Li Newroza Agiriyê ku bi beşdariya bi deh hezaran kesî pêk tê, agirê pîroz ji hêla dayîka şehîda Newrozê Sema Yuce, Zenûre Yuce ve hate pêxistin.
Newroza Agiriyê bi beşdariya bi deh hezaran kesî tê pîrozkirin. Girseya li qadê bi reng, kinc û bergên neteweyî Newrozê pîroz dike, bi sloganên, “Bijî Serok Apo” û “Bijî Newroz” pîrozbahiyê bi coş didomîne. Piştî rêzgirtina ji bo cangoriyên azadî û demokrasiyê agirê Newrozê hate pêxistin. Agir ji hêla dayîka ji pêşengên Newrozê Sema Yuce, Zenûre Yuce ve hate pêxistin. Bi pêwistina agirê Newrozê girseyê bi yek dengî slogana, “Bijî Serok Apo” berz kir.
Pîrozbahî bi gerandina govendê, slogan, çepik û tîlîliyan berdewam dike.

















