Li Îranê li gorî pergala Olî guhertineke rêveberiyê li ber çav e û di cihê serokê olî de hêzên leşkerî yên Pastarên Şoreşê yên Îranê birêvedibin. Lê kes nabêje li Îranê mudaxeleya leşkerî pêk hatiye an nehatiye?
Bi destpêka şerê Îranê re gelek serok û fermandarên payebilind yên Îranê ji aliyê Amerîka û Îsraîlê ve hatin kuştin. Taybetî jî kuştina Serokê Olî yê Rejîma Îranê bandora xwe li ser rêveberiya Îranê zêde kir û ji aliyê gelek derdoran ve hat nîkaşkirin. Tayebetî jî şik û gumanên li ser hilbijartina serokê olî yê nû gelek zêde ne. Hilbijartina Serokê Olî yê nû Mucteba Xamaney di nava nîkaqaşên “dijî û najî” de pêk hat. Hêj jî ev şik û guman hene û li ser vê gotegotên cihêreng tên kirin. Li gor çavkaniyên Rojhilata Navîn û Ewropa û Amerîkayê Muctaba Xameney sax e lê Pasdarên Şoreşê, Îranê birêve dibin.
Dihat payîn ku dê ev mijar di serdema Newrozê de zelaltir bibe. Ji ber ku Newroz di çand û baweriya Îranê de xwedî ciheke sereke ye. Di hemû Newrozan de serokên olî yên Îranê derdiket ber kamerayan, wate û girîngiya Newrozê vedigot û bi rêzdarî Newroza gelên li Îranê pîroz dikir. Di Newroza 2026an de ev pêk nehat û gumana li ser Serokê Olî yê Rejîma Îranê yê nû Muctaba Xamaney ranekir. Ji ber ku Xamaneyê nû derneket ber kamerayan û ji bo Newrozê tu tişt negot. Tenê çend wêneyên arşîvê yên Muctaba Xamaney li ser ekranan hat dîtin. Lê li gel Muctaba Xamaney li ser postê olî yê Îranê xuya neke jî, rejîma Îranê xwe ji aliyê eniya şer ve tê birêvebirin.
Kê Îranê birêve dibe?
Amerîka û Îsraîlê di hefteya destpêkê ya şerê li dijî Îaranê de derbên giran li rêveberiya rejîma Îranê xist. Di hefteya destpêka şer de Serokê Olî yê Rejîma Îranê jî di nav de gelek serok û fermandar hatin kuştin. Piştî kuştina serokê olî yê rejîma Îranê, dihat payîn ku bandora Serokkomarê Îranê Mesud Pezeşkiyan dê di rêveberiya Îranê de zêde bibe. Heta Pezeşkiyan di vê mijarê de de hewldanek jî hebû. Di wî hewla xwe de xwest ku teşeyek bide rêbaza şerê li Îranê û bi daxuyaniyekê ev yek eşkere kir û got: “Îran dê êrişên xwe yên moşek û dironan yên li dijî welatên Kendavê rawestine.”
Balkêşe ku ev yek di di qadê şer de ne wisa bû. Herwiha hêzên li qadê daxuyaniya Pezeşkiyan wek ferman qebûl nekirin û pêk neanîn. Berovajî vê Pezeşkiyan ji bo vê daxuyaniyê hat rexnekirin. Piştî vê geşedanê Pezejkiyan xwe di nava bêdengiyekê de her ku diçe dide jibîrkirin. Kes nizane Pezeşkiyan heye an tineye. Hebûn û nebûna Pezeşkiyan di siyasete Îranê de naye hîskirin. Ji ber vê ye ku gelek nirxandin li ser Pastarên Şoreşê tên kirin. Çavkaniyên ku derbarê mijarê de agahdar in li qada şer mêze dikin û dibêjin, ‘Pasdarên Şoreşê Serokê Olî yê Rejîma Îranê Moctaba Xamaney kontrol dikin û di cihê wî de Pastarên Şoreşê ya rejîma olî ya Îranê rêveberiyê girtine bin destê xwe.
Rejîma Îranê mudaxeleyên leşkerî wek derbeyê nabîne
Di cîhanê de herî zêde çavkaniyên Îsraîl û Amerîkayê bi vê mijarê re mijûl in. Piranî nirxandin û analîzên Îsraîl û Amerîkayê destnîşan dikin ku Rêberê Bilind yê Îranê Mucteba Xameney sax e, lê niha kontrola wî ya rastîn li ser posta serokatiya Îranê nîne. Li gor van nirxandinên pêk tên û li gor rewşa qadê ya şer, hêzên leşkerî di nava pergala desthilatdariya Îranê de xwe birêxistin dikin û postê serokê olî tenê wek posteke sembolîk ji bo xwe bikar tîne. Li Îranê guhertina desthilatdariyê ya bi vê rengî zêde nîqaş nabe. Ev jî di nava pergala Îarnê de tê famkirin. Ji ber ku pergal bixwe ji pêkhatina derbeyên bi vî rengî re vekiriye û derbeyên wisa ji bo xwe wek mudaxeleyek û muxalefetek nehsibîne.









