Jinên TJAyî diyar kirin ku Pêvajoya Aşitî û Civaka Demokratîk ji bo bilindkirina têkoşîna li dijî pergala baviksalarî fersendeke mezin e û riya vê yekê jî xwe bi rêxistin kirine. Jinan zext û zorên li ser îradeya jinan bi bîr xibtin bang tevlêbûn û mezinkirina têkoşîna azadiya jinê kirin.
Bernameya 8ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê îsal li Kurdistanê û Tirkiyeyê bi banga ‘Aşitî û Civaka Demokratîk’ tê pêşwazîkirin. Mîrasa jinên ku li dijî koletiyê serî hildane, îro di bin sîwana felsefeya “Jin, Jiyan, Azadî” de dibe yek. Tevgera Jinên Azad (TJA) jî bi vê vînê, amadekariyên xwe yên 8ê Adarê ne tenê wekî pîrozbahî, lê wekî pêvajoyeke rêxistinbûnê ya li dijî hişmendiya mêrê serwer pênase dike. Aktîvîstên TJAyê Belkisa Suleymanoglu û Hayrîye Akîkol 8ê Adarê û pêvajoya ‘Aşitî û Civaka Demokratîk’ nirxandin.
‘Em hewl didin jin bibin kirdeyên bi hêztir’

Belkisa Suleymanoglu, bal kişand ser xebatên rêxistinî yên di nav civakê û diyar kir piştî ku pêvajoya ‘Aşitî û Civaka Demokratîk’ dest pê kir û bi hatina 8ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê, wekî Tevgera Jinên Azad (TJA) bi xebatên xwe yên taxan em hewl didin ku pevajoya aşitiyê bi awayeke serkeftî bibin serî û wiha got: “Her wiha em yek bi yek diçin malan û hewl didin di nav civakê de vê piştguhkirina jinan ji holê rakin û di vê çarçoveyê de em atloyeyan li dar dixin. Em bi atolyeyan hewl didin, jinên ku ji ber sîstema mêrê serwer her di mal de ne ji bo di nav civakê de bibin kirdeyên bihêztir û bi vê hezbûnê jî em bikaribin bi hev re ji bo pêvajoya aşitiyê têbikoşin.”
‘Pêvajo ji bo xwe rêxistinkirinê firsendeke mezin e’
Belkîsa Suleymanoglu dest nişan kir ku dema êriş li ser destkeftiyên Rojava çêbûn, êrişkaran bi taybetî jin kirine hedef. Jinên şervan, di bînayan de hatin avêtin û keziyên wan hatin jê kirin. Ev kirinên hovane bû sedema hêrseke mezin û vê bi xwe re riheke berxwedanê anî û wiha axivî: “Sedema wan êrişan rasterast terpisandin û piçûkxistina jinan bû. Lê jin ne bi mirinan û ne jî bi kezî jêkirinan jin piçûk nabin. Me jî li hemberî van êrişan biryara xwe ya rêxistinbûnê xurt kir û ji bo xwe bi rêxistin kirinê jî divê neyê ji bîr kirin ku ‘Pêvajoya Aşitî û Civaka Demokratîk’ fersendeke mezin e.”
‘Eger em jin di pêvajoya aşitiyê de cîh negirin, azadî ne pêkan e’

Hayrîye Akîkol jî bal kişand ser tepeserkirina dîrokî ya li ser jinan û diyar kir ku bi salane jin bi awayeke polîtîk û sistematik tên tepeserkirin û tunekirin. Pergala baviksalarî wekî amûreke jinan dide xebitandin û ev nirxandin kirin: “Hîn dema em piçûk ji me re digotin: ‘tu keçik î dengê xwe neke’ û ‘ew birayê te ye, tiştek nabe.’ Yanî hemû pêkhateyên civakê li ser bêmaf hiştin û tune hesibandina jinan dixebitîn. Lê îro bi saya têkoşîna Tevgera Jinên Azad, bi saya wan şervanên jin ên qehreman ku serî li ber hovîtiya DAIŞê ne tewandin, hêz û moraleke nedîtî li me peyda bûye.”
‘Tişta me bike xwedî destkeftî xwe rêxistinkirin e’
Têkildarî pêwistiya mezinkirina têkoşînê jî Hayrîye Akîkol bi bîr xist ku bêyî jinan jiyaneke azad pêk nayê û wiha bang li jinan kir: “Çi dikeve ser milê me jinan? Divê em jî ji bo bilindkirina têkoşîna Tevgera Azadiyê xwe birêxistin bikin, divê çarçoveyê de jî hatina 8ê Adarê û pêvajoya Aşitî û Civaka Demokratîk fersend e. Ev pêvajoya di hindûrê xwe de felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ jî dihewîne. Divê em jin, hêza xwe xwe bikin û bên cem hev û em dest bavêjin pêvajoyê da ku pêşiya pêvajoyê neye girtin. Çimkî em di pêvajoyê de cîh negirin; ne reng, ne xweşî û ne jî azadî dê ne pêkan be. Tişta ku di vê pêvajoyê de me bike xwedî deskfetî xwe bi rêxistinkirina jinan bi xwe ye. Jin nehatine vê dinyayê koletiyê bikin. Em ne mecbûr in, serweriya mêran bipejirîn û li gorî dilê mêran têşe bidin nasnameya xwe. Divê çarçoveyê de em wekî jin ji bo jiyaneke hevpar û civakeke demokratîk têkoşiyan û em ê têbikoşin.”












