Pirozbahiyên Newrozê yên Mûş û Agiriyê yên ku dê îro bihatana lidarxistin ji ber şert û mercên hewayê hatin taloqkirin.
Komîteya Amadekar a Newroza Mûşê, derbarê pîrozbahiya ku dê bi şiarê “Newroza Azadî û Yekitiya Demokratîk” îro bihata lidarxistin daxuyaniyek belav kir. Komîteyê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku ji ber barîna berfê ya zêde, pîrozbahî ji bo demeke nediyar hat taloqkirin.
Pîrozbahiya Newrozê ya li Agiriyê jî ji ber şert û mercên hewayê taloqî piştî Cejna Remezanê hat kirin. Komîteya Amadekar a Newrozê derbarê taloqkirina Newrozê daxuyanî da û diyar kir ku ji ber rewşa neguncav wan Newrozê taloqî piştî cejnê kirine.







