Şaredariya Peyasê û Cemiyeta Rojnamegeran a Başurrojhilat bi armanca pêşxistina têkiliyên saziyan û hevrikiyên sportîf 2yemîn turnuvaya futbolê li dar dixe.
Şaredariya Peyasê û Cemiyeta Rojnamegeran a Başurrojhilat bi armanca pêşxistina têkildariyên di navbera saziyên li hêrêmê, xurtkirina hevaltî û hevgirtinê 2yemîn Turnuvaya Futbolê li dar dixin. Saziyên ku dixwazin beşdar bibin divê heta 1ê Nîsanê serlêdanên xwe bikin. Turnuva dê di 25ê Nîsanê de dest pê bike.
Armanc pêşxistina têkilî û hevrikiyên sportîf e
Şaredariya Peyasê û Komeleya Rojnamevanên Başûrêrojhilat bi daxuyaniyeke hevpar diyar kirin ku armanca sereke ya li dar xistina turnuvayê bi rêya sporê têkiliyên di navbera saziyan pêşxistin û hevrikiyên sportîf pêşxistin e.Turnuva dê li herdu sehayên futbolê yên li Kompleksa Sporê ya 500 Evler a Şaredariya Peyasê, were lidarxistin. Pêşî dê maçên koman piştre jî dê maçên tîmên serkeftî dê bên lîstin.
Derbarê Turnûvayê de
Turnûva dê ji bo kesên 28 salî û jortirê wan tê lidarxistin. Ji her tîmê dê herî zêde 7+5 =12 kesan pêk were Û her sazî herî zêde dikare bi 2 tîman tev li turnuvayê bibe. Ji bo tevlibûnê nasnameya saziyê û nasnameya endamtiyê pêwîst e. Herwiha bikaranîna krampona bibizmar qedexe ye. Dema heman tîm li ser hev 2 caran tev li maçan nebin dê tevlibûna wan were betalkirin. Maç dê saet 19:00an werin lîstin û li her du sehayên dê bi giştî 6 maç werin lîstin.
Serlêdan îro dest pê dikin û dê heya 1ê Nîsanê bidomin. Turnûva dê di 25 Nîsanê dest pê bike. Turnûva dê li Komleksa Werzîşê ya 500 Evlerê ya navçeya Peyas a Amedê were lidarxistin.
Kesên dixwazin tev li turnuvayê bibin dikarin lînka jêr bitikînin:
https://docs.google.com/forms/d/e/1FAIpQLSfdpbSnM8Ewh35BmPddTwXHVUl3BCMjX3HcKv145-5OrSkMOA/viewform













