Riha – Bi hezaran kes ji bo tev Mîhrîcana Rojên Amarayê ya bi munasebeta rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê lidarxistin, ji bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê hatin li navçeya Xelfetiyê. Welatiyên tevlî mîhrîcanê bûne daxwaza azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd kirin û gotin: “Azadiya Serok Apo azadiya me ye.”
Rojbûna 77 saliya Rêberê Gelê Kurd Abdullah li çar aliyên Kurdistanê û derveyî welat bi çalakiyên cihereng û şahiyan tê pîrozkirin. Weke roja rojbûna her sal tê li darxistin îsal jî rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li gundê Amara ya navçeya Xelfetiyê ya Rihayê ku lê ji dayik bûyê, tê pîrozkirin. Komîteya Amadekar a Mîhrîcana Rojên Amara bi dirûşmeya, “Bi Rêbertiyê azad ber bi yekitiya demokratik ve” li navçeya Xelfetiyê pîrozbahiyên mîhrîcan li darxist. Îro jî girsê dê li navçeyê kom bibe û ber bi gundê Amara ve bimeşe û rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li gundê jê dayik bû ye pîroz bikin.
Ji bo mîhrîcana rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi hezaran kes li bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê hatin navçeya Xelfetiyê tevlî mîhrîcanê bûn. Bi hezaran kes îro jî dê ber bi Amarayê bi rê bikevin. Me li parqa 4ê Nîsanê ku pîrozbahiyên rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin lidarxistin, mîkrofonê dirêjî welatiyan kir. Welatiyên ji ajansa me re axivîne daxwaza azadiya fizkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin.
‘Ev rojbûn hebûna gel e’

Welatiya bi navê Felek Geçkîn ku li Mersînê ji bo rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû Xelfetiyê bi lêv kir ku ew her sal tevlî pîrozbahiyên rojbûna Abdullah Ocalan dibe û ev tişt gotin: “Em pir kêfxweş in. Em hevî dikin sala bê ew jî di nav me de be û em bi hev re rojbûnê pîroz bikin. Em dixwazin Serokatî jî azad bibe û were nav gele xwe.”
‘Ji bo me ev roj rojbûna gel e’

Ji welatiyan Xelîl Înel ku li navçeya Hilwanê tevlî mîhrîcanê bibû anî ziman ku ew ji bo tevlîbûna rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kêfxweş in û wiha got: “Ji bo me ev rojbûn hebûna gel e. Ji bo wê jî em hatin pîrozbahiyê. Divê azadiya birêz Abdullah Ocalan jî pêk were. Heta birêz Abdullah Ocalan azad nebe aştî jî pêk neyê.”
‘Divê dewlet jî gavan baveje û Serokê me azad bibe’

Emînê Koç ku li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê hatibû Xelfetiyê û tevlî mîhrîcanê bibû jî hestên xwe wiha anî ziman: “Em her sal tên. Ev çend sal in em dihatin, pêşî li digirtin û em bernedidan. Em ji bo Serokê xwe tên. Em hevî dikin di bin wê tecride de jî derkeve. Dema derket her çar aliyên Kurdistanê dê azad bibe. Yekitiya me jî dê pêk were. Heta em her çar parçeyên Kurdistanê nebin yek em nikarin bi serbikevin. Serok ji bo pêvajoyê hemû berpirsyariya xwe pêkanî. Divê dewlet jî gavan baveje. Hê jî girtiyên me di zindanan de şehîd dikevin. Divê girtiyên me jî bên berdan. Serokê me jî azad bibe. Diaxivin lê tu gavan navejin.”
‘Divê statuya birêz Abdullah Ocalan bê qebûlkirin’

Recep Kaptan ku li Amedê tevlî mîhrîcanê bibû anî ziman ku rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo Kurdan xilasiyeke û wiha got: “Kurdan bi wî xwe naskirin, bi birdoziya wî xwe naskirin. Gelên Rojhilata Navîn bi birdoziya wî dikarin werin cem hevdû û bigehejin xilasiyê. Netew dewlet ji bo gelan xilesiyê nayne. Birdoziya wî xilasiya gelan, gelê Kurd û Kurdistanê ye. Hebûn û xilasiya Kurdan jî di statuya birêz Abdullah Ocalan ve girêdayî ye. Heke şert û mercên birêz Abdullah Ocalan bê başkirin ji dilbûna dewleta Tirk nişan dide. Lê heke şert û mercên wî neyên başkirin tê wateyê dewleta Tirk ne ji dil e. Statuya Serok statuya Kurdan e. Dibêjin lê nakin. Wisa nabe. Divê gav ben avetin û statuya birêz Abdullah Ocalan bê qebûlkirin.”
‘Azadiya Serok azadiya gelê Kurd e’

Ji Welatiyan Osman Çetîntaş jî bi lêv kir ku rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo gelên Rojhilata Navîn diyariyeke û wiha axivî: “Taybet jî ji bo gelê Kurd serfiraziyeke. Gelê Kurd jî îro li vir vê qadê peyama aştiyê dide. Daxwaza gelê Kurd û Serok Abdullah Ocalan yek e. Gelê Kurd çi xwestiyê Serok jî ew xwestiyê. Serok çi xwestiyê gelê Kurd jî ew xwestiyê. Azadiya Serok azadiya gelê Kurd e. Dewlet heke ji bo azadiya Serokatî gav baveje ev pêvajo dê bi serkeftî encam bibe.”
‘Serok Apo jinan her tim wek pêşeng dît’

Gulîstan Akkuş jî diyar kir ku ew ji bo pîrozbahiya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tevlî mîhrîcanê bûnê û wiha got: “Serok Apo her tim jinan weke pêşeng dîtiyê û kiriyê îradeyek. Weke jin ji bo me wateya vê rojê hê mezintir e. Em jî dixwazin Serok Apo jî azad bibe û aştî jî pêk were. Êdî kes nemire.”












