• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
15 HEZÎRAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    ‘Em dixwazin aştî pêk bê û vegerin gundê xwe’

    ‘Em dixwazin aştî pêk bê û vegerin gundê xwe’

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 15ê HEZÎRANA 2026an

    Azadiya Welat bi manşeta ‘Mîlîtanîya Ziwanî’ derket

    Azadiya Welat bi manşeta ‘Mîlîtanîya Ziwanî’ derket

    Dayika Aştiyê Munîbe Koç jiyana xwe ji dest da

    Dayika Aştiyê Munîbe Koç jiyana xwe ji dest da

    Li Rihayê şewat: 7 kes birîndar bûn

    Li Rihayê şewat: 7 kes birîndar bûn

    Komkujiya Şemzînanê: Ev 13 sal in tundî didît

    Komkujiya Şemzînanê: Ev 13 sal in tundî didît

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    ‘Em dixwazin aştî pêk bê û vegerin gundê xwe’

    ‘Em dixwazin aştî pêk bê û vegerin gundê xwe’

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 15ê HEZÎRANA 2026an

    Azadiya Welat bi manşeta ‘Mîlîtanîya Ziwanî’ derket

    Azadiya Welat bi manşeta ‘Mîlîtanîya Ziwanî’ derket

    Dayika Aştiyê Munîbe Koç jiyana xwe ji dest da

    Dayika Aştiyê Munîbe Koç jiyana xwe ji dest da

    Li Rihayê şewat: 7 kes birîndar bûn

    Li Rihayê şewat: 7 kes birîndar bûn

    Komkujiya Şemzînanê: Ev 13 sal in tundî didît

    Komkujiya Şemzînanê: Ev 13 sal in tundî didît

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Ji KCKê peyama Helepceyê: Gelê Kurd dê bi yekîtiyê hesaba komkujiyan bipirs e

Navenda Nûçeyan / AW

16 ADAR 2026 - 10:56
Kategorî: CIVAK, MANŞET
A A
KCKê qurbaniyên komkujiya Helebceyê bi bîr anîn û diyar kir ku gelê Kurd û bi taybetî jî gelê Helebceyê wê vê komkujiyê tu carî ji bîr neke û wiha got: “Gelê me dê têkoşîna xwe ya azadî û wekheviyê bigihîne encamê û hesabê dîrokî ji mejiyê komkujer bipirse.” KCKê bi bîr xist ku ev komkujî li dijî hişyarbûna gelê Kurd a neteweyî pêk hatine lê di encama têkoşîna gelê Kurd de komkujî negihiştine armanca xwe.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a Koma Civakên Kurdistanê (KCK) bi boneya salvegera komkujiya Helepçeyê daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de qurbaniyên komkujiyê hatin bibîranîn û wiha hate gotin: “Gelê Kurd, bi taybetî jî gelê Helebceyê wê vê komkujiyê tu carî ji bîr neke, têkoşîna xwe ya azadî û wekheviyê bigihîne encamê û hesabê dîrokî ji mejiyê komkujer bipirse.”

‘Em qurbaniyan bi rûmet bi bîr tînin’

KCKê bi gotina, “Em di salvegera Komkujiya Helebceyê de ne ku bi êş û hêrseke mezin bi bîr tînin” balkişand ser hestên gelê Kurd û wiha domand: “Komkujiya Helebceyê ku yek ji komkujiyên herî giran ên dîroka mirovahiyê bû û li dijî gelê Kurd hate kirin. Em mirovên di vê komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan bi hurmet bi bîr tînin.”

‘Hesab dê bi azadîbûnê bê pirsîn’

Di daxuyaniyê de kujerên komkukjiya Helebceyê yên para xwe ji exlaq, wijdan û mirovahiyê negirtine, mejiyên wan ên qirker bi tundî hate şermezarkirin û ev tişt hatin gotin: “Gelê Kurd di serî de komkujiya Helebceyê dê tu komkujiyan tu carî ji bîr neke, têkoşîna xwe ya ji bo azadî û wekheviyê bibe serî û bi vî rengî hesabê dîrokî ji mejiyê komkujer bipirse.”

‘Komkujî li dijî şiyarbûna gelê Kurd pêk hat’

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku komkujî di demeke ku Têkoşîna Azadiya Kurdistanê bi pêş ve diçû de rejîmên mêtinger ji bo hişyarbûn û rabûna ser xwe ya gelê Kurd asteng bikin, li Helebceyê komkujî pêkanîne. Di daxuyaniyê wiha hate gotin: “Di vê demê de bi heman armancê li parçeyên din ên Kurdistanê jî komkujî hatin kirin. Bêguman di serî de Komkujiya Helebceyê di van komkujiyan hemûyan de gelê me êşeke giran kişand.”

‘Komkujî negihiştin armanca xwe, siyaseta înkarê têk çû’

Di daxuyaniyê bi gotina, “Bi sed hezaran Kurd di van komkujiyan de jiyana xwe ji dest dan, êşên gelekî giran bi serê gelê me de hatin” berdewam kir de ev nirxandin hatin kirin: “Lê belê ev komkujî negihîştin armanca xwe. Gelê Kurd bû xwedî têkoşîna hebûnê û nehişt ku komkujer bigihêjin armanca xwe. Bi komkujiyan hewl hate dayin ku pêşî li hişyarbûna gelê Kurd bê girtin, lê belê encameke berevajî vê yekê derkete holê, gelê Kurd li hemberî komkujiyan bi têkoşînê hişmendî û rêxistiniya neteweyî hîn xurt kir û siyaseta înkarê şikand.”

‘Gelê me berê ji bo hebûnê îro ji bo azadiyê têdikoşe’

KCKê bi bîr xist ku gelê Kurd berê ji bo hebûnê têdikoşiya lê niha hebûn misogerkir û ji bo çareserkirina pirsgirêka azadiyê têdikoşe. Daxuyaniyê wiha dom kir: “Lê belê metirsiya komkujiyê di vê demê de jî heye. Li Şêxmeqsûdê, li Rojava ev xeterî qewimî. Gelê me li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat rabû serhildanê û komkujiya ku li ser Rojavayê Kurdistanê dihate ferzkirin û dixwest gelê Kurd û gelên din li hemberî hev rake, asteng kir.”

‘Dixwazin heman rêbazê dubare bikin’

Têkildarî êrişên li ser gelê Kurd û talûkeyên heyî jî KCKê da zanîn ku yên berê bi komkujiyan dixwestin hişyarbûna Kurdan asteng bikin îro bi heman rê û rêbazê hewl didin li pêşiya azadiya gelê Kurd bibin asteng û balkişand ser van xalan: “Ji ber vê yekê divê helwesta yekitî û têkoşînê ya ku gelê me ji bo Rojavayê Kurdistanê nîşan da, dewam bike. Rêya pêşîgirtina li komkujiyan yekitiya demokratîk a gelê me û têkoşîna li ser vê bingehê ye.”

‘Em bi têkoşîna hevar hesabê bipirsin’

Di daxuyaniya KCKê de komkujiyên di meha adarê de pêk hatine bi bîr xistin û peyama xwe wiha bi dawî kir: “Her wiha em Komkujiya Beyazitê ya 16’ê Adara 1978’an û 7 xwendekarên pêşeng ên hatin qetilkirin, Komkujiya Qamişloyê ya ku 12’ê Adara 2004’an hate kirin û Komkujiya Gazî ya 12’ê Adara 1995’an bi hurmet bi bîr tînin. Berpirsyarên van komkujiyan hemûyan şermezar dikin û di wê baweriyê de ne ku gelên me wê bi feraseta neteweya demokratîk û stratejiya têkoşîna hevpar hesabê dîrokî ji van komkujiyan teqez bipirsin.”

Etîket: Başurê KurdistanêHelepçeKCKKomkujî
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Komkujiya Şemzînanê: Ev 13 sal in tundî didît

Komkujiya Şemzînanê: Ev 13 sal in tundî didît

14 HEZÎRAN 2026
Qada hewayî yê Iraq û Başûrê Kurdistanê ji nû ve hat vekirin

Qada hewayî yê Iraq û Başûrê Kurdistanê ji nû ve hat vekirin

8 HEZÎRAN 2026
Qada hewayî ya Iraqê û Başûrê Kurdistanê hat girtin

Qada hewayî ya Iraqê û Başûrê Kurdistanê hat girtin

8 HEZÎRAN 2026
Komîteya Ekolojiyê: Em bi têkoşînê xwedî li xwazaya xwe derkevin

Komîteya Ekolojiyê: Em bi têkoşînê xwedî li xwazaya xwe derkevin

5 HEZÎRAN 2026
Sozdar Avesta: Pêvajo pêvajoya çareserkirina pirsgirêka 100 salî ye

Sozdar Avesta: Pêvajo pêvajoya çareserkirina pirsgirêka 100 salî ye

5 HEZÎRAN 2026
Rejîma Îranê lez da darvekirinan: 2 ciwanên Kurd hatin qetilkirin

Rejîma Îranê lez da darvekirinan: 2 ciwanên Kurd hatin qetilkirin

1 HEZÎRAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Meletiyê panela Ziman û Wêjeyê: Divê her qad bibe Kurdî

    Li Meletiyê panela Ziman û Wêjeyê: Divê her qad bibe Kurdî

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bekaroglu: Pêwistî bi pênaseyeke nû ya netewbûnê heye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Konferansa Veguherîna Demokratîk a Komarê di roja 2an de didome

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 14ê HEZÎRANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Paradoksa ziman a parlamenterên DEM Partiyê!

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji hevalbendiya DEMê ber bi nêçîra girseya CHPê ve!

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Kongreya DEM Partiyê ya Enqereyê: Em ê têkoşînê mezintir bikin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li gundê Bîrikê bang kirin: Em ê vegerin gundên xwe

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Encamnameya Konferansa Veguherîna Demokratîk a Komarê hat aşkerakirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Çawişê pispor li Şemzînanê 4 kes kuştin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • HEZÎRAN 2026 (422)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne