Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Şaredariya Peyasê bi boneye 30ê Adarê Roja Kêmkirina Bermahiyan a Navneteweyî li Sumerparkê bi zarokan re komxebata “Girêkên Axê” li dar xist.
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Şaredariya Peyasê, bi boneya pêşxistina hestiyariya hawîrdorê û munasebeta 30ê Adarê Roja Kêmkirina Avêjkan a Navneteweyî, li Sumer Parkê komxebatek lidar xist. Çalakiya ji bo zarokan a bi navê “Girêkên Axê” li Qada Civakî ya Sumerparkê hatiye lidarxistin, rastî eleqeyê hat. Hevşaredarên Peyasê Bêrîvan Gulşen Sîncar û Cengîz Dundar jî tev li komxebatê bûn.
Tov û ax bûn ‘girêka axê’
Zarok bi coşeke mezin tev li “Komxebata Girêkên Axê” bûn. Zarok û beşdar tovên riwekan û ax tevlihev kirin û “girêkên axê” amade kirin da ku li deverên bêşînahî bên çandin. Armanc ew e ku deverên zuha û bê rîwek, ji nû ve bên şînkirin û piştgirî bidin hevsengiya ekolojîk.
Belavkirina feraseta ekolojiyê
Rayedarên Şaredariyê di axaftinên xwe de diyar kirinku ew ê bi armaca bidawîkirina bermahiyan tevbigerin û feraseta parastina jîngehê bêhtir berbelav bikin. Hat diyarkirin ku d3e bi çalakiyên cihêreng hişmendiya jiyana ekolojîk were parastin û domandin.



















