Ziman/Ziwan Kurd bi minasebeta 4ê Nîsanê şahiya dengbêjiyê li dar xist û bi skêçekê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir.
Komeleya Lêkolîn û Pêşvebirina Çand-Huner û Zimanê Kurdî (Ziman/Ziwan Kurd) ya navçeya Sêwregê bi minasebeta 4ê Nîsanê li avahiya xwe şahiya dengbêjî li dar xistin. Bi skêçek a ku li ser rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû amadekirin 4ê Nîsanê pîroz kir. Endam û nûnerên rêxistinên navçeyê û gelek kes tevlî bernameyê bûn. Welatiyên tevli bernameyê bûn bi tilîlî û çepikan 4ê Nîsanê pîroz kirin û dilxweşiya xwe parve kirin.














