Sembolên berxwedanê gelê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi diruşmeya ‘Gelê Kurd yek e’ agir dadan û Newroz pîroz kirin.
Pîrozbahiyên Newrozê berdewam dikin. Gelê berxwedanê yê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Newroza 2026an pîroz kir. Gel agir pêwist û li dora agir govend girê da. Di dema pîrozbahiyê girseya strana Kî Ne Em xwendin. Bi yek dengî gotina, “Kî ne em?” hate berzkirin û bersiva, “Em Kurd in, em Kurdên Zerdeşt in” hate dayîn. Her wiha heta derengiya şevê li dora air sloganên, “Bijî berxwedana Kobanê”, “Bijî berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê”, “Yek e, yek e, yek e gelê Kurd yek e” hatin avêtin.
Girse li dora agir li ber stranên Kurdî demek dirêj govend gerandin.













