Şandeya DEM Partiyê ku îro serê sibehê çû Îmraliyê û bi Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re hevdîtineke 4 saetan pêk anî, dê sibê daxuyaniyekê bide çapemeniyê.
Heyeta Îmraliyê ku ji parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Pervîn Buldan û Sirri Sureyya Onder pêk tê, ji bo bi Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike çû Girtîgeha Tîpa F a Ewlekariya Bilind a Îmraliyê, piştî çar saetan hevdîtin kir û şûnde ji Girava Îmraliyê vegeriya. Şandeya Îmraliyê dê sibê têkildarî hevdîtinê de daxuyaniyekê bide çapemeniyê.
Şandeya Îmraliyê di 28ê kanûna 2024an de çûbû Îmraliyê û di 29ê kanûnê de peyama Rêberê PKKê Abdullah Ocalan ku ji 7 xalan pêk dihat bi raya giştî re parve kiribû. Piştre li ser daxwaza Rêberê PKKê Abdullah Ocalan bi partiyên li Meclisê re hevdîtin kiribûn. Nerîn û nirxandinên wan girtibûn.
Rêberê PKKê Abdullah Ocalan di peyama xwe de bal kişandibû ser tifaqa gelê kurd û tirk, rol û rista partiyên siyasî û rêxistinên civakî û zemîna çareseriyê ya li meclîsa Tirkiyeyê, sedemên pirsgirêkên li Sûriye û Hamasê û girîngiya çareseriya navxweyî.