Li taxa Vakifkentê ya navenda Şirnexê, agirê Newrozê bi meşaleyên di destê jinan de û bi daxwaza aştiyê hat geşkirin.
Li taxa Vakıfkentê, pîrozbahiya Newrozê bi dirûşmên “Newroza Azadî û Demokrasiyê” û “Newroza Azadî û Yekitiya Demokratîk” bi coşekê mezin hate lidarxistin. Nûnerên partiyên siyasî, saziyên civakî û gelek welatî beşdarî pîrozbahiyê bûn.
Qada pîrozbahiyê bi alên kes, sor û zerên bi bi nivîsên “Newroz pîroz be” hate xemilandin. Jinên ku cil û bergên xwe yên neteweyî li xwe kiribûn, bi meşaleyan ber bi qada pîrozbahiyê ve meşiyan. Di dema meşê de bi domdarî dirûşmên “Bijî Newroz” û “Jin, jiyan, azadî” hatin berzkirin. Jinên ku bi dirûşmên berxwedanê gihîştin qadê, li dora êzingên Newrozê bûn xelek û bi daxwaza aştî û azadiyê meşaleyên xwe danîn se êzingan û agirê Newrozê geş kirin.
Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê, Newroz Uysal Aslan, di pîrozbahiyê de axivî û gel vexwend pîrozbahiya mezin a 23yê Adarê ku dê bi beşdariya Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari li navenda Şirnexê pêk bê. Newroz Uysal Aslanê di axaftina xwe de ev tişt got: “Newroz di dîroka gelê Kurd de bi hezaran salan e xwedî cihekî girîng ê berxwedanê ye. Ji bo gelê Kurd û ji bo Şirnexê, Newroz ruhê sala 1992yan e. Newroz mîrateya Bêrîvan û Bişengan e. Newroza îsal, Newroza azadî û demokrasiyê ye. Çar aliyê me bi şer hatiye dorpêçkirin. Ji bo em xwe biparêzin, ji her demê bêtir pêdiviya me bi yekitiyê heye. Em tenê bi yekitiyê dikarin azad bibin.”
Piştî axaftinan, girse li dora agirê geş, bi stranên Kurdî govenda gerandin û pîrozbahî bi coşekê mezin berdewam kir.













