Tevî ku li navçeya Tatwanê baran dibare jî, welatî ji bo pîrozkirina Newrozê berê xwe dan qada pîrozbahiyê.
Li navçeya Tatwanê ya Bedlîsê, pîrozbahiya Newroza 2026an bi diruşma “Newroza Azadî û Yekîtiya Demokratîk” dest pê kir. Ji serê sibê ve tevî hewaya sar û barana ku bênavber dibare jî gelê navçeyê û gundên derdorê hatin qada Newrozê. Pîrozbahiyê li dar dixin.
Qada pîrozbahiyê bi rengên kesk û sor û zer hat xemilandin. Dayikên ku bi kofî û kincên xwe yên neteweyî beşdarî pîrozbahiyê bûn, li ber baranê bi tilîliyan coşa li qadê zêde kirin. Ciwanan jî bi stranên şoreşgerî û gelerî govendê digerînin.














