• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
24 ADAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li dijî pêşmergeyan êrişa moşek û dronan: 6 pêşmerge jiyana xwe ji dest dan

    Li dijî pêşmergeyan êrişa moşek û dronan: 6 pêşmerge jiyana xwe ji dest dan

    Cenazeyê Tosun du roj in li erdê ye

    Cenazeyê Tosun du roj in li erdê ye

    Di hefteyekê de li Bakur û Tirkiyeyê 215 kes hatin binçavkirin

    Li Amed, Stenbol û Îzmîrê 27 kes kes hatin binçavkirin HATE NÛKIRIN

    Îranê pêlek nû ya moşekan li dijî Îsraîlê da destpêkirin

    Îranê pêlek nû ya moşekan li dijî Îsraîlê da destpêkirin

    ROJEVA 04ê ÇILEYA 2025AN

    ROJEVA 24ê ADARA 2026an

    Li 2 bajarokên Hesekê moşek ketin

    Li 2 bajarokên Hesekê moşek ketin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Li dijî pêşmergeyan êrişa moşek û dronan: 6 pêşmerge jiyana xwe ji dest dan

    Li dijî pêşmergeyan êrişa moşek û dronan: 6 pêşmerge jiyana xwe ji dest dan

    Cenazeyê Tosun du roj in li erdê ye

    Cenazeyê Tosun du roj in li erdê ye

    Di hefteyekê de li Bakur û Tirkiyeyê 215 kes hatin binçavkirin

    Li Amed, Stenbol û Îzmîrê 27 kes kes hatin binçavkirin HATE NÛKIRIN

    Îranê pêlek nû ya moşekan li dijî Îsraîlê da destpêkirin

    Îranê pêlek nû ya moşekan li dijî Îsraîlê da destpêkirin

    ROJEVA 04ê ÇILEYA 2025AN

    ROJEVA 24ê ADARA 2026an

    Li 2 bajarokên Hesekê moşek ketin

    Li 2 bajarokên Hesekê moşek ketin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Komîteya Amadekar a Newroza Amedê: Peyamên Newrozê zelal in niha jî dora dewletê ye

Fexredîn Kiliç / AW

24 ADAR 2026 - 08:15
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Amed – Endamê Komîteya Amadekar a Newroza Amedê Ahmet Dogan diyar kir ku gelê Kurd di Newroza Amedê de peyamên zelal dan û got: “Daxwazên gel pir zelal in. Me di Newroza 2026an de dît ku daxwaza gel azadiya Rêberê Gelê Kurd û yekîtiya gelê Kurd e.”

Di 21ê Adarê de li Parka Newrozê ya navçeya Rezanê ya Amedê, bi dirûşma “Newroza Azadî û Yekîtiya Demokratîk” Cejna Newrozê hate pîrozkirin. Bi sed hezaran kes tev li pîrozbahiya Newrozê bûn. Her wiha li dehan bajarên Bakurê Kurdistanê û bajarên Tirkiyeyê bi milyonan kes beşdarî pîrozbahiyên Newrozê bûn.

Li Amedê bi sed hezaran kes di serî de li peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan guhdar kir û paşê jî li axaftvan û peyamên siyasetmedarên ji çar aliyên Kurdistanê guhdar kir. Bi sed hezaran kes bi yek dengî azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û yekîtiya gelê Kurd qîr kirin.

Bi sed hezaran Kurd dirûşmên weke “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe” , “Bakur, Başûr, Rojhilat Apo Serokê welat” û “Yek e yek e yek e, gelê Kurd yek e” berz kirin. Tevî baranê jî gel heta dawiya bernameyê li qadê pîrozbahî dewam kir û bi coşeke mezin, bi dirûşm, çepik, tilîlî û govendê Newroz pîroz kir.

Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Amedê Ahmet Dogan ku Endamê Komîteya Amadekar a Newroza Amedê bû pîrozbahiya Newrozê ji ajansa me re nirxand.

‘Gel amade ye û daxwaz pir zelal in’

Ahmet Dogan pîrozbahiyên Newrozê yên li taxan, gundan, navçeyan û bajaran bi bîr xist û wiha got: “Me wê demê jî dît ku gel amade ye û daxwazên gel jî pir zelal in. Me di Newroza 2026an de dît ku daxwaza gel azadiya Rêberê Gelê Kurd û yekîtiya gelê Kurd e. Di dîmenan de jî me ev yek dît. Wê rojê ji sedî 80 baran bû. Du sal in bala me dikişîne çawa ku peyamên Serokatî tên xwendin baran disekine. Ji ber Rêberê Gelê Kurd paradîgmayeke civaka xwezayî û pir bireng dixwaze çêbike, dixwaze sîstemeke bi vî awayî biafirîne xweza jî ji vê yekê re bû bersiv.”

‘Gel tevî baranê jî heta dawiyê bi biryar sekinî’

Ahmet Dogan destnîşan kir ku dê Newroza 2026an bibe wesîleya azadiya jinan, civakê û xwezayê û axaftina xwe wiha domand: “Dîmenê ku me di Newroza 2026an de dît ev bû; gel pir bi biryar bû, ewqas baran barî, ba hat lê belê te li qadê derzî avêtibûya li erdê nediket. Ew gel heta dawiyê li ber wê baranê bi biryardarî sekinî. Em jî weke rêveber em ê ji wê biryara gel ders bigirin. Me ji gelê Amedê dît ku ji bo azadiya xwe çiqas sekneke xurt nîşan da. Gel peyam ne tenê da pergalê di heman demê de peyam da rêveberên xwe, partî û dezgehên xwe jî. Gotin ku ‘Sekna xwe daxwazên xwe zelal bikin rast nêzî me bibin, rast nêzî Serokê me bibin rast nêzî nirxên me bibin’ me jî ji aliyê xwe ve ev peyam girt.”

‘Azadiya Rêberê Gelê Kurd ne mijara nîqaşê ye’

Ahmet Dogan bal kişand ser pirsgirêkên teknîkî yên di Newroza Amedê de derketin holê û diyar kir ku weke komîteya amadekar di warê pirsgirêkên teknîkî de kêm man. Ahmet Dogan peyamên gel ên di Newrozê de derketin holê bi bîr xist û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dema em niha tê de derbas dibin ji bo me jî ji bo pergala Tirkiyeyê jî demek zêrîne. Dereng mayîn dê ji gelek provokasyonan re rê veke. Rêberê Gelê Kurd jî vê her tim dibêje, zanyar dibêjin. Ji ber ku dora Tirkiyeyê bûye xelekek ji agir. Tîna vî agirî her ku diçe nêzî welatê me dibe. Ji ber vê yekê divê têkildarî tiştên li ser pêvajoyê hatine axaftin demildest gav bên avêtin. Di vî warî de barê mezin li ser milê desthilata Tirkiyeyê ye. Lazim e gavên şênber biavêjin. Azadî û statuya Rêberê Gelê Kurd ji bo me ne mijara nîqaşê ye. Em li bendê ne ku demildest Rêberê Gelê Kurd azad bibe. Divê demildest ev gav bên avêtin ji ber ku dem nema.”

‘Azadiya gelê Kurd hate qîrkirin’

Ahmet Dogan bi lêv kir ku divê rayedarên dewletê peyama ji Qada Newrozê derketî baş analîz bike û wiha pê de çû: “Newroz ji bo gelê Kurd ji cejnekê zêdetir, di wateya têkoşîn, berxwedan û azadiyê de ye. Wê rojê azadiya gelê Kurd, azadiya Rêberê Gelê Kurd hate qîrkirin. Ji ber vê yekê bila herkes baş bizane ku gelê Kurd û Rêberê Gelê Kurd di Rojhilata Navîn de tenê ne aktor e êdî bûye hêviya gelan. Çavên herkesê li ser Rêberê Gelê Kurd û têkoşîna gelê Kurd e. Êdî sûd ji têkoşîna gelê Kurd tê girtin. Fikr û ramanên gelê Kurd îro li cîhanê belav bûne. Her kes dizane ku xelasiya gelên bindest bi vê paradîgmayê ve girêdayî ye. Ji ber vê yekê divê rayedarên dewletê ji me bêhtir guh bidin vê bangawaziya ji Qada Newrozê hate kirin û gavên şênber biavêjin.”

‘Li her derî heman bang hatin kirin; azadî û yekîtî’

Ahmet Dogan bal kişand ser peyamên di tevahiya pîrozbahiyên Newrozê yên îsal de hatine dayîn û wiha got: “Bang heman bang bûn û zelal bû. Weke ji heman çavkaniyê derketibûn ji Kurdistanê, Tirkiyeyê û cîhanê heman deng derket. Azadiya Rêberê Gelê Kurd û paradîgmaya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ demildest bikeve meriyetê. Yekîtiya gelê bindest jî li qadên Newrozê bi yek dengî hate qîrkirin. Daxwaz pir zelal bûn ew bang ruhê Rêberê Gelê Kurd bû. Mirov di her qadên Newrozê de ew bêhna Rêberê Gelê Kurd, daxwazên gelê Kurd dît. Rojev tenê azadiya Rêberê Gelê Kurd, yekîtiya neteweyî ya gelê Kurd û yekîtiya bindestan bû. Ev peyam di vê Newrozê de bi awayekî şênber derket holê. Divê em ji gelê xwe re bibin bersiv. Ji bo ku rayedarên dewletê demildest gavan biavêjin divê em jî divê em xebatên xwe bi awayekî xurt bimeşînin û wan bînin ser xeta aştiyê. Ev gelek girîng e. Bi salan e me daxwazên xwe bi têkoşîna xwe bi dest xistin îro jî em bi xwe, bi gelê xwe, bi paradîgmaya Rêberê xwe bi Rêber Apo bawer in. Em dubare Newroza gelê Kurd û Newroza Rêberê Gelê Kurd pîroz dikin. Serkeftin û hemû daxwazên gelê Kurd wê bi cih were. Em ji vê bawer in.”

 

 

Etîket: Ahmet DoganKomîteya Amadekar a Newroza AmedêNewroza AmedêNewroza Azadî û Yekîtiya Demokratîk
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Gimgimê pîrozbahiya Newrozê hate lidarxistin

Li Gimgimê pîrozbahiya Newrozê hate lidarxistin

23 ADAR 2026
Li Manîsayê Newroz bi coş hat pîrozkirin

Li Manîsayê Newroz bi coş hat pîrozkirin

22 ADAR 2026
Newroza Wanê bi dawî bû

Newroza Wanê bi dawî bû

22 ADAR 2026
Li Enqereyê Newroz bi coş hate pîrozkirin

Li Enqereyê Newroz bi coş hate pîrozkirin

22 ADAR 2026
Agirê Newrozê li Balikkesîrê gur bû

Agirê Newrozê li Balikkesîrê gur bû

22 ADAR 2026
Newroza Stenbolê bi stranên Koma Amed bi dawî bû

Newroza Stenbolê bi stranên Koma Amed bi dawî bû

22 ADAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li ser sînorê Elbakê bûyerek gumanbar: Welatiyek hat kuştin

    Li ser sînorê Elbakê bûyerek gumanbar: Welatiyek hat kuştin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Komîteya Amadekar a Newroza Amedê: Peyamên Newrozê zelal in niha jî dora dewletê ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Newroza Şirnexê: Kurd ji ber heq kirin aştiyê dixwazin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Roja hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Wezareta Dadê diyar bû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Klîba ‘Firtona Ji Agirin’ hat weşandin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Pîrozbahiyên Şirnex û Gimgimê bi coşeke mezin dest pê kirin ZINDÎ

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • 34 namzetên Kurd li Fransayê hatin hilbijartin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Amedê ji ber vekirina deriyên bendavê gelek cih di bin avê de man

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Balafirên şer êrişî ser sînorê Rojhilat û Başûrê Kurdistanê kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ADAR 2026 (944)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne