Li navçeya Tuşbayê ya Wanê bi pileya 5.2 erdhejek çêbû.
Li navçeya Tuşbayê ya Wanê di saet 8:52yan bi pileya 5.2yan erdhejek çêbû. Li gorî daneyên AFADê erdhej li herêma Bexdeşanê ya giredayî navçeya Tuşbayê çêbû. Erdheja ji kûrahîya 7 (KM) pêk hat û li bajaran derdorê jî hate hîskirin.
Derbarê zirara can û mal de heya niha tu agahî nehatin bidestxistin.













