Platforma Saziyên Demokratîk li Malabadê ya Farqînê bi meşaleyan meşiya û cejna Newrozê pîroz kirin.
Platforma Saziyên Demokratîk li bajarokê Malabadê ya navçeya Farqînê ya Amedê bi boneya hatina Newrozê bi meşaleyan meşiyan û Newrozê pîroz kirin. Gelek nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl jî beşdarî pîrozbahiyê û meşê bûn. Girseya ku li ber pira dîrokî li hev civiya, stranên gelêrî gotin û govend gerandin.
Beriya agirê meşa bi meşaleyan, Hevserokê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) yê Farqînê Mahfûz Kizilduş axivî û got: “Heta ku yek jî ji gelê Kurd bimîne dê paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dê zindî bihêle. Û bi vê yekê re em endamê Desteya Hevserokatiyê ya PYDê Salih Muslim ku koça dawî kiriye bi bîr tînin û xemgîniya xwe ya kûr tînin ziman. Her wiha em salvegera komkujiya Helebçeyê de ya ku 5 hezar Kurdên ku di komkujiyê de hatin qetilkirin bi bîr tînin. Kurd bi kuştinê nayên qedandin. Her kesê ku dijminatiya Kurdan dike dê winda bike û têk biçe.”
Piştre bi dirûşmeyên “Newroz pîroz be” û “Bijî Serok Apo” meşiya. Piştî meşê, girseyê li ber deriyê santrala hîdroelektrîkê ya Êlihê agirê Newrozê pêxist û li ber stranan govend gerandin.














