• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
21 GULAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li Kobanê amadekeriyên çinîna genim

    Li Kobanê amadekeriyên çinîna genim

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 21ê GULANA 2026an

    Li Agiriyê jinek hat kuştin

    Li Agiriyê jinek hat kuştin

    Li Wanê Radyoya Êrîvanê û Rêya Taze hatin gotûbêjkirin

    Li Wanê Radyoya Êrîvanê û Rêya Taze hatin gotûbêjkirin

    Li Îzmîrê şahiya Cejna Zimanê Kurdî

    Li Îzmîrê şahiya Cejna Zimanê Kurdî

    Çalakiya Înîsiyatîfa Malbatên Pirsûsê di hefteya 130emîn de berdewam kir

    Çalakiya Înîsiyatîfa Malbatên Pirsûsê di hefteya 130emîn de berdewam kir

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Li Kobanê amadekeriyên çinîna genim

    Li Kobanê amadekeriyên çinîna genim

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 21ê GULANA 2026an

    Li Agiriyê jinek hat kuştin

    Li Agiriyê jinek hat kuştin

    Li Wanê Radyoya Êrîvanê û Rêya Taze hatin gotûbêjkirin

    Li Wanê Radyoya Êrîvanê û Rêya Taze hatin gotûbêjkirin

    Li Îzmîrê şahiya Cejna Zimanê Kurdî

    Li Îzmîrê şahiya Cejna Zimanê Kurdî

    Çalakiya Înîsiyatîfa Malbatên Pirsûsê di hefteya 130emîn de berdewam kir

    Çalakiya Înîsiyatîfa Malbatên Pirsûsê di hefteya 130emîn de berdewam kir

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Piştî xistina du balafirên şer Îranê daxwaza agirbestê red kir

Navenda Nûçeyan / AW

4 NÎSAN 2026 - 11:48
Kategorî: CÎHAN, ROJANE
A A
Ji ber geşedanên şer yên dawî helwesta danustandinên di navbera Amerîka û Îranê de jî guherîn. Îranê daxwaza Amerîkayê ya ji bo agirbesta 48 saetan red kir.

 

Şerê DYA-Îsraîl û Îranê berdewam dike. Di 24 saetên dawî de bi xistina balafirên şer yên Amerîkayê û gefên tund ên Donald Trump şer hat qonaxeke din. Îran ragihand ku wan du balafirên şer xistine. Derbarê mijarê de Washingtonê daxuyanî piştrast kir û diyar kir ku pîlotek wan ê di balafira şer de hatiye rizgarkirin.

Xistina balafiran û rewşa pîlotan

Hêzên parastina hewayî ya Îranê li ser çapameniya fermî ya Îranê ragihandin ku wan li herêma Kohgîluye û Boyir-Ehmedê balafireke F-15E Strike Eagle û li nêzî Tengava Hurmizê jî balafireke A-10 Warthog xistine.
Çavkaniyên Pentagonê û Jerusalem Post piştrast kirin ku yek ji pîlotan di operasyoneke taybet de hatiye rizgarkirin, lê pîlotê duyemîn hîn winda ye. Ajansa nûçeyan a Fars ya Îranê, îro ji çavkaniyek ku navê wî nehatiye aşkerakirin, ragihand ku Tehranê pêşniyara Amerîkayê ya ji bo agirbesta 48 saetan red kiriye. Çavkanî anî ziman ku pêşniyar duh bi rêya dewletek din hatiye pêşkêşkirin. Her wiha ajansê ragihand ku rejîma Îranê daye zanîn ku kesê pîlotê winda bibîne û radestî wan bike dê bi xelat bikin.

Trump Îranê bi gefên tund hişyar kir

Serokê Amerîkayê Donald Trump, piştî xistina balafiran daxuyaniyên pir tund dan. Trump diyar kir ku heke Îran daxwazên wan qebûl neke dê di nav 2-3 hefteyan de êrîşên pir mezin û tund pêk werin. Her wiha hat gotin ku hemû santralên elektrîkê dê werin rûxandin û Îran dê “vegere serdema kevirî”.

Îsraîlê ji bo rizgarkirina pîlot heta demekê êriş rawestandin

Artêşa Îsraîlê (IDF) ragihand ku wan ji bo piştgiriya operasyona rizgarkirina pîlotê Amerîkî, êrîşên xwe yên asmanî li hundirê Îranê bi awayekî demkî rawestandine. Lê belê, Îsraîlê êrîşên xwe yên li ser baregehên Hizbullahê yên li Libnanê bi dijwarî berdewam kirin.

Îran: Binesaziya herêmê di bin gefê de ye

Rayedarên Îranê hişyarî dan ku heke Amerîka êrîşî santralên wan ên elektrîkê bike, ew ê hemû binesaziya enerjiyê ya welatên hevalbendên Amerîkayê yên li herêmê bikin hedef. Herwiha Îranê tawanbariyên hedefgirtina rafîneriyên Kuweytê jî red kir.

Etîket: 2 balefiragirbestoperasyona rizgarkirinêpîlotê windaredkirŞerê Îsraîl-Amerîka û Îranê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

WSJ: Îran dê daxwazên DYAyê qebûl neke

Muzakereyên DYA û Îranê: Li ser maseyê xitimîn, li qadê gefên şer

21 GULAN 2026
Ûkrayna: Şer tevî agirbestê didome

Ûkrayna: Şer tevî agirbestê didome

10 GULAN 2026
Gelawêj Ewrîn: Piştî şerê Îranê dibe ku statuya hin netewe-dewletan biguhere

Gelawêj Ewrîn: Piştî şerê Îranê dibe ku statuya hin netewe-dewletan biguhere

3 GULAN 2026
Arakçî: Demkî nabe divê şer dayîmî rawest e

Ji Îranê gefa şer: Pêşniyarek neyê agirbest dê bi dawî bibe

23 NÎSAN 2026
DYA û Îran ketin pêşbirka propagandaya serkeftinê

Trump agirbest dirêj kir Îranê qebûl nekir

22 NÎSAN 2026
Ultîmatoma Trump: Tengavê vekin an santralên elektrîkê bişewitin’

Trump: Îsraîl û Libnanê li ser agirbestek demkî li hev kir

16 NÎSAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Komkujiyeke bikeser: Tevî sebîyê 8 rojî malbatek qetil kirin

    Komkujiyeke bikeser: Tevî sebîyê 8 rojî malbatek qetil kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Tevî biryara AYMê û muzakereya bi Ocalan re jî çima dirûşm û wêneyên wî tên qedexekirin?

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Erdogan: Saziyên me ji bo tasfiyeya ‘rêxistinê’ dixebitin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Em dixwazin di qada zarokan de rêxistina xwe ava bikin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Meletiyê bi pileya 5.6 erd hejiya

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ceylan Akça ji bo windayan 100 peşniyarname da Wezareta Dadê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Keskîn Bayindir: Statuya Rêberê Gelê Kurd statuya Kurdan e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Bismilê cangoriyên meha Gulanê hatin bibîranîn

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • GABB komxebata ‘Aborî, komun û kooperatîfan’ li dar dixe

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • GULAN 2026 (535)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne