Newroza 2026an a Wanê ku bi sed hezaran kes tevlibûn, bi coşeke mezin bi dawî bû. Di Newrozê de peyamên yekitiyê û azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin dayîn.
Newroza bi coş a Wanê ku bi tevlibûna bi sed hezaran kesan pêk hat, bi dawî bû. Welatî di saetên serê sibê de bi şal û şapik, kiras û fîstanan herikîn qada Newrozê ya li kêleka Keleha Wanê. Jin û ciwanan eleqeyeke mezin nîşanî Newrozê dan û bi kelecan govend gerandin.

Di qada Newrozê de posterê mezin ê Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan hat daliqandin û çend flamayên ku wêneyên Ocalan ser bûn hatin bilindkirin. Di qadê de heta dawiyê dirûşma “Bijî Serok Apo” olan da.
Ji destpêka Newrozê heta dawiyê baran bariya, lê tevî baranê jî qada Newrozê tije bû.
Pêşkêşvanê bernameya Newrozê bi gel re “Çerxa Şoreşê” gotin û bi hezaran kesan yek deng sirûd xwendin.

Polîsan bi hinceta “leşkerî” nehişt gelek welatî bi cil û bergên neteweyî bikevin qadê û cih bi cih gengeşî di navbera siyasetmedar û polîsan de derket.
Siyasetmedar Veysî Aktaş derket ser dikê û axaftineke gelek bi bandor kir û bi deqeyan çepik ji bo wî hatin lêxistin.
Her wiha polîsan di dema têketina Veysî Aktaş û Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan xwestin lêgerîn bikin, di nava siyasetmedar û polîsan de nîqaş derket û ji bo demeke kurt krîzek çêbû.
Kom û hunermendên derketin ser dikê coşa qadê bilindtir û mezintir kirin. Welatiyan bi saetan di bin baranê de govend gerandin.














