Stenbol – Di sala 1992yan de li ser gef û qedexeya dewletê ya wekî, “Em destûr nadin Newroz bê pîrozkirin. Em dê li dijî yên Newrozê pîroz bikin, tişta pêwist pêk bînin”, keçek Kurd a 17 salî ya bi navê Rahşan Demîrel bi nîşeya, “Newroz dê bê pîrozkirin. Bi lastîkan nebe em dê bi bedenên xwe pîroz bikin” bersiv dida. Rahşan Demîrel sibeha 22yê Adarê li ser bircên Kadîfekaleya Îzmîrê bi bedena xwe agirê Newrozê gur kir û bû çelenga çîrokên zarokên Kurdistanê.
Newroz di dîroka gelê Kurd de nîşaneya serbilindî û serfiraziyê ye. Li dijî her cure êrişên li dijî hebûn, nasname, çand û zimanê gelê Kurd û Kurdistanê çeleng û lehengên gelê Kurd bedena xwe bi agirê Newrozê kirine mertal. Ji van pêşengan yek jî Rahşan Demîrel e.
‘Herdem kincên kesk û sor û zer li xwe dikir’
Rahşan Demîrel di 14ê Tebaxa sala 1975an de li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê hate dinyayê. Zarokatiya wê di nav malbatek welatparêz de derbas bû. Rahşan Demîrel bi çandek Kurdewarî mezin bûn. Bi destpêkirina têkoşîna Tevgera Azadiya Kurdistanê zordariyên dewletê yên li ser gelê Kurd jî zêde dibûn. Malbata Demîrel ji ber zordariya Tirkiyeyê neçar man û koçî Îzmîrê kirin. Dema koçberiyê Rahşan Demîrel hêj 1 salî bû.

Bi zarokî zordariya dewletê nas kir
Ligel ku malbatê koçî Îzmîrê kir jî zordariya dewletê bi dawî nebû. Rahşan Demîrel di temenê xwe yê piçûk de dibe şahîden polîtîkayên dijminatî yên li ser gelê Kurd. Rahşan Demîrel li Îzmîrê tu carî ji çand û nasnameya xwe dûr nasekinê. Herdem cil û bergên kesk û sor û zer li xwe dike. Rojekî li dibistanê ji ber ku cilên kesk û sor û zer li xwe kiriye, rastî lêdana mamosteyekê tê. Lê Rahşan Demîrel jî bi heman awî bersivê dide û şeqamekê diavêje mamosteyê nijadperest.
‘Ji Kurdistanê qut nabe’
Ligel ku malbat li Îzmîrê ye û talûke heye jî Rahşan Demîrel ji Kurdistanê qut nabe. Di sala 1990an de hêj 15 salî, careke din vedigere Nisêbînê. Li Nisêbînê Rahşan Demîrel tev li xebatan dibe. Rahşan Demîrel tevli Newrozên Nisêbîne yên salên 1990an û 1991an dibe. Di xebatên rêxistinkirina Newrozan de bi awayek çalak dixebite.
Bi berxwedanê bersiv dide qedexeyê
Rahşan Demîrel êdî şoreşgerek pêşeng e û dê Newroza 1992yan li Îzmîrê pêşwazî bike. Lê di sala 1992an de Newroz ji aliyê dewletê ve tê qedexekirin û Wezîrê Karên Hundirîn yê Tirkiyeyê Îsmet Sezgîn vê biryarê radigihîne. Îsmet Sezgîn her wiha bigotina, “Îsal Newroz nayê pîroz kirin, kê pîroz bike em ê li dijî wan tişta pêwist bikin” gefan dixwe. Li ser van gefan jî di Newrozên Cizîr û Nisêbînê de komkujî pêk tên.
Li Kurdistanê Newroz û komkujî zêde dibûn
Newrozên sala 1992yan li Nisêbîn, Cizîr û Şirnexê bi beşdariya deh hezaran dihatin pêrozkirin. Lê dewletê jî bi her awayî êrişî pîrozbahiyan dikir û di encama êrşîna de komkujî pêk dihatin. Li her derê Kurdistanê Newroz vedigeriya serhildanan. Vê rewşê hêrsa dilê Rahşan Demîrel zêde dikir. Li dijî zordariyê agirê dilê Rahşan Demîrel jî gur dibû.
‘Divê ez bersiv bidim’
Rahşan Demîrel di 17 saliya xwe de, roja 22yê Adara 1992yan ji bo bersivdayîna qedexeya dewletê dikeve ser riya Kadîfekaleyê. Rahşan Demîrel li ser armanca çalakiya xwe jî nameyek bi gotina, “Divê ez bersivê bidim” dest pê dike, dinivîse. Bêyî kesekê pê bihesîne amadekariyên çalakiya xwe dike û sibeha 22yê Adarê li dijî komkujiyên li Cizîr û Nisêbînê pêk hatîn çalakiya xwe pêk tîne.
‘Ez ê xwe li Kadîfekaleyê bikim Newroz’
Rahşan Demîrel di nameyê de hêrsa xwe ya li dijî qedexekirina Newrozê vedibêje û wiha dinivîse: “Ez dê xwe li Kadîfekaleyê bikim Newroz. Pêwîst e ez bersivê bidim Cizîr, Mêrdîn û Nisêbînê.” Hêj nameya wê ji hêla kesî ve nehatiye dîtin Rahşan Demîrel xwe digihîne ser bircên Kadîfekaleyê.
‘Bila Îsmet Sezgîn bizanibe Newroz dê bê pîrozkirin’
Li dijî hişmendiya înkarê Rahşan Demîrel nîşan da ku gelê Kurd tehamûlî qedexeyan û înkarê nake. Rahşan Demîrel li cihê çalakiyê nameyek hiştibû û gotibû “Ez ji Îsmet Sezgîn re dibêjim wê Newroz bê pîrozkirin.”
Li ser bircên Kadîfekaleyê Rahşan Demîrel nameya armanca çalakiya xwe vedibêje, datîne aliyekê û bedena xwe dide ber agir. Bi slogan û tîliliyan agirê Newrozê qur dikir. Wekî gotî bi bedena xwe nîşan dide ku agirê Newrozê nayê qetexekirin. Rahşan Demîrele nameya xwe bi biryardariya, “Bi lastîkan nebe jî, em ê bi bedena xwe Newrozê pîroz bikin” ji dost û dijminan re radigihand.

Gotina dawiyê: Bijî yekîtiya gelê Kurd
Rahşan Demîrel heman demê bi deng bang li gelê Kurd dikir û wiha digot: “Gelî hevalno, gelî keç û xortên Kurdistanê, em yek bibin bi hev re. Îro hûn dê bibêjin vê keçikê xwe çima şewitand, hûn dê bêjin çima xwe li metropolên Tirkan şewitand. Ji bo ku bila dijmin bizanibe li bajarên wan jî Kurd dikarin serhildan û berxwedana xwe bikin.
‘Min nasnameya xwe nas kir’
Min fam kir ku dema mirov bikaribe li derekê xebata xwe bike, ew der jî çiya ye. Min jî got ku madem ez kêrî xebata çiyê nayêm, ez dê kerî xebata ku ez dikim, bêm. Ji ber vê yekê divê hêviya me ji gelê Îzmîrê hebe. Û me xwe kir Newroz, min nasnameya xwe nas kiriye, xemla min xweşik e. Ê min armanca min ne zewac bû, ê min baweriya min bi vî awayî hatiye, ez dê xwe ji bo gelê me bikim Newroz. Xwedê emrek dirêj bi Serokê me bide, ku azadiya vî gelî zû bê. Bi hêviya qenciyê. Her bijî Serok Apo, her bijî şêrê gêrîla, her bijî yekbûna gelê Kurd.”













