• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
01 GULAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Înîsiyatifa Yekîtiya Demokratîk li Erziromê civînek li dar xist

    Înîsiyatifa Yekîtiya Demokratîk li Erziromê civînek li dar xist

    Hevserokê DEM Partiya Colemêrgê: Desthilat li ser Colemêrgê cihêkariyê dike 

    Hevserokê DEM Partiya Colemêrgê: Desthilat li ser Colemêrgê cihêkariyê dike 

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    TMMOBê salvegera erdheja 1ê Gulanê ya Çewlîgê bi bîr anî

    TMMOBê salvegera erdheja 1ê Gulanê ya Çewlîgê bi bîr anî

    Li Manîsayê bangawaziya tevlîbûna 1ê Gulanê hate kirin

    Li Manîsayê bangawaziya tevlîbûna 1ê Gulanê hate kirin

    Li Duhokê di 17 mehan de 62 karker jiyana xwe ji dest dan

    Li Duhokê di 17 mehan de 62 karker jiyana xwe ji dest dan

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Înîsiyatifa Yekîtiya Demokratîk li Erziromê civînek li dar xist

    Înîsiyatifa Yekîtiya Demokratîk li Erziromê civînek li dar xist

    Hevserokê DEM Partiya Colemêrgê: Desthilat li ser Colemêrgê cihêkariyê dike 

    Hevserokê DEM Partiya Colemêrgê: Desthilat li ser Colemêrgê cihêkariyê dike 

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    TMMOBê salvegera erdheja 1ê Gulanê ya Çewlîgê bi bîr anî

    TMMOBê salvegera erdheja 1ê Gulanê ya Çewlîgê bi bîr anî

    Li Manîsayê bangawaziya tevlîbûna 1ê Gulanê hate kirin

    Li Manîsayê bangawaziya tevlîbûna 1ê Gulanê hate kirin

    Li Duhokê di 17 mehan de 62 karker jiyana xwe ji dest dan

    Li Duhokê di 17 mehan de 62 karker jiyana xwe ji dest dan

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Li Efrînê Kurd dê di ewlehî û rêveberiyê de cih bigirin’

Mahmût Altintaş / AW

16 ADAR 2026 - 08:49
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Enqere – Hevserokê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê Îbrahîm Şêxo diyar kir ku li Efrînê 30 kesên ji bo şaredariyê hatine nîşan dan Kurd in û wiha got: “Li Efrînê Kurd dê di pêkhateya ewlehî û rêveberiyê de cihê xwe bigirin. Her wiha wekî Kobanî û Qamişlo dê bi zimanê Kurdî jî perwerdehî bê dayin.” Şêxo diyar kir ku yekem car e ku Sûriye gelê Kurd û mafên wan bi fermî nas dike û ev yek wekî pêşketinek girîng pênase kir.

Li Rojavayê Kurdistanê gavên têkildarî Peymana 29ê Çileyê de berdewam dikin. Ji van sernavan yek jî vegera Efrîniyan e. Di encama êrişên Tirkiyeyê ya di sala 2018an de bi deh hezaran Kurd neçarî koçberiyê bûn. Piştî 8 salan di 9ê Adarê de zêdeyî 2 hezar ji koçberên li bajarên cuda vegeriyan Efrînê. Tê payîn koma 2yan a koçberan jî piştî Newrozê vegere. Piştî dagirkirinê ji bo guherandina demografiya herêmê welatiyên Ereb li Efrînê hatibûn bi cih kirin, mal û milkê Kurdan jî hatibû talankirin. Li gorî peymanê divê Tirkiye ji herêmê vekişe û malên welatiyên Kurd jî bê radestkirin. Têkildarî pêvajoya vegera koçberan û astengiyên heyîn Hevserokê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê Îbrahîm Şêxo ji Ajans Welat (AW) re axivî.

‘Vegera koçberan gaveke dîrokî bû’

Îbrahîm Şêxo anî ziman ku piştî 8 salan vegera koçberên Efrînê gaveke dîrokî bûye û wiha axivî: “Di 8ê Adara 2018an de welatiyên Efrînê piştî dagirkeriya Tirkiyeyê koçber bibûn. Dîsa di heman mehê de careke din vegeriyan, Ji bo me hemûyan serkeftin û gaveke dîrokî ye. Malbaên vegeriyan bi coş hatin pêşwazîkirin. Ji şevê heta sibe welatiyan pîrozbahiya vegera koçberên Efrînê kirin. Malbatên niha vegeriyane li cem xizm û nasên xwe dimînin. Ji ber ku Erebên hawirde hêj di malên wan de ne. Lê Hikumeta Şamê ji wan re jî gotibû piştî vegera welatiyên Kurd divê malên wan bên vala kirin û koçberên Kurd li malên xwe bi cih bibin. Çend roj şûn de Erebên hewirde dê ji malên wan derkevin û Kurd dê li malên xwe bi cih bibin. Yên ku malên wan tune ne û rûxiyane jî dê li avahiyên hatinê çêkirin bi cih bibin. Dema pêşwaziyê de û çûyina koçberan li Efrînê de jî tu pirsgirêk û binpêkirin çênebû. Derdora 200 hezar welatiyên Efrînê bi awayekî komî derbasî Efrînê bûn.”

‘Hezên Tirkiyeyê weke berê li Efrînê tune ne’

Îbrahîm Şêxo diyar kir ku kêm be jî hêza lêşkerî ya Tirkiyeyê di hundirê Efrînê de heye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Heza komên çekdar li Efrînê nemaye. Tu kes nikare li Efrînê zext li welatiyên Kurd bike. Tirsa berê li Efrînê nemaye. 5 bargehên lêşkerî yên Tirkiyeyê li navçeyên, Reco, Şelawa, Bilbil û çend navçeyên din hene. Lê hejmara wan pir kêm e. Gelek hezên xwe kişandine. Berê hejmara wan gelek bû. Kesê nedikarî bi ewle bigere û nêzî wan bibe. Lê niha ji welatiyan re tu pirsgirêk tune ye. Wisa xuya dike ku ew bargehên wan jî di demên pêş de dê bên valakirin. Lê her çiqas hêza Tirkiyeyê di hundirê Efrînê de kêm bû ye jî hebûna Tİrkiyeyê li Efrînê dagirkerî ye. Lê li hev kirinek jî heye. Li gorî wê lihevkirinê koçberên Efrînê vegeriyan. Li gorî rêkeftinê wisa xuya dike ku zext li ser Tirkiyeyê jî heye ji bo qebûlkirina vegera koçberan zext hatiye kirin.”

Li Efrînê pergala rêveberiya herêmî û mafê zimanê Kurdî

Di berdewama axaftina xwe de Îbrahîm Şêxo da zanîn ku welatiyên Kurd ên Efrînê jî dê di nav hezên ewlehiyê de cih bigirin û derbarê pergala rêveberiya Efrînê de jî ew agahî dan: “Heza ewlehiyê ya Efrînê dê di destê Hikûmeta Demkî ya Şamê de be. Lê welatiyên Efrînê jî dê tevlî ewlehiyê bibin. Efrîn dê di bin kontrola Hikûmeta Sûriyeyê de be. Lê li gorî taybetmendiya herêma Efrînê dê pergalek bê avakirin. Ji aliyê perwerdehiyê ve jî hatiyê mîsoger kirin ku zimanê Kurdî weke Qamişlo û Kobanê dê bi awayekî fermî li dibîstanan were dayîn. Serokê Hikûmeta Demkî jî biryarnameyek derxist û mafên neteweyî yên Kurdan qebûl kir. Ji aliyê Rêveberiyên Herêmî ve jî niha Serokê parêzgeha Efrînê Kurd e. Ji aliyê şeredariyê ve jî 30 kes hatin nîşan kirin û Serokên şeredariyan hemû Kurdên Efrînê ne. Yanî di demên pêş de hîn tiştên din dê zelal bibin. Li gorî rêkeftinê tiştên baş li Efrînê pêk tên. Cara yekemîn e cejna Newrozê û mafên neteweyî yên gelê Kurd ji aliye Hikûmeta Sûriyeyê ve hatin qebûl kirin. Ee jî serkeftinek e.”

‘Hemû malbat dê vegerin Efrînê’

Îbrahim Şêxo destnîşan kir ku di demên pêş de hemû koçberên li Efrînê dê vegerin cih û warên xwe û axaftina xwe wiha qedand: “Plansazî hebû ku heta Newrozê hemû koçberên Efrînê vegerin. Lê ew hate taloqkirin. Tê payin piştî Newrozê malbatên din jî vegerin. Hezên ewlehiyê yên Rêveberiya Xweser û Hikûmeta Demkî li ser vê dixebitin. Çend roj din şûn ve komeke din dê vegere. Nav û lîsteya wan hatiye amade kirin. Xelkê me jî dê di saziyên xizmetê, rêveberiyê, şeredariyê û ewlehiyê de cih bigirin. Em ê darên zeytûnan ji nû ve biçînin. Em dê bêjin em zarokên vê axê ne û vegerin welatê xwe.”

Etîket: EfrinHevserokê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê Îbrahîm ŞêxoÎbrahim ŞêxoMahmût AltintaşVegera koçberên Efrînê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Parlamenter Ceylan Akça rewşa koçberên Efrînê bir rojeva Meclîsê

Parlamenter Ceylan Akça rewşa koçberên Efrînê bir rojeva Meclîsê

29 NÎSAN 2026
Bi berxwedana karkeran ber bi 1ê Gulanê ve

Bi berxwedana karkeran ber bi 1ê Gulanê ve

28 NÎSAN 2026
Tulay Hatîmogullari: Pêvajo di qonaxeke krîtîk de ye divê qanûn bên çêkirin

Tulay Hatîmogullari: Pêvajo di qonaxeke krîtîk de ye divê qanûn bên çêkirin

22 NÎSAN 2026
Ji bo vegera efrîniyan amadekariyên dawîn tên kirin

Efrîniyê ku duh vegeriyabû hat revandin

15 NÎSAN 2026
Koma Sêyemîn a Koçberên Efrînê derket rê

Koma Sêyemîn a Koçberên Efrînê derket rê

14 NÎSAN 2026
DOSYE – Li Rojava rewşa herêmên dagirkirî-1  Efrîn di bin dagirkeriyê de ye, dewleta Tirk peymanê sabote dike

Komeke din a koçberan dê 8ê nîsanê vegere Efrînê

5 NÎSAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • ‘Entegrasyona Sûriyeyê ji ber bandora Tirkiyeyê giran dimeşe’

    ‘Entegrasyona Sûriyeyê ji ber bandora Tirkiyeyê giran dimeşe’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Saziyên kedê yên Êlihê banga tevlîbûna meşa 1ê Gulanê kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Konferansa Rêveberiyên Xwecihî ya Amedê: Komun şaredarî ye, şaredarî komun e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Xebatên xwe li ser civaka demokratîk û azadiya jinan bi rê ve dibin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Zekî Bayhan: Divê bi milyonan kes dakevin kolanan û aştiyê ferz bikin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Hevserokê DEM Partiya Colemêrgê: Desthilat li ser Colemêrgê cihêkariyê dike 

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Weqfa Mezopotamyayê kovarên folklora Kurdî dîjîtalîze kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • DGD-KON: Divê dengê Naser Bakrzadeh û hemû girtiyên siyasî yên Kurd were bihîstin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • TMMOBê salvegera erdheja 1ê Gulanê ya Çewlîgê bi bîr anî

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • GULAN 2026 (7)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne