Rêjîma Îranê yekem car di roja 6emîn a şer de li Baregeha Nahçîvanê ya Azerbêcanê xist.
Şerê Îsraîl, DYA û Îranê di roja 6emîn de berdewam dike. Îranê di seatên sibê de li dijî herêma xweser a Nahçîvanê ku girêdayî Azerbêcanê ye êrişek bi dronan li dijî balefirgehê pêk anîn. Ji destpêka şer heta niha yekem car Îran li dijî Azerbêcanê êrişan pêk tîne. Di encama êrişê de şewat bi avahiyekê ket.













