Bi hezaran kes li Qada Binarê Qendîlê kom bûn û bi dirûşma “Newroza Azadiyê û Yekîtiya Demokratîk” Newroz bi coşeke mezin pîroz kirin.
Bi rojane bi hezaran kes ji bo pîrozkirina Newrozê berê xwe didin Binarê Qendîlê. Şevê din jî agirê Newrozê li çiyayên Qendîlê geş bû. Danê siharê jî bi sedan wesayît ji her çar beşên Kurdistanê berê xwe didin Qendîlê. Pîrozbahiya cejna Newrozê bi tevlîbûna hezaran kesan ku ji her çar parçeyên Kurdistanê berê xwe dana Qendîlê, bi deqeyek rêzgirtin bo tevahî şehîdan destpê kir. Piştî wê li qada Newrozê, agirê Newrozê ji aliyê malbatên Şehîdan ve hate hildan û bê navber dirûşmeyên ‘Newroz pîroz be, bijî Rêber Apo’ hatin bilindkirin.
Tevî hezaran kesên ji her çar parçeyên Kurdistanê amadene, bi dehan çalakvan, nunerên hizb û alliyên siyasî, rêxistinên sivîl jî li qada Newrozê amadene û bi coşek mezin cejna Newrozê pîroz dikin. Li qada pîrozbahiyê wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, şehîdên azadiya Kurdistanê hatine bilindkirin.
Têvî hewaya sar û baranê ji bi hezaran kes li qada pîrozbahiyê kom dibin.













