Heşt dewletên ku piraniya wan bisilman in qanûna cezayê darvekirinê ya Îsraîlê ji bo Filistînîyan amade kiriye şermezar kirin.
Pakistanê li ser navê 8 welatên ku piraniya wan bisilman daxuyanî da. Di daxuyaniyê de 8 welatên ku piraniya wan bisilman in, pêngava amadekirina qanûna darvekirinê ya Îsraîlê ku ji bo Filistîniyên di dadgehên leşkerî de bi sûcdariya “êrişên kuştinê” tên sucdarkirin amade kiriye bi tundî şermezar kirin.
Pakistan, Tirkiye, Misir, Endonezya, Urdun, Qeter, Erebistana Siûdî û Yekîtiya Mîrîtiyên Erebî hişyarî dan û diyar kirin ku dê ev pêngav aloziya li herêmê zêdetir bike.
Welatên navên wan derbas bûne xwestin Îsraîl demildest dev ji pêkanîna vê qanûnê berde.













