Dewleta Tirk û komên wê yên paramîlîter careke din bombe li çalakvanên ku li Bendava Tişrînê nobedê digirin barand.
Li gorî nûçeya ANHAyê; dewleta Tirk û komên wê yên paramîlîter carek bombe li çalakvanên li Bendava Tişrînê di nobeta parastinê de ne barand. Li gorî agahiyên destpêkê hat ragihandin ku di êrişê de birîndar hene.
Balafirên şer ên dewleta Tirk di heman demê de bombe li xaçerêya Sirînê barandin. Her wiha li gundê Bîr Hiso yê li başûrê Kobanê kargeheke çêkirina zeyta zeytûnan hat bombebarankirin.
Li gorî agahiyan, kargeh ji xizmetê derket.