YPJê têkildarî hevdîtina ku duh li Şamê li gel wezîrê parastinê yê Sûriyeyê hate kirin daxuyaniyek da û ragihand ku wezîrê parastinê bi awayekî erênî nêzî mijara beşdariya YPJê ya nava artêşê bûye û gotiye ku wê diyaloga li ser formên pratîk ên beşdariya jinan di nava sazûmaniya leşkerî de bidome.
Şandeyek ji Fermandariya Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ) di çarçoveya Peymana 29ê Çileyê duh li paytexta Sûriyeyê Şamê bi Wezîrê Parastinê yê Hikûmeta Demkî re hevditin pêk anîbû. Navenda Ragihandinê ya YPJê der barê hevdîtinê de daxuyaniyek weşand.
Şêwazê beşdariya YPJê hate nîqaşkirin’
Di daxuyaniyê de wiha hatiye gotin: “Fermandariya Giştî ya YPJê civînek bi Wezîrê Parastinê yê Sûriyeyê Murhef Ebû Qesra re pêk anî. Ev civîn li ser daxwaza fermî ya fermandariya giştî hate lidarxistin da ku rê û mekanîzmayên tevlîkirina hêzên YPJê di nava Wezareta Parastinê û avahiya artêşa Sûriyeyê de binirxîne. Di çarçoveya temamkirina bicihanîna Peymana 29ê Çileyê ku di navbera Hikûmeta Sûriyeyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de hatiye çêkirin, şêwazê beşdariya YPJê ya ji artêşê re hate guftûgokirin.
Nêzîkatiyek erênî heye
Di nava şandeya YPJê de endamên Fermandariya Giştî ya YPJê Rohilat Efrîn û Sozdar Hacî, fermandara ketîba jinan a Lîwaya Qamişlo Xalîsa Ayêd û Berdevka Ragihandina YPJê Ruken Cemal amade bûn.
Di civînê de mijarên rêxistinî û qanûnî yên girêdayî pêvajoya tevlîbûna YPJê hatin nîqaşkirin. Her wiha rol û girîngiya cihê jinan di artêşa nû ya Sûriyeyê de hate destnîşankirin.
Civîn li ser torek hevdîtinên navneteweyî pêk hat
Wezîrê Parastinê bi awayek erênî nêzî mijara beşdariya YPJê di nav artêşê de bû û anî ziman ku wê diyalog li ser formên pratîk ên ku dikarin beşdariya jinan di sazûmana leşkerî de pêk bînin, bidomin. Ev civîn piştî toreke hevdîtinên navneteweyî û herêmî ku ji aliyê fermandariya me ve pêk hatî, hate lidarxistin ku armanca van hevdîtinan nîqaşkirina pêşeroja beşdariya jinan di sazûmanên ewlehî û leşkerî yên Sûriyeyê de bû. Di dawiya civînê de û bi boneya salvegera damezrandina YPJê wekî daxwazek mirovî, daxwaza berdana hevalên êsîr hate kirin.”













