Li navçeya Geverê ya Colemêrgê û li navçeya Şemrexê ya Mêrdînê bi beşdariya hezaran kesan pîrozbahiya Newrozê dest pê kir.
Li navçeya Geverê ya Colemêrgê, bi dirûşma “Newroza Azadî û Yekîtiya Demokratîk” pîrozbahiya Newrozê dest pê kir. Newroza ku li Qada Futbolê ya Kevn bi beşdariya hezaran kesan tê pîrozkirin, ji 7 salî heta 70 salî bi hezaran kes bi cil û bergên xwe yên neteweyî beşdar bûn. Hevserokê Giştî yê DBPê Keskîn Bayindir jî dê di pîrozbahiyê de biaxive. Her wiha stranbêj Sîpan Xelat jî dê derkeve ser dikê û bistrê.
Li navçeya Şemrexê ya Mêrdînê jî pîrozbahiya Newrozê tê lidarxistin. Bi sedan welatî tev li siyasetmedaran beşdarî pîrozbahiyê bûn.












