişyarî da ku ew kesên ku li dijî pêvajoyê ne, niha seferber dibin. Ew vê yekê bi behskirina têgeha “habitus” wiha rave dike: “Me çar pêvajo bi Ozal wekî Serokkomar, bi Erbakan wekî Serokwezîr, bi Erdogan wekî Serokwezîr û bi Erdogan wekî Serokkomar pêş xistin. Heta Ecevit jî di navberê de ye. Me di hemûyan de heman tişt dît. Ez vê dibêjim, lê hûn bi têra xwe baş rave nakin. Hawîrdorek diyarkirî heye, habitusek. Nêzîkatiya we pir pozîtîvîst e. Hûn bi şaxên darê, bi tiştê ku xuya dike re eleqedar dibin. Ji ber vê yekê hûn nekarin wê rave bikin. Pêdivî ye ku hûn li rehên darê binêrin. Habitus li vir e. Pêvajoya di derbarê serdana komîsyonê de, nîqaşên ku hatine kirin, vê yekê nîşan didin. Dibe ku ew wê cidî negirin, dibe ku ew jê re bêjin bêwate. Min ev yek berî 15ê Tîrmehê jî digot. Ez li ser dewletek paralel diaxivîm, ew pê dikeniyan. Niha ez li rewşa heyî dinerim. Ev rewş jî bi kêmanî ewqas cidî ye. Ev ne hewldanek darbeyê ya klasîk e, ez li ser vê yekê naaxivim. Ew rasterast li ser min tê bi pêşxistin. Roj bi roj, li dijî her gaveke ku ez diavêjim hawîrdorek diyarkirî derdikeve holê, habîtûsek çêdibe. Ger hûn li medyayê temaşe bikin, hûn ê fêm bikin ka ew kî ne.”

‘Qirkirina Kurdan, qirkirina Tirkan e!’

Abdullah Ocalan destnîşan dike ku ew ê ji bo pêşîgirtina li vê şêweya darbeyê hewlên mezin bide, dixwaze ku gavên pêwîst di zûtirîn dem de werin avêtin. Geşedanên li Rojava û Sûriyeyê, nemaze di destpêka sala 2026an de, piştgiriyê didin nêrînên Abdullah Ocalan li ser vê mijarê. Helbet em ê di beşên berdewamê de vê mijarê bi baldarî binirxînin, lê gotinên Abdullah Ocalan di hevdîtinek meha Çile de, ku vê mijarê di çarçoveya têkiliyên Kurd û Tirkan de nîqaş dike, pir girîng in: “Bûyerên dawî yên li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê xuya dikin ku di hestên Kurdan de şikestinek çêbûye. Înkarkirina Kurdan dê Tirkan tune bike. Qirkirina Kurdan qirkirina Tirkan e, û qirkirina Tirkan qirkirina Kurdan e! Gihiştiye wê astê. Ma hûn niha fêm dikin? Pirsgirêk bêçekkirina HSDê ye an şerê nava Tirk û Kurdan e? Kes tiştekî li ser yekparçeyiya axa Sûriyeyê nabêje. Kes tiştekî li ser entegrekirina HSDê nabêje. Ji ber vê yekê çima berevajî diqewime? Çawa ku 15ê Sibatê li dijî min bû, ev jî li dijî min e.”

SIBÊ:
* Entegrasyona demokratîk tê çi wateyê?
* Wekî panjehra asîmîlasyonê ‘entegrasyon’
* Abdullah Ocalan: Ez dewletek naxwazim, lê ez dev ji Kurdan jî bernadim!
* Wekî bingeha entegrasyonê ‘yasayên azadiyê’

Etîket: Abdullah OcalanDevlet BahçeliKurdistanPêvajoya Aştî û Civaka DemokratîkpkkR. Tayyip ErdognSultan SancarTirkiye
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Îranê bi fuzeyan bersiv da NÛÇEYA LEZGÎN

Îranê bi fuzeyan bersiv da NÛÇEYA LEZGÎN

28 SIBAT 2026
Çima divê em xwe birêxistin bikin?

‘Tişt bi gotinan çênabin divê dewlet qanûnên xwe biguherîne’

28 SIBAT 2026
‘Divê sermuzakerevan birêz Ocalan dikaribe bi awayekî azad bixebite’

‘Divê sermuzakerevan birêz Ocalan dikaribe bi awayekî azad bixebite’

27 SIBAT 2026
‘Ji bo serkeftina pêvajoyê divê birêz Ocalan demildest azad be’

‘Ji bo serkeftina pêvajoyê divê Birêz Ocalan demildest azad be’

27 SIBAT 2026
Abdullah Ocalan di peyama xwe ya nû de çi dibêje?

Abdullah Ocalan di peyama xwe ya nû de çi dibêje?

27 SIBAT 2026
Abdullah Ocalan: Ji bo çareseriyê pêdivî bi qanûnên aştî û azadiyê heye

Abdullah Ocalan: Ji bo çareseriyê pêdivî bi qanûnên aştî û azadiyê heye

27 SIBAT 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Di salvegera pêvajoyê de peyama nû ya Abdullah Ocalan hate xwendin

    Di salvegera pêvajoyê de peyama nû ya Abdullah Ocalan hate xwendin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan di peyama xwe ya nû de çi dibêje?

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan: Ji bo çareseriyê pêdivî bi qanûnên aştî û azadiyê heye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Abdullah Ocalan bang li dewletê dike û dibêje ‘berpirsiyariya xwe bicih bîne’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Îsraîlê Tehran bombebaran kir, Îranê gefa ‘bersivdanê’ xwar HATE NÛKIRIN

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • OHD bi daxwaza pêkanîna Mafê Hêviyê dimeşe

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji 27ê Sibatê heta Îro: PKKê rastiya Kurd bi dostan da nasîn û bi dijminan da qebûlkirin -4

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Ji bo serkeftina pêvajoyê divê Birêz Ocalan demildest azad be’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • OHD li Amedê bang kir: Mafê hêviyê mafê gelan e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • SIBAT 2026 (1008)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne