• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
29 HEZÎRAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mitîngên Azadiyê yên Amed û Stenbolê dest pê kirin ZINDÎ

    Welatiyan ji mitîngê bang kir: Ji bo azadiya civakê divê Serok Apo azad be

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 29ê HEZÎRANA 2026an

    Azadiya Welat bi manşeta ‘Armanc yek e’ derket

    Azadiya Welat bi manşeta ‘Armanc yek e’ derket

    Mitînga Amedê bi dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû

    Mitînga Amedê bi dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû

    Ciwanê birîndar hîn jî di bin çavan de tê girtin

    Ciwanê birîndar hîn jî di bin çavan de tê girtin

    Rapbêj Serhado bi stranên xwe girse coşand

    Rapbêj Serhado bi stranên xwe girse coşand

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Mitîngên Azadiyê yên Amed û Stenbolê dest pê kirin ZINDÎ

    Welatiyan ji mitîngê bang kir: Ji bo azadiya civakê divê Serok Apo azad be

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 29ê HEZÎRANA 2026an

    Azadiya Welat bi manşeta ‘Armanc yek e’ derket

    Azadiya Welat bi manşeta ‘Armanc yek e’ derket

    Mitînga Amedê bi dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû

    Mitînga Amedê bi dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû

    Ciwanê birîndar hîn jî di bin çavan de tê girtin

    Ciwanê birîndar hîn jî di bin çavan de tê girtin

    Rapbêj Serhado bi stranên xwe girse coşand

    Rapbêj Serhado bi stranên xwe girse coşand

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Agirê Newrozê li Ceyhan, Îskenderûn û Tarsûsê hat vêxistin

Navenda Nûçeyan/ AW

28 ADAR 2026 - 16:21
Kategorî: ÇAND Û HUNER, MANŞET, ROJANE
A A
Li Ceyhan, Îskenderûn û Tarsûsê pîrozbahiyên Cejna Newrozê hatin lidarxistin û daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî hat kirin.

Pirozbahiyên bi dirûşma “Newroza Azadî û Yekitiya Demokratîk” tên lidarxistin berdewam dikin. Îroj li navçeya Ceyhan a Edeneyê, li navçeya Îskenderûn a Hatayê û li navçeya Tarsûsê ya Mêrsînê pîrozbahiyên Newrozê hatin lidarxistin. Platforma Saziyên Demokratîk, rêveberên partiyên siyasî, nûnerên saziyên sivîl ên demokratîk, û gelek welatî tev li pîrozbahiyan bûn. Di pîrozbahiyan de welatî bi cilên xwe yên neteweyî û herêmî li ber stranên hatine strandin govend gerandin, dirûşmên daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî dikin hatin berzkirin.

EDENE

Li Qada Newrozê ya Taxa Belediyeevlerî ya navçeya Ceyhan a Edeneyê bi dirûşmên “Newroza azadî û yekitiya demokratîk” û “Newroza azadî û demokrasiyê” pîrozbahiyên Cejna Newrozê hat lidarxistin. Welatiyên hatin qadê, li ber stranan bi saetan govend gerand. Gelek kes bi cil û bergên Kurdî tev li bûn û dirûşmên “Jin, jiyan, azadî”, “Newroz pîroz be” û “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin.

Daxwaza azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan

Dayikên Aştiyê agirê Newrozê hilkir û bi hilkirina agir re coşa girseyê jî derket lûtkeyê. Dayikên Aştiyê, daxwaza azadiyê ji bo Rêberê Gelê Kurd û hemû girtiyên siyasî kir. Hevserokên DEM Partiyê yên Ceyhanê Emîne Baykarayê û Tahir Ozdemîr, Newroza gel pîroz kir. Hevserokê DEM Partiyê yê Bajar Seyfettîn Aydemîr jî got ku di pêvajoyeke dîrokî de ne û daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan kir.

‘Bila statuya bê naskirin’

Wekîlê DEM Partiyê yê Wanê Zulkuf Uçar di pîrozbahiyê de axivî û got ku bexwedana gelê Kurd a li dijî polîtîkayên dewletê didome. Uçar, da zanîn ku gelê Kurd û gelên Tirkiyeyê îsal jî di Newrozê de daxwazên xwe yên demokrasî û azadiyê anîne ziman. Uçar, got: “Gelê Kurd xwest statuya wan bê naskirin, mafê xwe yê perwerdeya bi zimanê dayikê bi kar bîne û girtiyên siyasî bên berdan.” Uçar, anî ziman ku divê dewlet guh bide daxwazên li qada Newrozê û zext û zordariya dewletê şermezar kir.

‘Gel li qadan xwedî li pêvajoyê derket’

Di berdewamê de Uçar xwest hemû girtiyên siyasî bên berdan, dewlet di çarçoveya pêvajoyê de gavan biavêje û wiha pê de çû: “Neavêtina gavan, li dijî ruhê aştiyê ye. Li her çar parçeyên Kurdistanê ji bo yekitiyê îradeyeke xurt derketiye holê. Ev pêvajo dê hêj xurtir bibe. Gelê Kurd li qadên Newrozê xwedî li vê pêvajoyê derket û divê dewlet demildest gavan biavêje. Em bang dikin ku hebûna gelê Kurd bê naskirin û azadiya wan bê misogerkirin.”

Pîrozbahiya Newrozê bi stranên hunermendan û gerandina govendê bi dawî bû.

HATAY

Li Qada Newrozê ya Taxa Yildirimtepe ya navçeya Îskenderûn a Hatayê jî bi heman dirûşman pîrozbahiya Cejna Newrozê hat lidarxistin. Li qada pîrozbahiyê gelek caran dirûşmên “Şehîd namirin” û “Yek e yek e yek e, gelê Kurd yek e” hatin berzkirin. Endamê PM’a DBP’ê Kerem Nalbant û endamê MYKa EMEPê Halîl Îmrek di axaftinên xwe de îşaret bi pêvajoyê kirin.

‘Heke behsa aştiyê dikin divê deriyê Îmraliyê vekin’

Wekîlê DEM Partiyê yê Mêrdînê Kamûran Tanhan jî di pîrozbahiyê de şehîdên Newrozê bi bîr anî û got: “Her wiha şehîdê xwe yê nemir Salih Muslim ku ji bo aştî û xwişk-biratiya gelan têdikoşiya jî bi rêzdarî bi bîr tînin. Daxwaza îsal a qadên Newrozê azadiya birêz Ocalan bû. Birêz Ocalan balê dikişîne ser aştî û demokrasiyê. Em jî dê xwedî li banga 27ê Sibatê derkevin. Em ê dengê aştî, demokrasî û azadiyê bilindtir bikin. Niha li Rojhilata Navîn Şer heye û birêz Ocalan ji bo aştiyê hewl dide. Heke behsa aştî û demokrasiyê bikin, wê demê bila deriyê Îmraliyê vekin.”

Piştî axaftinan, agirê Newrozê hate vêxistin. Pîrozbahî, bi stranên hunermendan û gerandina govendê bi dawî bû.

MÊRSÎN

Li Taxa Mîthatpaşa ya navçeya Tarsus a Mêrsînê jî piştî 10 salan pîrozbahiya Newrozê hat lidarxistin. Nûnerên rêxistinên girseyî yên demokratîk û bi hezaran kes tev li bûn. Di tevahiya pîrozbahiyê de dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Jin, jiyan, azadî” hatin berzkirin. Pîrozbahî bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre jî Hevserokên DEM Partiyê yên navçeyê Medîne Kanat û Kadrî Ezer beşdar silav kirin û Newroza wan pîroz kir.

Hevseroka DEM Partiyê ya Mêrsînê Bedriye Kuşê got ku gel li qadên Newrozê xwedî li pêvajoyê derketiye û bertek nîşanî girtin û binçavkirinên piştî Newrozê da.

Wekîlê DEM Partiyê yê Mêrsînê Alî Bozan jî got ku gel di Newrozê de xwedî li ziman, çand, nirx û Rêbertiya xwe derketiye.

Piştî axaftinan, Dayikên Aştiyê agirê Newrozê hil kir. Di dema vêxistina agirê Newrozê de dirûşma “Bijî Serok Apo” hate berzkirin û posterê Abdullah Ocalan hate hilgirtin. Pîrozbahî, bi stranên hunermendên Sanatolia Kolektîf Atolyelerî û gerandina govendê bi dawî bû.

Etîket: Newroza Azadî û Yekîtiya DemokratîkNewroza CeyhanêNewroza ÎskenderûnêNewroza TarsûsêRêberê Gelê Kurd Abdullah OcalanWêne
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

‘Yek mûhatap heye ew jî birêz Abdullah Ocalan e’

‘Yek mûhattap heye ew jî birêz Abdullah Ocalan e’

28 HEZÎRAN 2026
Di Mitînga Azadiyê de wêneyên Ocalan hate vekirin

Di Mitînga Azadiyê de wêneyên Ocalan hate vekirin

28 HEZÎRAN 2026
Abdullah Ocalan ji bo wefata Kadîr Înanir peyama sersaxiyê şand

Abdullah Ocalan ji bo wefata Kadîr Înanir peyama sersaxiyê şand

28 HEZÎRAN 2026
Hevdîtinên Peyasê bi çalakiyên cihêreng didome

Hevdîtinên Peyasê bi çalakiyên cihêreng didome

26 HEZÎRAN 2026
Abdullah Ocalan: Ol ji pergala exlaqî û jiyana civakî hatiye dûrxistin

Abdullah Ocalan: Ol ji pergala exlaqî û jiyana civakî hatiye dûrxistin

20 HEZÎRAN 2026
Serlêdanên ji bo Kargehên KASEDê dê heta 16ê Tîrmehê bidomin

Serlêdanên ji bo Kargehên KASEDê dê heta 16ê Tîrmehê bidomin

20 HEZÎRAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Serhado: Repbêjî di eslê xwe de çîrokbêjî û dengbêjî ye

    Serhado: Repbêjî di eslê xwe de çîrokbêjî û dengbêjî ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Botanî bi dîlana azadiyê ber bi Amedê ve ketin rê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Konferansa Ziman: Ji bo ziman divê rêveberiyên xwecihî pêşengiyê bikin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 29ê HEZÎRANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Mitîngên Azadiyê yên Amed û Stenbolê dest pê kirin ZINDÎ

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Veysî Aktaş: Em ê destûrê nedin aştî veguhere teslîmiyetê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Yek mûhattap heye ew jî birêz Abdullah Ocalan e’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Rapbêj Serhado bi stranên xwe girse coşand

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Konferansa Ziman: Konfederasyona/Komuna Saziyên Zimanê Kurdî bê avakirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Çîgdem Kiliçgun Uçar: Divê êdî Abdullah Ocalan azad bibe

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • HEZÎRAN 2026 (793)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne